Siyaset

Hejmûna Tehranê di siyaseta Îraqî de piştî mirina Sulêmanî kêm dibe

Sina Ferhadî

image

Berbijêrê postê serokwezîr li Îraqê Ednan Zurfî mîna "dijminekî destêwerdana Îranê di Îraqê de" tê naskirin. [Ednan Zurfî/Instagram]

Çavdêr li herdu welatan dibêjin ku namzedkirina Ednan Zurfî bo postê serokwezîrê Îraqê Tehran xistiye alarmê, ji ber ku ew dijberekî bihêz ê Îranê ye û dixwaze ku hejmûna wê li Îraqê kêm bike.

Serokê Îraqê Berhem Salih Zurfî roja 17ê Adarê berbijêr kir, piştî ku namzedê berî wî, Muhemed Elawî, roja 2yê Adarê di avakirina hikûmetekê de bi bin ket.

Heta 16ê Nîsanê bi Zurfî re ye bo hikûmetê pêk bîne, û wî dest bi proseya pêkanîna hikûmetekê kiriyetevî dijberîya ji alîyê çend partîyên siyasî yên alîgir ji Îranê re.

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) diltengîya xwe ji namzedkirina wî, bi rêya hinek alavên ragihandinê yên nêzî xwe, di nav de Ajansa Nûçeyan a Faris, anî ziman, û parêzgarê berê yê Necefê mîna "amrazeke Amerîkî" li Îraqê bi nav kir.

image

Berbijêrê postê serokwezîr li Îraqê Ednan Zurfî (ortê), parêzgarê berê yê Necefê, roja 17ê Adarê bo vî postî hat namzedkirin. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

Roja 19ê Adarê, David Sçenker, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn, piştgirî da Zurfî û got ku Amerîka "li hikûmeteke Îraqî digere… ku berjewendîyên Îraqê bide pêş... û bihêle ku Îraq welatekî serwer be di şûna ku dûvikê Îranê be".

Zurfî "piştgirîya Sûnî û Kurdan û hejmarek ji Şîe misoger kiriye", Sçenker got. Lewra "em hêvî dikin ku partîyên ser bi Îranê ve -- Îran û hevalbendên wê -- hewl nedin ku namzedkirina wî asteng bikin."

Derencamên mirina Sulêmanî

Serokwezîrê berê yê Îraqî Adil Ebdul-Mehdî di Kanûna Yekem de dest ji kar kişand di demekê de ku Îraq rastî pêleke mezin a xwenîşandanên cemawerî dihat, xwenîşandanên ku gendelîya hikûmetê û destêwerdana Îranî şermezar kirin.

Elawî, ku ew berê wezîrê komyûnîkasyonan bû di kabîneya Nûrî Malikî de, û weke kesekî nêzî Îranê tê naskirin, û piştî berbijêkirina wî weke serokwezîr xwenîşandanên cemawerî berdewam bûn.

Ew bi ser neket di bidestxistina bawerîya parlemana Îraqê de.

Ev yek vedigere bo reşkuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran li Bexdayê roja 3yê Kanûna Duyem,Muhemed Salih Sidqîyan, serokê Navenda Lêkolînên Erebî-Îranî ku navenda wê li Tehranê de di hevpeyvînekê de bi dezgeheke ragihandinê ya Îranî re got.

"Sulêmanî karî bi awayekî kûr karûbarên siyasî û civakî yên Îraqê têbigihêje, û bi dirêjahîya salan roleke girîng di destnîşankirina serokwezîrên Îraqê de gerand bi rêya mobelayzekirina komên Şîe," wî got.

"Rola Sulêmanî di rewşa siyasî ya Îraqî de ne cihê redkirinê bû, û mirina wî valahîyek peyda kir ... û tu kesekî din nikare roleke wiha li Îraqê bigerîne û hêzên heyî kom bike," Sidqîyan da zanîn.

Fermandarê nûyê Feyleqê Qudis Îsmaîl Qaanîpir diweste ku cihê pêşîyê xwe dagire,û milîsên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê rastî qeyraneke mitmaneyê tên.

"Mirov dikare pêşbînî bike ku rewş dê di pêşerojê de aloztir bibe," Sidqîyan got.

Tê gotin ku Qaanî roja 30ê Adarê li Bexdayê bû û serkirdeyine Îraqî yên payebilind re civîn pêk anîn bo eşkerekirina redkirina Îranê ji berbijêrkirina Zurfî re, li gorî ragihandina xwecihî.

Kêmbûna hejmûna Îranê li Îraqê

"Hilbijartina Zurfî binketina herî mezin e ji siyaseta destêwerdanamêz a Îranê li Îraqê," şirovekarê siyasî yê li Tehranê Reza Teqîpûryan got. "Ji dema ku ew dengûbas belav bû, ragihandina nêzîk ji Pasdaran bo têkbirina Zurfî kete tevgerê."

"Yek ji tohmtên li dijî wî ew bû ku ew welatîyekî Amerîkî bû û baş bi Înglizî diaxêve. Mirov ji vê yekê tê digihêje ku çiqas kandîdkirina wî Tehran aciz kiriye,"wî ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku rejîma Îranî kesekî weke Malikî dixwaze, û got ku serokwezîrê berê yê Îraqî "li Tehranê jî jîyan kiriye û baş bi Farisî diaxêve".

"Piştî çend salan ji yekrêzîya milîsên ser bi Feyleqê Qudis li Îraqê, xuya dike ku serdemeke nû dest pê kiriye," Teqîpûryan got.

"Mirina Sulêmanî hemû hevkêşên Îranê yên li herêmê têk dan, û bi berbijêrkirina Zurfî weke serokwezîrê Îraqê, em dikarin bibêjin ku Îran bi temamî li ser asta siyasetî herêmî hatiye bêçekkirin," wî got.

Milîsa ku Îran piştevanîya wê dikeEsaib Ehil el-Heqnamzedkirina Zurfî weke "xiyanetekê" bi nav kir, û gef kir ku ew dê "bêdeng û bêhelwêst nemîne", Teqîpûryan got.

"Van milîsan isbat kiriye ku ew amade ne ku her karekî neyasayî bikin bo gihiştin bi armancên xwe," wî got. "Gefê wiha divê bi cedî werin wergirtin û divê ew weke amrazekê bo bidawîkirina hebûna van koman li Îraqê werin bikaranîn."

Arasteyeke din a siyasetên Îraqî

Berbijêrkirina Zurfî weke serokwezîrê Îraqê encama mirina Sulêmanî û kêmbûna hejmûna Îranê li Îraqê ye, rojnamegerekî ji Tehranê bi navê Husên Recebî ji Diyaruna re ragihand.

"Mirina Sulêmanî derzek di nava komên Şîe de dirust kir, û êdî tu kes tune ye ku wan li ser yek maseyê kom bike, ne bi sozan û ne bi gefan," wî got.

"Bi kuştina Sulêmanî, yek ji kartên yarîkirinê yên herî girîng ên Îranê li herêmê hat şewitandin, û eger hene ku êdî kesên mîna wî peyda nebin," Recebî dîyar kir.

"Piştî mirina wî, qerebalixeke mezin ji hêla hikûmeta Îranê ve hebû," wî got, û hikûmeta Îraqî bi rêya biryareke nepêbendamêz daxwaz kir ku hêzên Amerîkî ji welat vekişin.

Recebî got ku dê gorepana siyasî bi hatina Zurfî were guhertin.

"Zurfî li Îranê mîna hevalbendekî nêzî Amerîkayê û dijminekî destêwerdana Îranê di Îraqê de tê naskirin," wî got, û da zanîn ku çavkanîyên Îranî hewl dan ku navûdengîya Zurfî xerab bikin, û wî bi rêxistinkirinaêrîşan li ser qunsulxaneya Îranê li Necefê gunehbar bikin.

"Bi rastî, qebûlnekirina [Îranê] gengeşe û dijminahîya wê li hember serokwezîrê nû yê Îraqê ji nakokîyeke siyasî wêdetir e, û ew tehedîyeke mezin û cedî ye ji desthilata Îranê re di pêşeroja Îraqê de," Recebî daxuyand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500