Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

"Zilamine çekdar" guleyan berdidin çalakgereke Îraqî li Besrayê

AFP

Kesek di dema oxirkirina cenazeyê hemşîreya Îraqî Cenat Mazî Husên di 22yê Kanûna Duyem de digirî, ku şeva borî li ser destê zilamine çekdar ku di otombêleke çar-palder de bûn dema ew ji xwepêşandanekê vedigerîya hat kuştin. [Husên Falih/AFP]

Kesek di dema oxirkirina cenazeyê hemşîreya Îraqî Cenat Mazî Husên di 22yê Kanûna Duyem de digirî, ku şeva borî li ser destê zilamine çekdar ku di otombêleke çar-palder de bûn dema ew ji xwepêşandanekê vedigerîya hat kuştin. [Husên Falih/AFP]

Çavkanîyeke polîsê Çarşemê (22yê Kanûna Duyem) ragihand ku çalakgereke Îraqî li başûrê bajarê Besrayê yê beravî hat kuştin, li gel xwepêşandanên ku daxwaza pêkanîna çareserîyê ji desthilatan dikin.

Çavkanîya polîsê ragihand ku "çalakgera civaka sivîl Cenat Mazî, ya 49 salî, êvara Sêşemê dora saet 11 bi şevê ji alîyê çekdarine ku di otombêleke çar-palder de bûn hat armanckirin," her wiha da zanîn ku pênc kesên din jî di nav de çalakgereke herêmî birîndar bûn.

Çavkanîyek ji navenda bijîşkîya dadwerî teqez kir ku Mazî gule lê ketibûn.

Mazî di komeke tenduristîyê ya dermankirina xwepêşanderan de kar dikir. Ev kom di demeke dereng de Sêşemê ji kampa xwepêşandanan a li Besrayê derket, piştî wê çakdarine nenas gule berdan wan.

Ev kuştina dawî pêleke tundîyê nû li dijî xwepêşanderan e.

Komisyona Bilind a Mafên Mirov a Serbixwe ya Îraqî 15ê Kanûna Yekem ragihandibû ku hikumeta Îraqî dê komîteyeke lêpirsînê bo kuştin û revandina çalakgerên ku di xwepêşandanan de tên armanckirin ava bike.

Berî niha sîyasetmedarên Îraqî "sîxurên Îranê" bi van kuştin û revandinan tawanbar dikir.

Xwepêşanderan vê hefteyê dest bi zextê li ser desthilatan kir da daxwazên wan ên ji mêj ve xwestine bi cih bînin: hilbijartinên pêşwext li jêr qanûneke dengdanê ya nû, serokwezîrekî serbixwe û pêkanîna lêpirsînê der barê kuştina xwepêşander û gendelîyê de.

Bêhtirî 460 xwepêşanderî ji çaxa xwepêşandan di destpêka Cotmehê dest pê kirine de hatine kuştin, xwepêşandan ji ber gendelî û kêmbûna derfetên kar bûn, lê ev hêrs vegehurî dijî hikumetê û daxwaza çareserîyeke gişgir hat kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500