Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Komîteyeke Îraqî bo vekirina lêpirsînan têkildarî kuştina çalakgeran tê avakirin

Faris Omran

Hinek Îraqî li merasîmên çalakger Elî Lamî tên dîtin, ku li ser destê êrîşkerine nensa hat kuştin di Kanûna Yekem a 2019an de. [Wêne ji xwebexşên koma Ciwanên Vejîna Mezopotamyayê hatiye wergirtin]

Hinek Îraqî li merasîmên çalakger Elî Lamî tên dîtin, ku li ser destê êrîşkerine nensa hat kuştin di Kanûna Yekem a 2019an de. [Wêne ji xwebexşên koma Ciwanên Vejîna Mezopotamyayê hatiye wergirtin]

Komîsyona Bilind a Mafên Mirov a Serbixwe Duşemê (15ê Kanûna Yekem) ragihand ku hikumeta Îraqî dê komîteyeke lêpirsînê bo lêkolînkirina kuştin û revandina çalakgeran di xwepêşandanên cemawerî yên li Îraqê de ava bike.

Li gorî çavkanîyeke pêbawer, "Wezareta Hundir komîteyeke taybet bo pêkanîna lêkolînan derbarê hemû kuştin û revandinan de çêkiriye" ên çalakge di xwepêşandanên li Bexda û başûrê welat armanc kirin.

Wezaretê ji komîsyonê xwest ku nûnerekî bo çavdêrîya karê komîteyê dîyar bike "bi rengkî ku bi pîvanên navdewletî re bigunce û her wiha çavdêrîya birêveçûyîna lêpirsînan bike," çavkanîyê wiha ji Diyaruna re got, bi mercê nav neyê eşkerekirin.

Çavkanîyê anî ziman ku ew hêvî dike ku komîte "encamine baş bi dest bixe ku nasnameya êrîşkaran were naskirin û bo dadgehê werin şandin."

Zarokine Îraqî pêşangeheke wêneyan li Meydana Tehrîrê ya li Bexdayê temaşe dikin di 9ê Mijdarê de ku xwepêşandanên cemawerî yên li Bexda û parêzgehên başûrî belge dikin.[Diyaruna]

Zarokine Îraqî pêşangeheke wêneyan li Meydana Tehrîrê ya li Bexdayê temaşe dikin di 9ê Mijdarê de ku xwepêşandanên cemawerî yên li Bexda û parêzgehên başûrî belge dikin.[Diyaruna]

Wê dîyar kir ku endamine komisyonê, gelek caran bang li desthilatên ewlehîyê kiriye ku xebatên hewalgirî û parêzîyê duqat bikin da xwe ji tawanên wisa biparêzin û dawîyê li kirinên van "koman" bînin.

Çavkanîyê destnîşan kir ku komisyon agahîdanekekê bo hemû çalakgerên hatine kuştin danîne, di nav de ew kesên beşdarî xwepêşandanan nebûne jî.

Ji çaxê xwepêşandan di Cotmehê de dest pê kirine , komisyonê 48 gilîname ji malbatên xwepêşanderên ku hîna wendayî ne wergirtin, çavkanîyê got.

Wê anî ziman ku ew ji kuştin û revandinê nîgeran in ku dê bandorê li cihê Îraqê yê navdewletî bikin, da zanîn jî ku Îraq pabedî lihevkirin û peymanên navdewletî yên parastina mafên mirov û azadîya derbirînê ye.

Kuştin û revandina çalakgeran

Vê mehê bi tenê, bi kêmanî pênc çalakger hatin kuştin.

Di 15ê Kanûna Yekem de, medyaya Îraqî ragihand ku çalakger Heqî Ezawî li Bexdayê hat kuştin.

Di heman rojê de, çekdarinan çalakgerekî bi navê Mihemed Casim Duceylî li taxa Filistîn kuşt li rojhilatê Bexdayê ku ji Meydana Tehrîrê vedigerîya mala xwe.

Berî wê bi çend rojan, Elî Lamî ji Medanê hat revavndin. Termê wî di sibeha 11ê Kanûna Yekem de li taxa Şeib hat dîtin, ku guleyek di serî de xwaribû.

Lamî bi dijberîya xwe ji desthilata Îranî li Îraqê û devavêtina wî ya ji destêwerdana Îranî re li ser torên civakî dihat naskirin.

Çalakgerekî bi navê Fehîm Taî jî gava diçû mala xwe li parêzgeha Kerbelayê hat kuştin.

Taî eşkere komên çekdar ên girêdayî Îranê bi armanckirina çalakgerên Îraqî tawanbar kiribû, di nav de Muhened Kabî, ku endamekî komîteya hevahengîya Kerbelayê ya çalakîyên sivîl bû.

Di destpêka Kanûna Yekem de, çalakger Zehra Sulêman hat kuştin piştî ji alîyê kesine nenaskirî ve hatibû revandin û êşkencekirin. Keça 19 salî xwarin û alîkarîyên destpêkê pêşkêşî xwepêşanderan dikir.

Çalakgerine din jî, di nav de Emced Dehamat, Endan Rustem, Husên Adil û hevjîna sî Sara Talib di bûyerine din de hatin kuştin, di nava hewldanên revandin û kuştina plankirî ya têkçûyî de.

"Sîxurên Îranî" li paş kuştinan ne

Siyasetmedar û parlamenterê berê Omer Ebul Setar "sîxurên Îranê" bi van kuştin, revandin û gefên li dijî rêveber û çalakgerên xwepêşandanan tawanbar kirin.

"Ev sîxur ji xwepêşandan ditirsin ji ber gefan li berjewendîyên wan û projeya Îranî ya dixwaze Îraqê kontrol bike dixwin," wî ji Diyaruna re got. "Ew dibînin ku ew ê bi ser bikevin eger çalakgeran di xwepêşandanan de bikin armanc."

Ebdul Setar da zanîn ku "pir belî ye ku çi cara milîs tundî û kirinên xwe yên tawanî bilind dikin, xwepêşander hîna bêhtir di xwepêşandanên xwe de bi biryar in.

Wî daxuyand ku fermandarê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî Qasim Sulêmanî "û fermandarine din ên Îranî û sîxurên wan bila baş zanibin ku tu kes piştevanîya ajendeyên wan ên tawanî nake.

Wî got ku "Îraqîyan di rêya xwepêşandanên xwe re teqez kir ku ew dixwazin welatê wan azad û serbixwe be, û ji tu kesî neyên xwestin.

Ebdul Setar bang li Îraqê kir ku helwesteke xurt li dijî "kirinên tawankarî" yên van milîsan bistîne û sînorekî ji binpêkirinên wan re deyine.

Şîrovekar Ehmed Şewqî ji Diyaruna re got ku milîsên Îraqî pêngaveke sîstematîk bo tirsandina xwepêşanderan dimeşînin.

Wî got ku "piştî wan nikarîbû xwepêşandanan bi dawî bikin, sîxurên Îranî li Îraqê berê xwe dan tundîyê ew jî di rêya armanckirina çalakgerên xwepêşander an revandin an bidûrxistina wan ji xwepêşandanan."

Şewqî destnîşan kir ku ev taktîk "têk çûn" û "xwepêşandanên ku dixwazin dawîyê li hejmûna rejîma Îranî û mîlsên ku raportan ji Sulêmanî re rê dikin berdewam in."

Wî anî ziman ku "tu hêz nikare li hember daxwazên gel bisekine".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500