Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî jina Alman a li Bexdayê hatibû revandin azad dikin

AFP û stafê Diyaruna

Zikra Sersam di konferanseke rojnamegerî de li Bexdayê di 21ê Tîrmehê de, daxwaz dike ku hevala wê ya Aman Hella Mewis ya ku berî rojekê hat revandin were berdan. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Zikra Sersam di konferanseke rojnamegerî de li Bexdayê di 21ê Tîrmehê de, daxwaz dike ku hevala wê ya Aman Hella Mewis ya ku berî rojekê hat revandin were berdan. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Jineke Alman ku destpêka vê heftîyê li Bexdayê hat revandin hat azadkirin û aniha ew li bin çavdêrîya balyozxaneya xwe, berpirsan ji herdu welat roja Înê (24ê Tîrmehê) got.

"Hêzên ewlekarî çalakger Hêlla Mewis azad kir," peyvdarê serbazî yê Îraqê Yehya Resûl di daxuyanîyekê de got.

Wezareta karê hundir a Îraqê got ku hêza erkê hevbeş, di nav de hêzên bijarde yên hewlgirîya Baz, polîsê federal û yekîneyên dijî tawanê, operesyonek li rojhilatê Bexdayê pêk anî.

Wezîrê Karê Hundir Osman Xanim Mewis radestî balyozxaneya Almanî li Bexdayê kir, li gorî wezaretê.

Mewis ji sala 2013an ve kar dike û yek ji kêm biyanîyên ku li derveyî Zona Kesk ya ewlehîya wê bilind dijî, ya ku piranîya mîsyonên dîplomatîk lê dimînin.

Wê programê hunerê di koma Beyt Terkib de bi rê ve dibir û ew nêzî gelek wênekêşên û nîgarvanên ciwan bû.

Mewis ji foîsa xwe ya li orta Bexdayê derdiket şeva Duşemê dema ku êrîşkerên nenaskirî di du siwareyan de, di nav wan de kemyoneke piçûk a spî ku gelek caran ji alîyê hêzên ewlekarî yên Îarqî tê bikaranîn, ew revand.

Efserên polîs li stasyona xwecihî operesyona revandinê dît lê wan destwerdan nekir, jêderê anî ziman.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got ku ew vehesî" dema ku Mewis hat azadkirin, û teqez kir ku ew li balyozxaneyê li Bexdayê bû û spasîya hikûmeta Îraqî kir bo xebatên wê".

Jêderên dîplomatîk ji AFP re ragihand ku ew di rewşeke tendirustî ya baş de bû.

Şert û mercine mij

Hûrgilîyên berdana wê û nasnameya kesên ew revandin dimînin mij, wezareta karê hundir û Encumena Dadmendî ya Bilind dibêjin ew hîn hewl didin ku tawankaran bibînin.

Jêdereke ewlekarî ji AFP re got ku Mewis hat azadkirin li deverekê li rojhilatê Bexdayê di çarçoveya opersyoneke guhestinê de.

"Çend saetekê piştî revandina Mewis, hêzên ewlekarî mêrekî destê wî di operesyonê de hebû girt, ê angaşt ku ew endamê komeke nêzîkî Hêzên Heşda Şebî ye," jêderê got.

"Wan qebûl kir ku wan bi hev biguhêzin," jêderê anî ziman.

Tundrewên di na hêzên Heşda Şebî de, toreke ji komên çekdar ên dewlet sponserîya wê dike di nav wan de gele milîsên ku Îrana hevtixûb piştgirîya wan dike, berê bi revandin û tirsandina çalakgerên Îraqî hatin bersûckirin.

Gelek rûber li rojhilatê Bexdayê, di nav wan de navçeya Bajarê Sedir ya mişt niştecih, hêzên ewlekarî yên dewletê nikarin bigihine wan.

Hêzên Heşda Şaebî tu daxuyanîya fermî derbarê revandina Mewis dernexist, lê roja Înê peyvdarekî got ku wî hêvî kir ki desthilatdarîya Îraqî dê binêre bê çawa ew bi awayekî "nepenî" li Bexdayê ye bê agadarî ji alîyê desthilatdarîya ewlekarî.

Muqteda Sedir, kesayeteke oldar a navdar a Şîeyan, pêşwazîya berdana Mewis kir û got ku ew "mêvan" e.

Pisporekî serbazî destpêka vê heftîyê ji Diyaruna re ragihand ku gelekî gengaz e ku milîsên Îran piştgirîya wan dike li pey revandinê bin.

Wî got ku bi berfirehî gazin ji van milîsan hat kirin ji ber pêleke revandin û îdamkirinê li Îraqê ji çaxa xwenîşandanên cemawerî dest pê kirin di dawîya sala par de.

"Hêrs" piştî kuştinê

Tu kes nikaribû peywendîyê bi telefona Mewis bike roja Înê û hevalên wê dengê wê nekir.

Hevaleke Mewis ji AFP re got ku ew nîgeran bû piştî kuştina Hîşam Haşimî, Şarezayekî Îraqî yê piştgirê xwenîşandanên li dijî hikûmetê bû.

"Ez pê re (Mewis) axêvîm heftîya bûrî û bi rastî ew jî bi xwenîşandanan mijûl bû, ji ber vê yekê ew piştî kuştinê enirî bû," Hevala wê Zikra Sersam got.

Wepêşandanên mezin li Bexdayê û başûrê Îraqê yê piranîya wî Şîiî ne par çêbûn, û dest bi kampanyayekê kir li dijî hikûmeta ku ew dibînin gendel e, kêrnehatî ye û deyndara Îranê ye.

Dora 550 kesan di kirarên tundîyê yên girêdayî xwenîşandanan hatin kuştin di nav wan de bi dehan çalakger ên ku bi fîşekên ji alîyê mêrên nenaskirî ve hatin kuştin, gelek caran ew mêr li ser motoran bûn.

Bi dehan kesên din hatin revandin, hin ji wan di pişt re li nêzî malên xwe hatin berdan. Cihê yên din dimîne nenaskirî.

Efûya Navdewletî bûyeran şermezar kirin "ji ber pêngaveke gelekî kujer ji zêdegavî, tirsandin, revandin û kuştina bi qesd li dijî çalakger û xwenîşanderan".

Vê salê bi awayekî nîgeran operesyonên revandina biyanîyan zêde bûn, ên ku ev çend sal in nehatibûn armanckirin.

Di şeva sersalê de, du rojnamevanên Fransî yên serbixwe bo 36 saetan weke rehîne hatin girtin û sê xebatkarên Fransî yên bi Rêxistinên Ne Hikûmî re kar dikin bo du mehan hatin girtin.

Di herdu haletan de, ne revîner û ne şert û mercên berdana rehîneyan hatin eşkerekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500