Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Zanayê olê yê bilind ê Îraqê êrîşên li ser xwenîşanderan şermezar dike

AFP

Ev wêneyê ku 7ê Sibatê hatiye girtin posterekî zanayê olê yê bilind ê Şî'î Elî Sistanî li jêr aleke Îraqî nîşan dide, li raserî Meydana Tehrîr li orta Bexdayê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Ev wêneyê ku 7ê Sibatê hatiye girtin posterekî zanayê olê yê bilind ê Şî'î Elî Sistanî li jêr aleke Îraqî nîşan dide, li raserî Meydana Tehrîr li orta Bexdayê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Zanayê olê yê bilind ê Îraqê Înê (7ê Sibatê) êrîşên vê dawîyê jên li ser xwenîşanderên li dijî hikûmetê şermezar kirin.

Heşt xwenîşander vê heftîyê hatin kuştin diêrîşên li ser kampên mangirtinê de ji hêla alîgirên zanayê olê Muqteda Sedir ve, di nav de li bajarê Necefa pîroz.

Di gotara xwe ya heftîyane de ku nûnerekî wî pêşkêş kir, Ayetulah Elî Sistanî xwînrijandin şermezar kir û got ew "ezarbar e û cihê daxê ye" û got ku hêzên ewlekarîyê yên dewletê "kes cihê wan nagire" bo parastina Îraqê "ji kaosê û gêre û gelemşeyê".

"Tu behane tune ye ku ew vî erkê xwe pêk neyînin, û ne rewa ye ku tu kes rê li ber wan bigire di vê çarçoveyê de," Sistanî got.

"Divê ew berpirsyarîya xwe ya misogerkirina ewlehîyê û aramîyê, parastina xwenîşandanên aştîyane û cihên kombûnên wan, eşkerekirina nasnameyên êrîşkeran û fitnegêran, û parastina berjewendîyên welatîyan ji êrîşên tekderan bi cih bînin."

Sistanî êrîşên li ser xwenîşanderan di gotarên berê de şermezar kirin.

Gefên nû ji hêla şopdarên Sedir ve

Vê heftîyê, xwenîşanderan got ku ew rastî gefeke nû ji alîyê alîgirên Sedir ve hatin, yê ku destpêkê piştevanîya xwenîşandanan dikir lê pişt re wî ev piştgirî bi dawî kir û berbijêrkirina Muhemed Elawî mîna serokwezîrê nû yê Îraqê heftîya borî qebûl kir.

Alîgirên Sedir êrîşî xwenîşanderên din kirin, ew ji kampên wan ên mangirtinê li navendên bajarên mezin der xistin.

Li Hilayê, xwenîşanderek bi kêran ji hêla alîgirên Sedir ve, yên ku kumên rengşîn li xwe dikin, bi giranî hat birîndarkirin. Roja Çarşemê li Necefê heft çalakger bi fîşekan mirin piştî ku alîgirên Sedir êrîşê kampa wan kirin.

Xuya ye ku gotara Sistanî moralên xwenîşanderên mayî li Meydana Tehrîrê li orta Bexdayê roja Înê bilind kirin.

"Min temaşe dikir, ez ditirsîyam ku ew dê pir bi giştî biaxêve û di encamê de dê serkutkirina xwenîşandanan zêde bibe," çalakgerekî ku xwe bi navê Elî da nasîn got.

"Lê wî karî nameyekê bide: ew hêzên ewlekarîyê yên fermî qebûl dike, ne 'kum rengşîn' û ne kesekî din."

Milîsên ku Îran piştevanîya wan dike bi terorkirin, revandin û gefkirina li siyasetvanên dijbir û çalakgerên ku tevlî xwenîşandanan dibin tên tawanbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500