Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çalakgerên Îraqî di pêleke kuştina hovane de tên armanckirin

Faris Omran

Rîham Yaqûb a 29 salî ku rahînera werzişê bû û bi giranî tevlî xwepêşandanên li dijî hikumetê bûbû 19ê Tebaxê li ser destê çekdarine nenas ve hat kuştin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Rîham Yaqûb a 29 salî ku rahînera werzişê bû û bi giranî tevlî xwepêşandanên li dijî hikumetê bûbû 19ê Tebaxê li ser destê çekdarine nenas ve hat kuştin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Du çalakger hatin kuştin û pêncên din jî li Besrayê di nava kêmî heftîyekê de ji hewldanên kuştinê filitîn, ku tengijîn di navbera welatîyên ku li dijî desthilata Îranê li welatê xwe derketibûn û komên çekdar de gihaşt asta herî bilind.

Şarezayekî serbazî ji Diyaruna re got, tundîya dawî kampaneyeke sîstematîk ji alîyê milîsên bi ser Îranê ve bi bîra me de tîne, weke Ketaib Hizbulah, Esaib Ehil el-heq, û Usber el-Sairîn da devê Îraqîyên ku daxwaza bidawîanîna desthilata Îranê dikin bigirin.

Rîham Yaqûb a 29 salî ku perwerdekara werzişê bû û bi giranî tevlî xwepêşandanên li dijî hikumetê bûbû, li ser destê çekdarine nenas ve Çarşemê (19ê Tîrmehê) hat kuştin ku gule berdan otombêla wê li Besrayê.

Sê jin di otombêlê de di heman demê de hatin birîndarkirin, paşê yek ji wan mir.

Wezîrê Hundir ê Îraqî Osman Xanimî hevdîtinek bi berpirsine ewlehîyê re li Besrayê di 20ê Tebaxê de pêk anî piştî bilindkirina êrîşên çekdarî yên li dijî çalakgerên bajêr. [Wêne ji Wezareta Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîrê Hundir ê Îraqî Osman Xanimî hevdîtinek bi berpirsine ewlehîyê re li Besrayê di 20ê Tebaxê de pêk anî piştî bilindkirina êrîşên çekdarî yên li dijî çalakgerên bajêr. [Wêne ji Wezareta Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Di heman rojê de, çalakger Fetah Hesnawî bi giranî birîndar bû gava li Besrayê otombêla wan rastî gulebaraneke dijwar ji alîyê çekdarine nanas ve hat û destgirtîya wî jî hat kuştin.

Berî pênc rojan li Besrayê, çalakger Tehsîn Usama Şehmanî piştî zêdeyî 20 caran gule berdanê hat kuştin .

Duşemê, sê çalakgerên din li Besrayê -- Ludya Rîmon, Fehed Zubêdî û Ebas Subhî -- berî xwe didan mala Şehmanî da sersaxîyê ji wan re bixwazin hingê otombêlek tijî çekdarine nenans gule li wan barandin, AFP ragihand.

Hersîyan karîbû birevin, birîndar bûn û lerizîn lê xwe xelas kirin.

Di heman rojê de jî, çalakger Ruqeya Dewserî ji hewldaneke kuştinê li Besrayê filitî gava sê çekdaran ji otombêla xwe ew gulebaran kir.

Ev kuştinên armanckirî hejeke ecêb di nava civaka Îraqî de çêkir, ku berî niha ji kuştina Hîşam Haşimî li Bexdayê nîgeran in, Haşimî şêwirmendê hikumetê û zanayê karûbarên komên tunrew bû û xwedî hurmeteke mezin bû.

Tu komekê jî fermî ev kuştin negirte ser xwe û desthilatan jî heya niha ti kes siza nekiriye.

Lê hesabên li ser enternetê ku belî ye ew piştevanîya Îran û alîgirên wê li Îraqê dikin bêhtir biceger bûne û gefan li çalakgeran dixwin.

Bi dehan çalakger li Îraqê hatin kuşti ji çaxê destpêkirina xwepêşandanên dawîya Cotmehê, gelek ji wan jî li ser destê çekdarine nenas ve bi demançeyên bêdeng hatin kuştin.

NY û balyozxaneyên Rojavayî "milîs" tawanbar kirin û Bexda han dan ku azadîya derbirînê bi temamî biparêze.

Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî kuştina Yaqûb ragihand ku "nayê qebûlkirin ku êdî ev sûcdarên van êrîşan bêyî ti siza karê xwe dewam bikin".

"Bêdengkirina çalakgerên Îraqî"

Bilindkirina asta êrîşên tundîyê yên vê dawîyê li ser çalakgeran beşekî kampanyeke gişgir a ji alîyê milîsên bi ser Îranê ve ye da "hemû dengên daxwaza sepandina serwerîya welat û vegerandina serwerîya niştimanî dikin mit bikin", şarezayê serbazî û stratejî Hatim Felahî got.

Wî ji Diyaruna re anî ziman ku ev milîs bi rêya van kirinan hewl didin desthilata rejîma Îranî biparêzin ew jî bi rêya kuştina azadîxwazan û têkbirina tevgera şermezarkirinê.

Wî dîyar kir ku xwepêşandan bo milîsan çavkanîyeke nîgeranîyê bûn, ên ku tên naskirin ku kesên bi wan re nakok dikuijn.

Felahî got ku berî pêla êrîşên dawî li dijî çalakgerên Îraqî, navîgînên ragihandina Îranê kampanyeke teşhîrkirin û navtêdanê da destpêkirin.

Vê heftîyê, hesabên enternetê dest bi belavkirina nîvîsereke 2018an kir ku ji ajansa nûçeyan Mehr a Îranî ya nêzî muhafizkarên Tehranê yên tundrew girtine, tê de Yaqûb û hinekên din bi "karkirina bi toreke Amerîkî ya bo armanckirina Îran li herêmê ava kiriye" tawanbar kir.

Felahî da zanîn ku milîs bi rêya armanckirina çalakgeran bi awayekî eşkere li hember desthilata serokê hikumetê Mistefa Kazimî radiwestin, weke ku bibêjin "ew dê kirinên xwe bi dawî nekin û dê bi rêya hêzê li dijî rêgirtina li ber desthilata xwe bisekinin".

Rêkarên hikumî

Kazimî Çarşemê piştî êrîşan serokê polîsê Besrayê û hejmareke birêveberên ewlehî ji kar bi dûr xistin.

Di postekî mîdyaya civakî de got ku hikumet "dê her tiştê pêwîst bo hêzên ewlekarîyê bike da karê xwe bi cih bînin".

"Hevkarîya bi kujeran yan serçimandina ji gefên wan re nayê qebûlkirin," wî got. "Em dê her tiştê pêwîst bo Wezareta Hundir û ajansên ewlekarîyê bikin da erkê xwe yê parastina civakê ji gefên alîyên derqanûnî bi cih bînin".

Wezîrê Hundir Osman Xanimî Pêncşemê bi şandeyeke ewlehî ya payebilind re gihaşt Besrayê.

Wî teqez kir ku rewşa ewlehî li parêzgeha Besrayê "bi temamî nayê qebûlkirin", da zanîn jî ku "herkes berpirsê rijandina xwînê li Îraqê ye û dibê herkes jî vê berpirsyarîyê hilîne û rê li ber vê xeterîyê bigire".

Xanimî ferman da hêzên ewlekarîyê ku otombêlên bêyî numre werin qedexekirin û yekser werin desteserkirin.

Xanimî herwiha ferman li hêzên ewlekarîyê yên li parêzgehê kir ku şaneke hewalgirî da agahîyan kom bikin û piştevanîya xebatên ewlehî bikin bidin avakirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500