Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşeke din bi rokêtan li dijî serbazgeha asmanî ya Tacî li Îraqê

AFP

Hêzên hevpeymanîya navdewletî û leşkerên Îraqî pireke serav li serbazgeha asmanî ya Tacî datînin di rahînanekê de berî danîna pirên berdêl li Mûsilê di 6ê Adara 2017an de. [Sebah Erar/AFP]

Hêzên hevpeymanîya navdewletî û leşkerên Îraqî pireke serav li serbazgeha asmanî ya Tacî datînin di rahînanekê de berî danîna pirên berdêl li Mûsilê di 6ê Adara 2017an de. [Sebah Erar/AFP]

Pêleke nû ya rokêtan Şemîyê (14ê Adarê) serbazgeheke Îraqî li bakurê Bexdayê ku hêzên hevpeymanîyê li wir tên bicihkirin armanc kirin, ku ji êrîşên kêmpeyda ye ku bi roj tê pêkanîn, çavkanîyên ewlekarî yên Îraqî û Amerîkî ragihandin.

Ev êrîşa 23yem e ji Cotmehê de li dijî bingeh û baregehên ku serbaz û diplomatên Amerîkî li wan bi cih dibin.

Tu alîyî berpirsyarîya xwe ji êrîşan eşkere nekiriye, lê Amerîka milîsên ser bi Îranê ve yên ku li jêr sîwana Heşda Şaebî ne sûcdar dike.

Herî kêm 33 rokêt li yekîneyên berevanîya asmanî yên li serbazgeha asmanî ya Tacî roja Şemîyê ketin.

Balefirek ji celebê F/A-18F Super Hornet ji hilgireke balefiran a Amerîkî ji celebê USS Dwight D. Eisenhower, ku li Deryaya Sipî cih digire, difire, ev wêne vedigere 7ê Tîrmeha 2016an. [Alberto Pizzoli/AFP]

Balefirek ji celebê F/A-18F Super Hornet ji hilgireke balefiran a Amerîkî ji celebê USS Dwight D. Eisenhower, ku li Deryaya Sipî cih digire, difire, ev wêne vedigere 7ê Tîrmeha 2016an. [Alberto Pizzoli/AFP]

"Li gorî amarên seretayî du endamên Berevanîya Asmanî ya Îraqî bi giranî birîndar bûne," peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş Tehsîn Xefacî ragihand.

Hevpeymanîya navdewletî got ku sê ji endamên wê birîndar bûne.

Hêzên Îraqî gotin ku 24 mûşekên din li nêzî avêjgehekê hatine dîtin û xwedanê zevîyê û hêzên ewlekarîyê yên ku xala wan a pişkinînê li nêzî wî cihî ye bo lêpirsînê hatine girtin.

Êrîşa Şemîyê sê rojan piştîêrîşeke hevşêwe li ser bingehê ku du leşkerên Amerîkî û leşkerekî Brîtanî ku tê hatibûn kuştin tê.

Amerîka bersiva êrîşa Înê bi lêdanên asmanî li dijî pênc depoyên çekan li nêzî Bexdayê, ku wê got ew ji hêla milîsa Ketaib Hizbulah a ser bi Îranê ve, da.

Dora 5,200 serbazên Amerîkî li Îraqê ne di çarçoveya hevpeymanîya navdewletî de ku ew alîkarîyê bi hêzên lokal re di nehiştina bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de dikin.

Hilgirên balefirên şer dê bimînin

Pentagon Înê ragihan ku ew dê du hilgirên balefiran li herêma Kendavê bihêle piştî pêkanîna êrîşên asmanî yên tolhildêr li dijî depoyên milîsa Hizbulah.

Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Serleşkerîya Amerîkayê Kenneth McKenzie ragihand ku komên hilgirên balefiran dê bo demekê bimînin piştî zincîrek ji êrîşan li ser bingehên Amerîkayê li Îraqê ji hêla komên ku Îran destekê dide wan, ku vê yekê hişt asta alozîyên bi Îranê re bilind bibe.

Bicihkirina hilgirên balefiran ên Amerîkî yên USS Dwight D. Eisenhower û USS Harry S. Truman vedigere sala 2012an dema ku Pentagonê destûr da ku hilgirên balefirên şer li Kendavê bibînin.

"Em xwedan fleksebilîtî û karînên baş in û em dê bersiva er gefekê bidin," McKenzie Înê ragihand.

"Tê kêşeyên gihiştin, bicihbûn û firînê têkildarî hilgireke balefirên şer tune ne. Ew parçeyekî serav ji serwerîya Amerîkî ye," wî got.

McKenzie got ku Îran ji operasyonên xwe yên serbazî yên herêmî ji dema kuştina Fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, Qasim Sulêmanî, bi şûn de nevegerîyaye.

Wî da zanîn ku lê karîna wê ya arastekirina komên çekdar ên mîna Ketaib Hizbulah bi kuştina Sulêmanî kêm bûye ûşopên belavbûyîna belaya vayrûsa Koronayê di nava serkirdatîya Îranî de pir dijwar in.

"Pir zehmet eji wan re ku biryarên rast bistînin... Kesek nûli şûna wî ye. Ez texmîn nakim ku kesê nû weke wî baş be di pêşeroja nêzîk de. Em dê bibînin ku ev yek di pêşeroja dûr de dê çawa be," McKenzie got.

Amerîka bawer nake ku Îran dixwaze bikeve rûbirûbûyîneke rasterast de, lê li şûna wê ew hewl dide ku siyaseta bikaranîna wekîlan berdewam bike bo hêzên Amerîkî tengav bike û îdyolojîya xwe li herêmê bidomîne.

"Em bawer dikin ku me astek ji tirsandinê ji dewletekê heta bi dewleteke din peyda kiriye, ku tê de Îran newêre ku li ser asta serbazî bi awayekî berfireh bi Amerîkayê re bikeve rûbirûbûnê de," McKenzie got.

Lê wî da zanîn: "Tu armancên wan ên rasteqîn nehatine guhertin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500