Nûçeyên Iraqê
Medya

Rojnamegerên Mûsilê li hember "çanda kînewerî û tundûtûjiyê" erkdar in

Xalid Ta'î

Rojnamegerên Mûsilê fêr dibin çawa çîrokên li dor çespandina aştiyê li bajarên xwe binivîsin weke beşekî ji dîdareke medyayî ya nû. [Wêne ji rûperla Facebookê ya Mûsil 2020 hatiye wergirtin]

Rojnamegerên Mûsilê fêr dibin çawa çîrokên li dor çespandina aştiyê li bajarên xwe binivîsin weke beşekî ji dîdareke medyayî ya nû. [Wêne ji rûperla Facebookê ya Mûsil 2020 hatiye wergirtin]

Rojnamegerên Iraqî yên ji parêzgeha Nînewayê serkêşiya însiyatîveke medyayî dikin ji bo çespandina aştiyê li Mûsilê weke amadekarî ji rizgarkirina wê ya tam re ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Tîmeke ji 25 rojnamegeran Dîdara Rojnamegerên Mûsilê bo Piştgirîkirina Aştiyê pêk anî, ku ew armanc dike rojnivîsên şêniyên bajêr li serdema DAIŞ û qonaxa piştî rizgargirikê belge bike.

Dîdar dê giraniyê bide geşkirina lihevkirina civakî û hilkirina çanda kîneweriyê û tolhildanê.

Biryara lidarxisitna vê dîdarê ji rola medyayê "weke hîmeke sereke ya ji nû ve bunyadkirina civakan piştî cengan û belayan hat", Xidir Domelî, ku yek ji rojnamegerên ku endamên tîmê rahênnan dike, got.

"Armanca xebata me zalal e; em dixwazin weke rojnameger beşdariyê di peydakirina jîngeheke lihevkirinê li Mûsilê û Nînewayê di serdema piştî DAIŞ de bikin," wî ji Diyaruna re got.

"Em mereq dikin ku destekê bidin rûbirûbûna çanda kîneweriyê û tundûtûjiyê ya ku terorîstan hewl da ku li civakên xwecihî bicih bikin, û aştî, aramî û yekrêziyê di navbera tevahiya beşên civakê de ava bikin," wî got.

Şerekî kultûrî û îdyolojî

"Piştî rizgarkirina Mûsilê, şerê me yê li hember terorîzêmê dê şerekî çandî be daku paşmahiya îdyolojiya wê ji nav bibe, ew jî bi hevahangî ligel hemû ronakbîr, nivîser û rojnamegeran," Domelî got.

Endamên Tîmê rahênaneke çirûpir dibîbîn bi çavdêriya Rêxistina Navdewletî ya Piştigirya Medyayê (IMS), ku rêxistineke ne hikûmî ye, û navenda wê li Denmark e.

Rahênan giraniyê dide çawaniya çêkirina rêport û fîçerên medyayî ku piştgiriya ji nû ve bunyandkirina tevjiyankirina aştiyane li herêmên ku krîzan jiyan dikin dike.

"Dê korsên rahênanê salekê dirêj bikin, û dê rojnamegerên zêdetir derfeta tevlîbûyîna di tîmê de bibînin, herwiha kesên ku dixwazin destekê bidin civakên xwe jî," Domelî got.

"Dê hejmara endamên tîmê me sînordar be," wî da zanîn.

Çîrokên azar û berxwedanê

Tîmê dest bi komkirina çîrokên serpêhatinên xelkê Mûsilê kiriye.

Ew binpêkirinên ku DAIŞ encam dane belgeh dikin û reva xelkê bajêr bo kampên awareyan û xelasbûna wan li ser destê hêzên rizgarker vedibêjin.

Naverasta Hezîranê, dê nofê yekem ên çîrokan, tev wêneyan û vîdyoyan berdest bibin li ser malpereke ku dê yekemîn portala medyayî ya dîdarê be.

"Me gelek çîrok ji xelkên xwecihî kom kirine û aniha 15 çîrokên medyayî hazirin ji weşanê re her dema ku malpera me dest pê kir," Sufyan Meşhedanî, rojnamegerekî beşdar e di dîdarê de, got.

"Em hewl didin ku çîrokên bi sirûşta mirovî û bihest hilbijêrin," wî ji Diyaruna re got. "Armanca me ya sereke ji vê însiyatîvê ew e ku fokesê li ser tawanên DAIŞ bikin û tevgereke civakî ya dijberiya îdyolojiya dijwariyê dike û aştiyê saz dike peyda bikin."

"Em dê bi taybetî hewl bidin ku rûbirûyî pirsgirêkên civakî û tevlîheviyên ku DAIŞ li nav civaka Mûsilê de çêkirina bibin, û şîrazê civakî di navbera take kesan vegerînin," Meşhedanî got jî.

"Terorîstan wêraniya giştî û tawanên ku birînên kûr hiştin bi xwe re anîn, lê baweriya me bi xwesteka xelkê ya yekrêziyê û destpêkirina jiyaneke bê terorîzm tê," wî anî ser ziman.

Tîm dixwaze ku "xweragirî û mêrxasiya xelkê Mûsilê û zehmetî û qurbanîdayînên wan di berxwedana li hember DAIŞ de bi dirêjahiya dagirkirina wê ji bajêr nîşan bide", Meşhedanî got.

Ev e pûpela Facebookê a dîdarê, "Mûsil 2020", refleksa "awatên me weke rojnameger ku em bajarê xwe ewle û xemildar bikin, û şadbûna bi qedandina ji nû ve avakirina wî heta 2020ê dike", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500