Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

26 çalakgerên Îraqî tên kuştin ji destpêka xwenîşandanan ve

Xalid Taî

Hunermend Ebdul Qedûs Qasim (li alîyê rastê) û parêzer Kerar Adil di hefteya borî de li bajarê Emarayê hatin kuştin ji alîyê çekdaraine nenaskirî ve. [Wêne li ser înternêtê hatiye belavkirin]

Hunermend Ebdul Qedûs Qasim (li alîyê rastê) û parêzer Kerar Adil di hefteya borî de li bajarê Emarayê hatin kuştin ji alîyê çekdaraine nenaskirî ve. [Wêne li ser înternêtê hatiye belavkirin]

Bîst û şeş çalakger ji alîyê çekdarine nenaskirî ve hatin kuştin ji çaxê destpêkirina tevgerên xwenîşandanan li welat di Cotmeha borî de, Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Îraqê bo Mafên Mirov Duşemê (16ê Adarê) ragihand.

Komîsyonê kuştina 26 çalakgeran tomar kiriye, ên ku yekser bi fîşekên çekdarên nenaskirî hatin kuştin, Elî Beyatî peyvdarê komisyonê, ji Diyaruna re ragihand.

Sêzdeh çalakgerên din di hewldanên kuştinê yên ne çûne serî hatin birîndarkirin, lê 15 din ji hewldanên mîna van bê ziyan der ketine.

Bi vî awayî hejmara giştî ya hewldanên kuştinê digihe 54an ji destpêka xwenîşandanên cemawerî yên daxwaza çaksazîya siyasî dikin, li gorî Beyatî.

Îna borî, çalakgerê sivîl Rehîm Sajit Mutefecî li orta Busrayê ji alîyê çekdarekî ku çekekî bêdeng bi kar anî hat kutin.

Ev êrîşa dawî tenê sê rojan piştî kuştina du çalakgeran tê -- hunermend Ebdul Qedûs Qasim û parêzer Kerar Adil -- li bajarê Emarayê, li navenda parêzgeha Meysanê.

Partîyên çekdar tên bersûckirin ku ew kuştinên armanckirî bi kar tînin bo çewisandina xwenîşandanan.

Berpirsên ku berê bi Diyaruna re axêvîn milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike bersûc kirin ku ew pêngavine sîstematîk pêk tînin li dijî çalakgeran da ku xwenîşanderan bitirsînin.

Tunekirina sîstematîk ji çalakgeran re

Beyatî got ku xwezaya kuştinan yek e "kiryarên sîstematîk ên terorîst in, ne kiryarine tekekesî ne, ji ber ev çend meh in ew berdewam in û li devereke cografî ya berfireh li welat in".

Wî anî ziman ku "ajansên ewlekarî berpirsyar in ku van êrîşan rawestînin, êrîşên ku gelekî bi awayekî lezgîn çêdibin, û hejmareke mezin ji qurbanîya li pey xwe hiştin".

"Erkê sazîyên ewlekarîyê yên pêwendîdar e ku lêpirsînan di hemû bûyerên terorkirinê de, sûcdaran bi zûtirîn dem bigire, çarenivîsa wan ji raya giştî re eşkere bike, û misoger bike ku ew cezaya xwe ya rewa werbigirin," wî got.

Beyatî bang li hêzên ewlekarîyê kir "ku xebatên xwe yên nehiştina komgehên çekan li Îraqê zêde bikin, partîyên çekdar bigirin û sivîlan ji xeterîya wan biparêzin".

"Ev alî li pişt terorkirina çalakgeran in bo xwenîşandan bi rêya tawanên wan werin tirsandin û xwenîşandanên xwe nedomînin," wî got.

"Lê ev rêbaz bi ser nakeve ji ber ku tundîyê tevgera nerazîbûna xelkê bi dawî nekir, lê belê ew zêde kir," wî got.

"Lewra gumana me heye ku ev kom xwedan armancine din bin, dibe ku ew hewl didin ku xwenîşandanan mîna şeytanekî nişan bidin, tundîyê bidin pêş û gelemşe û kaosê belav bikin," Beyatî da zanîn.

Herwiha komisyonê gelek rewşên revandina çalakgeran jî tomar kirin.

Beyatî got "22 çalakgerên ku di çend mehên dawî de hatibûn revandin, serbest hatine berdan, da zanîn jî ku 42 çalakgerên din hîna çarenivîsa wan ne dîyar e.

Heftîya borî, çekdarine nenas rojnamegerê bi navê Tewfîq Temîmî li rojhilatê Bexdayê revandin, gava ew diçû karê xwe.

Di heman demê de, çarenivîsa rojnameger û weşanger Mazin Letîf jî ne xuya ye, ku ji berîya mehekê ve hatiye revandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500