Xwepêşandan

Hîna çarenivîsa gelek çalakgerên Îraqî yên nebedîkirî ne dîyar e

Hesen Obêdî li Bexdayê

image

Xwenîşander sloganan dibêjin dema ku ew li pêş tabloyekê dimeşin, ku ew propagandayê ji milîsa Ketaib Hizbulah a ser bi Îranê dike, roja 17ê Kanûna Duyem, di xwenîşandanekê de li bajarê Besrayê li başûrê Îraqê. [Husên Falih/AFP]

Piştî çend mehan ji revandina wan ji xwenîşandanên cemawerî li Bexdayê û li başûrê Îraqê yên li dijî gendelîya hikûmetê û hejmûna Îranê hatin lidarxistin, hîn çarenivîsa bêhtir ji 20 çalakgerên Îraqî ne dîyar e.

Her În, malbatên wan seknekê li Meydana Tehrîr a Bexdayê li dar dixin bo li bîra raya giştî bimînin û bo hikûmetê han bidin ku çarenivîsa wan eşekere bike û nasnameya kesên ew revandine belî bike.

Dora 30 çalakgerên ku ji Bexda, Zî Qar, Babil, Meysan û parêzgehên din ên Îraqî hîn wendayî ne, li gorî berpirsekî di Wezareta Hundir de, ku xwest navê wî neyê eşkerekirin.

Her yek ji wan di xwenîşandanên cemawerî de çalak bû, wî ji Diyaruna re got, û ew bi dijberîya xwe ji milîsên ser bi Îranê ve li Îraqê kar dikin dihatin naskirin.

Wî got ku lokolînên ji hêla polîs û ajansa hewalgirî ya Îraqî ve tên pêkanîn dibêjin ku milîsên ser bi Îranê yênKetaib Hizbulah û Hereket el-Nuceba destê wn di revandinan de heye, ligel komên din ên ser bi Îranê. ve.

Wî got ku mixabin tu nîşan tune ye ku kesên revandî hîn zindî yan hatine kuştin, û da zanîn ku dibe di rojên werin de hinek rêkarên nû werin standin di nav de teftîşkirina baregehên milîsan û cihên gumanbar ên din.

Li gorî berpirsê wezaretê, xwendekarên zanîngehê, û hinek ciwanên li jêr temenê 20 salî di nav kesên ku li Bexdayê hatine revandin de ne piştî beşdarîya wan di xwenîşandanên cemawerî de.

Wî got ku gelek xebat hene bo dîtina wan û naskirina çarenivîsa wan, ku ev yek hat xurtkirin piştî ku serokwezîr Mustefa Kazimî ferman kir ku lêkolîneke serbixwe derbarê her çalakgerekî wendayî de were vekirin.

Gelek hîn wendayî ne

Di nav kesên revandî de mamosteyê zanîngehê Macid Zafirî, ku di Mijdarê de hat revandin, çalakger Quteyba Sûdanî; wêneger Usama Temîmî, di Kanûna Yekem de piştî ji Meydana Tehrîr derketin hatibûn revandin.

Herwiha hinek çalakgerên mafên mirov bûn mîna Ebdul Mesîh Romyo Serkîs, ku destpêka Adarê hatibû revandin; nivîserê Îraqî yên navdar Mazin Letîf, di Sibatê de hatibû revandin; û hevkarê wî Tewfîq Temîmî, ê ku piştî wî bi çend rojan hatibû revandin.

Çalakger Brahîm Cabo û parêzer Elî Casim, ê ku li parêzgeha Meysanê li başûrê Îraqê hat revandin, hîn wendayî ne.

Di serdana xwe de roja 17ê Gulanê bo baregehên Wezarta Hundir a Îraqî li Bexdayê, ku ew bi serkirdeyên ewlehî re civîya, Kazimî wezaret erkdar kir ku hemû xebatên xwe bike bo eşkerekirina çarenivîsa kesên revandî.

"Revandin herî zêde bû para çalakgerên ku bi taybetî doza dewletek sivîl û azad bê destêwerdana derve dikirin," Hamid Mutleq, kadirekî pêşeng di hevpeymanîya Weteniyayê de wiha got.

Pir eşkere ye ku berpirsyarê van revandinan kî ye, "bi taybetî milîsên ku hez nakin Îraq xwedan serwerî be", wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku "mixabin, milîs dixwazin ku dewletê birevînin, ne bi tenê çalakger".

Milîs in ên destgemar

Parlemantarê Îraqî Basem Xeşan got ku revandina çalakgerên di xwenîşandanên cemawerî de beşdar yek ji pirsên herî girîng e, divê hikûmet qedera wan û kesên ew revandine eşkere bike.

Hêzên çekdar di revandina wan de cih girtine, wî ji Diyaruna re got, "ji ber ku xwenîşandanan ew aciz kirin, û gefek ji wan re çêkirin ku ger guhertineke baş li Îraqê were pêkanîn dê berjewendîyên wan nemînin".

Çalakger Elî Fadil ji Diyaruna re got ku pir cihê êşê ye ku tu bibînî her În malbatên kesên nebedîkirî tên Meydana Tehrîrê wêneyên zarokên xwe bilind dikin bo bînin bîra hikûmetê û cîhanê ku ew hîn girtî ne.

"Ev yek rijdbûna me li ser berdewamkirina daxwazên me bo hilbijartinên yeksan, bê destêwerdana milîsên û alîgirên wan zêde dike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?
1
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)