Nûçeyên Iraqê
Medya

Kuştina zêde ya rojnamegerên Îraqî nîgeranîyan peyda dike

Xalid Taî

Di vê wêneya ku li ser enternetê hatiye belavkirin de rojnamegerê kenala Dicle Ehmed Ebdul Semed (li çepê) û kameravan Sefa Xalî tên xuyakirin, ku herdu meha borî li ser destê kesine nenas li Besrayê hatin kuştin. [Dosya]

Di vê wêneya ku li ser enternetê hatiye belavkirin de rojnamegerê kenala Dicle Ehmed Ebdul Semed (li çepê) û kameravan Sefa Xalî tên xuyakirin, ku herdu meha borî li ser destê kesine nenas li Besrayê hatin kuştin. [Dosya]

Sê rojnamegerên Îraqî ji destpêka salê ve hatine kuştin, ku ev yek nîgeranîyên mezin li cem rêxistinên parastina mafên rojnamegerîyê çêdike ku komên çekdar hewl didin devê rojnamegeran bigirin ên xwepêşandanên li sernaserî welêt dişopînin.

Nîzar Danûn, serperiştê giştî yê kenala el-Reşîd, di nava dawîn qurbanan de bû.

Çekdarin ku di otombîleke bê hejmar de bûn Seşemê (11ê Sibatê) Danûn kuştin. Gule bi rêya çekên bêdeng li nêzî mala wî li taxa Camia, rojavayê Bexdayê berdan wî, berî bervin cihekî ne dîyar.

Hêzên ewlekarîyê yekser dest bi lêpirsînan kir da nasnameya êrîşker nas bikin, li gorî daxuyanîyeke kenalê.

Xwepêşanderine Îraqî li pêşangeheke filmkartûnan 9ê Mijdara 2019an li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê amade dibin, meydana ku xwepêşander lê kom dibin. [Diyaruna]

Xwepêşanderine Îraqî li pêşangeheke filmkartûnan 9ê Mijdara 2019an li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê amade dibin, meydana ku xwepêşander lê kom dibin. [Diyaruna]

Ev êrîş piştî kuştina nûçegihanê kenala Dicle Ehmed Ebdul Semed û kameravan Sefa Xalî bi mehekê hat ku herdu li ser destê kesine nenas li Besrayê hatin kuştin.

"Danûn qurbanê sêyemîn e ku di civaka ragihandinê de di kêmî mehek û nîvê de tê kuştin," serokê Komeleya Parastina Mafên Rojnamegerên Îraqî Ibrahîm Seracî got.

"Rêzekuştina plankirî ya rojnamgeran berdewam dike ligel lêpirsînên lawaz û rêkarên cezakirinê yên der heqê van kuştinan de," Seracî Pêncşemê (13ê Sibatê) ji Diyaruna re got.

Alîyên çekdar bi van kuştinan tên tawanbarkirin, bi armanca rêlibergirtina xwepêşandanan û neçarkirina medyayê ku wan neşopînin.

Bêhtirî 100 êrîşî li dijî rojnamegeran pêk hatine

Li gorî Seracî, bêhtirî 100 êrîşî li dijî rojnameger û dezgehên ragihandinê pêk hatine ji destpêka xwepêşandanên ku di dawîya Cotmehê de hatibû destpêkirin.

Di nav de, êrîşên li dijî ofîsên kenalên TV ji alîyê komên "nebirêxistinkirî", herwiha alavên wan hatine wêrankirin û êşkenceke li rojnameger û kameravanan hate kirin.

Wî da zanîn ku gelek rojnameger yekser rastî êrîşan hatin lê wan ji tirsan re ev yek eşkere nekir. Hinek din jî rasterast gefa kuştinê li wan hate xwarin, tiştê hişt ku ew neçar bibin ew biçin deverine ewletir.

Wî bang li hikumetê kir ku bêhtir bal bikişîne ser van kuştinên zêdebûyî li dijî rojnamegeran û lêpirsînên rastîn pêk bîne ku bi rêya wan tawanbar werin pêşberî dadwerîyê û rê li ber tundîyê were girtin.

Seracî dîyar kir ku "divê jîngeheke ewle ji van rojnamegeran re peyda bibe ku karên xwe bi hêsanî bikin, agahîyan kom bikin û xwe bigihînin cihên bûyeran".

Wî anî ziman ku biryara wezîrê hudir ê Îraqî Yasîn Yasirî ya meha borî ku rojnameger dikarin çekan bi xwe bibin "ne çare ye".

Seracî daxuyand ku bikaranîna çekan divê tenê di destê hêzên ewlekarîyê de be ji ber ew alîyê tekane yê dikare parastinê ji hemû kesî re peyda bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500