Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Wekîlên Pasdaran pêla kuştinên li dijî çalakgerên Îraqî berdewam dikin

Faris Omran

Serkirdeyên êlan Ebdul Nasir Terfî Taî, ku rexnegirekî tûj ê Îran û wekîlên wê yên li Îraqê ye, ji hêla komeke çekdar ve li ber mala xwe li başûrê Îraqê di 1ê Mijdarê de hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Serkirdeyên êlan Ebdul Nasir Terfî Taî, ku rexnegirekî tûj ê Îran û wekîlên wê yên li Îraqê ye, ji hêla komeke çekdar ve li ber mala xwe li başûrê Îraqê di 1ê Mijdarê de hat kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Komên çekdar ên Îraqî yên ku Pasadarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) piştgirîya wan dike û bi pêşengîya Ketaib Hizbulah in kuştinan pêk tînin daku Îraqîyên dijberî rojeva xwe bêdeng bikin û bitirsînin, çavdêran ji Diyaruna re ragihand.

Di sala dawî de, bi dehan çalakger ji hêla "çekdarên nenas" ve hatin kuştin hevdem ligel hebûna xwenîşandanên li dijî gendelîyê, xizmetguzarîyên nebaş ên hikûmetê û destêwerdana biyanî di karûbarên navxweyî yên Îraqê de - bi taybetî ji hêla Îranê ve.

Kuştina herî dawî di 1ê Mijdarê de qewimî, dema ku çekdarine nenas Ebdul Nasir Terfî Taî, serkirdeyê êlekê, li ber mala wî li Emarayê, li başûrê Îraqê kuştin.

Taî wekî alîgirekî sereke yê xwenîşandanan û rexnegirekî tûj yê wekîlên Pasdaran li Îraqê dihat naskirin.

Îraqî di 30ê Cotmehê de li Bexdayê kom bûne daku şîna hevalên xwe yên xwenîşander girê din, ku tê angaştkirin ku ji hêla milîsên ku Pasdaran piştgirîyê dide wan ve hatine kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Îraqî di 30ê Cotmehê de li Bexdayê kom bûne daku şîna hevalên xwe yên xwenîşander girê din, ku tê angaştkirin ku ji hêla milîsên ku Pasdaran piştgirîyê dide wan ve hatine kuştin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Armancgirtina rojnamegeran

Çekdaran di çend mehên dawî de gelek çalakger û xwenîşander hedef girtin. Di nav kesên hatine kuştin deRîham Yeqûb, Tehsîn Osama Şehmanî, Enwer Casim Mehwûs, Ebdul Qedûs Qasim, Kerar Adil, Fehîm Taî û Rehîm Sacit Muntefecî bûn.

Herwiha yek ji kesênku hat kuştin şiroverkarê ewlehî yê navdar Hişam Haşimîbû, yê ku berî ku were kuştin ji hêla Ketaib Hizbulah gef lê hatin kirin.

Ev gef piştî ku şiroveyên Haşimî bal kişand ser rola milîsên girêdayî Pasdaran di êrişên li ser Navçeya Kesk a Bexdayê de hatin.

Tenê di sala dawî de,373 êrişên li dijî rojnamevanên Îraqî hatine tomar kirin. Rojnameger Ehmed Ebdul Semed û Sefa Xalî hatin kutin, û hin rojnameger rastî gefên kuştinê hatin û hejmarek ji wan hatin revandin. Çekdarinan êrîş kir ser ofîsên çend dezgehên ragihandinê yên Îraqî jî.

Gelek çalakger û rojnamevan ji tirsa kuştinê neçar man ku ji cihên xwe biçin.

Rakirina çaksazan ji holê

Pisporê serbazî Eyad Tofan ji Diyaruna re got "ev kuştin ne tenê sînordar in bi partîyekê an alîyekî ve; ew armanc dikin ku pêşîya çalakgeran bigirin û wan terorîze bikin û rola wan di çaksazîkirina sîyaseta welat de kêm bikin."

Wî got ku dîmenên vîdyoy nîşan didin ku tawanbar kujerên profesyonel in ku piştgirîya wan a lojîstîkî wekî pere, wesait, çek û alavên ku pê ve çavdêrîya qurbanîyên xwe dikin heye.

Kuştina Hişam Haşimî "mînakekî eşkere ya wê yekê ye".

Tofan da zanîn ku nûnerên Pasdaran dixwazin teror û kaosê li welat belav bikin daku kontrola xwe ya li ser serwerîya Îraqê misoger bikin û got, "Her kuştinek gefeke eşkere ji çalakgerên din re ye."

Komara Îslamîdi binpêkirinên mafên mirov de li hundir û derveyê Îranê xwedî dîrokeke dûvdirêj e, ku şopandin û jinavbirina dijberên xwe li seranserê cîhanê dihundirîne. Ji dema ku wê di 1979an desthilat girt destê xwe, wê li zêdetir ji 40 welatan 360 kes kuştine.

Şêx Sair Beyatî, sekreterê giştî yê Encumena Êlên Ereb li parêzgeha Selahedîne, ji Diyaruna re got ku rejîma Îranê bi rêya Ketaib Hizbulah kuştinan pêk tîne û armanc dike ku kesayetên çalak ên ku li gorî wê bandor û berjewendîyên Pasdaran dixin metirsîyê bêdeng bike.

Wî da zanîn ku "Efserên Pasdaran Ketaib Hizbulah û milîsên din perwerde dikin bo kesayetên li dijî Îranê birevînin û bikujin."

Wî dîyar kir ku "fermanên kuştinê ji hêla Îranê ve di forma lîstan de têne derxistin" û got ku "bicihanîna wan ji hêla komên dilsoz ve tê kirin, ên ku tevlêbûna wan di van tawanan de êdî ne veşartî ye".

Beyatî got ku kiryarên dijminkarî yên endamên milîsê beşek in ji hewlên wan ên bi armanca "binpêkirina serwerîya yasayê, têkbirina sîstemê û tirsandina kesayetên navdar ên Îraqî yên ku li dijî hegemonîya herêmî ya Îranê ne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500