Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xwepêşanderên Îraqî bo daxwazên xwe çalakîyên xwe zêdetir dikin

Faris Omran û AFP

Îraqî li Meydana Tehrîrê serdana pêşangeheke wêneyên xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin dikin. [Diyaruna]

Îraqî li Meydana Tehrîrê serdana pêşangeheke wêneyên xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin dikin. [Diyaruna]

Bi hezaran xwepêşanderên Îraqî bi hêzên ewlekarîyê re şer kirine bi hewldana girtina rêyên welatê Sêşemê (21ê Kanûan Duyem), piştî rojekê ji bidawîhatina dema destnîşankirî ya ku wan dabû desthilatan bo daxwazên wan bi cih bînin.

Ji Cotmehê ve xwepêşandanên Îraqê dest pê kirine, lê ji tirsa jidestdayîna hêza xwe ligel gurbûna tengejîyên herêmî, Duşema borî xwepêşanderan ji hikumetê re got ku tenê heftîyek pê re ye da daxwazên wan bi cih bîne yan jî ew dê çalakîyên xwe zêdetir bikin.

Wan banga lidarxistina hilbijartinên pêşwext li jêr dengdayîneke nû, serokwezîrekî serbixwe û cezakirina hemû berpirsên gendel kirin.

Destpêkê, xwepêşander li dijî aborê derketibû, lê paşê çalakîyên wan veguherîn li dijî hikumetê û daxwaza çareserîyeke giştgir kirin.

Xwepêşanderine Îraqî li Taxa Saedûn li nêzî Meydana Tehrîrê di 9ê Mijdarê de kom dibin. [Diyaruna]

Xwepêşanderine Îraqî li Taxa Saedûn li nêzî Meydana Tehrîrê di 9ê Mijdarê de kom dibin. [Diyaruna]

Gelekan Îran bi astengkirina Îraq ji alîyê sîyasî û aborî ve tawanbar kir, ku dibêjin firehbûna Îranê hişt gendelî belav bibe û xizmetguzarîyan kêm bibe.

Duşemê, mezintirîn berpirsên NY li Îraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert got ku paşguhkirina daxwazên xwepêşanderan dê "hêrs û nebawerîyê" gurtir bike.

Wê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku "çi gavên heya niha bo çareserkirina daxwazên xelkê hatine avêtin dê vala bin eger bi temamî neyên bicihanîn."

Wê da zanîn ku "yekbûna hundirîn û hevgirtin bo avakirina nermbûnekê li dijî fikirên partîyetî yên teng û destwerdana derveyî û/an jî li dijî endamên sûcker ku dixwazin rê li ber aramîya Îraqê bigirin pir pêwîst in.

Têkilîya "alîyekî sêyem"

Ji Cotmehê ve, ji ber tundîya li dijî xwepêşanderan bi kar hatibû dora 460 kesî jîyana xwe ji dest daye û 25,000 kes birîndar bûne, li gorî serjimarîyeke AFP.

Desthilat tu datayên nû derbarê hejmara qurbanîyan de nadin.

Bi rêya xwepêşandanan re, gelê Îraqî "nameyek ji cîhanê re şand tê de dibêje ku ew destwerdana Îranê di karûbarên welatê xwe de qebûl nakin," lêkolînerê sîyasî û şirovekar Ebdul Qadir Nayil ji Diyaruna re ragihand.

Wî Îran û sîxurên wê bi "armanckirina sîstematîk" ya xwepêşander û rêlibergitrina xwepêşandanan li Îraqê tawanbar kir.

Di nîvê Mijdarê de, Wezîrê Berevanîyê yê Îraqê Nacih Şemerî "alîyekî sêyem" bi kuştina xwepêşanderan tawanbar kir.

Nayil ji Diyaruna re got ku ev nîşaneyeke veşartî bo milîsên girêdayî Îranê ye, bi taybet Ketaib Hizbullah, Esaib Ehil el-Heq, rêxistina Bedir, Hereket ثم-Nuceba û Seraya Xuresanî.

Wî ev milîs bi kuştina bi "dehan xwepêşander li devera Sinik a li Bexdayê di destpêka Kanûna Yekem de tawanbar kirin," û got ku heman tawan li parêzgehên Nasiriyê, Kerbela û Necefê jî kirine.

Nayil anî ziman ku di nav de "kuştin û revandina çalakgeran."

Sekreterê giştî yê Encumena Êlên Ereb li parêzgeha Selahedînê Sair Beyatî jî komên girêdayî Îranê bi kuştina xwepêşander û çalakgeran tawanbar kir.

Li gorî çavkanîyên ji Komisyona Bilind a Mafên Mirov a Îraqî, wî got ku çekdarine nensas 33 hewldanên kuştinê di hersê mehên borî de pêk anîne, tê de 14 çalakgerên Îraqî ku li dijî Îranê bûn hatin kuştin.

Heya niha çarenûsa 56 çalakgerên revandî ne dîyar e.

Diltengîya ji Îranê

Beyatî anî ziman ku serkirdeyên artêşa Îranî "Îraq bi paş de vegerandin û abor û xizmetguzarîyên wê yên giştî wêran kirin, ji ber gendelîya milîsên [girêdayî Îranê] û talankirina çavkanîyên wê yên netewî."

Wî got ku "bi rêya xwepêşandanan re, gelê Îraqî baş bêhêvîya xwe ji bandora serkirdeyên [Îranî] li ser yekbûn û serbixwebûna welatê xwe anî ziman".

Beyatî da zanîn ku rejîma Îranî milîsên xwe bo kontrolkirina Îraqê bi kar tîne.

Wî dîyar kir ku di dawîyê de ev kontrolkirin dê ji rejîma Îranê re ne xêr be, nemaze ku aniha bi zexteke hundirîn ji alîyê gelê Îranê re rû bi rû dimîne.

Wî got ku tevî serkirdeyên wê tersî vê yekê angaşt dikin, lê desthilata Îranê li herêmê ber bi hilweşînê ve diçe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500