Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Xwenîşanderên Îraqî destwerdana Îranê şermezar dikin

Faris Omran

Îraqî li dijî destwerdana Îranî û gendelîya hikûmetê ji 1ê Cotmehê ve xwenîşandanan dikin. [Diyaruna]

Îraqî li dijî destwerdana Îranî û gendelîya hikûmetê ji 1ê Cotmehê ve xwenîşandanan dikin. [Diyaruna]

Redkirina raya giştî ji destwerdana Îranî re dîyar e di tevgera protestoyê ya ku Îraq ji 1ê Cotmehê ve hejandîye, li gorî xwepêşander û şirovekaran.

Wan got ku sloganên ku li kolanên başûrê welat, ku piranîya niştecîyên wan Şîe ne, hatin gotin û lafîteyên ku di xwepêşandanên cemawerî de hatin bilindkirin nerazîbûna cadeya Îraqî li dijî rejîma Îranî raber dikin.

Hin xwenîşanderên ku ji Diyaruna re axivîn gotin ku ew hatine daku desthilatdarîya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên girîdayî wê şermezar bikin, yên ku ew wan berserc dikin ku ew şer gur dikin û serwerîya Îraqî lawaz dikin.

Xwenîşanderekî li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê yê xwest ku bi awayekî sade wî weke "Ebû Ebas" were binavkirin ji Diyaruna re got ku nayê qebûlkirin ku aniha mirov bêdeng bimîne li hember ya wî weke "pozbilindîya Îranî" şiyanse kir.

Îraqî di xwepêşandanekê de beşdar dibin di pêleke tevlihevîyê de ku di Cotmehê de dest pê kir. [Diyaruna]

Îraqî di xwepêşandanekê de beşdar dibin di pêleke tevlihevîyê de ku di Cotmehê de dest pê kir. [Diyaruna]

Wî got ku daxwaza sereke ya protestoyan ew e ku "ji serdestîya wê rejîmê û destwerdana wê ya ku gefê li yekîtî, aramî û pêşeroja welatê me dixwe azad bin".

Xwenîşanderekî din ê xwest ku navê wî neyê eşkere kirin, li şûn navê wî Leys were bikaranîn, ji Diyaruna re ragihand ku wî ji Besrayê da ser rê û hatiye Meydana Tehrîrê, daku piştgirîya xwenîşanderên din bike.

"Diruşma me li vir ew e ku em dewleteke serbixwe û azad dixwazin ku Îran destwerdanê tê de nake," wî ji Diyaruna re got.

"Em ji rejîma Îranî dixwazin ku nema me di rêya milîsên xwe re biêşîne, milîsên ku xwîna Îraqî dirijînin, aborîya me wêran dikin, maf, azadî û serwerîya me bin pê dikin," wî got.

"Îraq ya Îraqîyan e û tenê ew dikarin biryara pêşeroja xwe bidin," wî got.

Gefek ji Îranê re

Protesto li Îraqê gefeke rast in li ser Îranê, ya hewl dide ku hêza Feyleqê Pasdaran û milîsên girêdayî wê li Îraq û herêmê qayim bike, bi taybet li parêzgehên başûrî yên Îraqê, li gorî şirovekaran.

"Îranî bizdihan dema wan dît ku xelkên van parêzgehan li dijî Îranê û wekîlên wê der ketin û hemû pêkhatîyên civakê li tenîşt wan rawestan," şirovekarê serbazî û stratejî Rebîe Cewarî ji Diyaruna re got.

Wî got ku tiştê dihêle ku ev protestoya cemawerî balkêş be ew e ku tu partîyeke siyasî ya dîyarkirî wê bi rê ve nabe.

Proteso daxwaza çaksazîyan dikin û ku dawîyek ji gendelîyê re were danîn û ew bi "awayekî mêrxas hêrsa xwe derbirîn dikin li hember rola Îranê ya neyînî ya ku ew di karûbarên welatê wan de digerîne".

Li gorî Cewarî "ne hewce ye mirov bibêje ku rejîma Îranî dê bitirse, ji ber ku sloganên wê şermezar dikin bi dengekeî bilind in û eşkere ne û tu kes nikare wan red bike yan jî wan kêm bandor bike".

Weke bersiv li ser vê yekê, Îranê hewl da ku desthilatdarîya xwe biparêze, desthilatdarîya ku nerazîbûneke giştî li hember wê derket, ne tenê li Îraqê, lêbelê herwiha li Lubnan û Sûrîyayê jî.

Tehranê hewlda ku protestoyan biçewisîne, raportên medyayî ragihand ku fermandarê Hêza Qudsê ya Feyleqê Pasdaran lîwa Qasim Sulêmanî gelek caran serdana Îraqê kir "da ku şîretan" li desthilatdarîyên Îraqî bike bê çawa bi xwepêşandanan re bidin û bistînin.

Cewarî got ku herî kêm xwenîşandan beşek "ji qêrîneke gelê Îraqî li hember zordestîya Îranî ya ku Feyleqa Pasdaran nûnertîya wê dike ku tevlihevîyê di rêya milîsên xwe re li her deverê gur dike".

"Bertekeke xwezayî"

Xwenîşander li Bexdayê wêneyên serkirdeyên Îranî didirênin, û dîmenên vîdyo ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin nişan dan ku xwenîşanderan navê "Kolana Xumeynî" li orta Necefê li ser nîşanên kolanan dinivîsînin.

Di 3yê Mijdarê de, gelek xwepêşander li Kerbelayê li dora qunsulxaneya Îranî civiyan. Wan hewl da ku dîwarên teqiyayî befireh bikin, leystokên agirîn ên li avahîyê armanc kirin û alên Îraqî li ser asêgehên bîtonê bilind kirin.

Kesekî li ser dîwarê qunsulxaneyê bi boyaxê nivîsî "Kerbela azad e, Îran derkeve, dekeve!".

Protestoyan asta hêrsa Îraqî li dijî siyaseta rejîma Îranî eşkere kir "ya ku xirabî ji Îraqîyan û xelkên din li herêmê re anî”, pisporê stratejî Ala Neşo ji Diyaruna re ragihand.

Nerazîbûna gelêrî li hember hegemonîya Îranî "bertekeke xwezayî ye" li hember reftarê rejîma Îranî, ya hewl dide ku hêza xwe qayim bike bi rêya lawazkirina cîranên xwe û desteserkirina samanê wan.

Neşo got ku gelê Îraqê "baş hişyar ji arezûya Îranî re û red dike ku parîyekî hêsan be ji Feyleqê Pasdaran” û milîsên girêdayî wê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500