Çalakger û rojnamevanên di xwenîşandanên li Îraqê de beşdar dibin hîn tên armanckirin, xuyaye ev hewldaneke daku rexneyên derbarê destwerdana Îranê di Îraqê de bê deng bikin, pisporan ji Diyaruna re ragihand.
Di 5ê Nîsanê de, çekdaran girtine ser mala çalakger Enwar Casim Mehwûs li parêzgeha Nasirîyayê, ya weke Um Ebas tê naskirin û fişek avêtin, Mehwûs kuştin û herdu birayên wê birîndar kirin.
Mehwûs çalakgereke navdar bû ya bi beşdarbûna xwe ya çalak di xwepêşandanan de û amadekirina xwarinê ji xwenîşanderan re dihat naskirin.
Kuştina wê rûdana herî nû bû di zincîreke êrîşên ji heman cureyê yên rû dane ji çaxa ku xwenîşanan di Cotmehê de dest pê kirine.
Çavdêr milîsên Îran piştgirîya wan dike bi berpirsyarîya van bûyeran tawanbar dikin.
"Milîsên çekdar li pey van kuştinan in," pisporê têkilîyên navdewletî Hîlal Obêdî ji Diyaruna re ragihand
Wî got ku ew li çalakger û rojnamevanên ku piştgirîya redkirina gelê Îraqî ji hejmûna Îran û wekîlên wê re dinêrin weke "jêdereke gefê divê bi tundîyên li dijî wê derkevin".
Obîdî got ku kuştina hevrikan û tirsandina xelkê "rêbazê kar ê bi tenê ye ku ev komên çekdar pêk tînin".
Wî got ku ew heta guh nadine gefa vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19). "Berevajî wê, ew sûdê ji petayê werdigirin daku tawanên hovane li dijî xelkên bêgunih pêk bînin û berdewam bikin ecindeyên xwe yên terorîst bi cih bînin."
Berî kêmî mehekê ji kuştina Mehwûs, hunermend Ebdul Qedûs û parêzer Kerar Adil li bajarê Amarayê yê parêzgeha Meysanê hatin kuştin.
Navendên girtinê yên nepenî
"Kuştin ji alîyê milîsên Îraqî yên desthilatdar ve tên bicihanîn, yên herî navdar di nav wan de Ketaib Hizbulah û Esaib Ehl el-Heq," şirovekar û lêkolînerekî siyasî Ebdul Qadir Nayil ji Diyaruna re eşkere kir.
Wî got ku kiryarên tundîyê bi awayekî berfireh li dijî çakageran hatin arastekirin li parêzgehên başûrî di encama şermezarkirina eşkere ji destwerdana Îranî û gendelîya milîs û partîyên siyasî yên girêdayî Îranê.
Wî got ku armanc ji van tawanan ew e ku "dengan bêdeng bikin û tirsê belav bikin".
"Milîs naxwazin ku Îraqî dengê xwe bilind bikin û qehra xwe derbarê zêdegavîyên li ser mafên wan, kêmkirina baorîya wan ji bo berjewendîyê Îranê û kêmkirina serwerîya wan derbirîn bikin," Nayil got.
Wî got ku komên hevalbendên Îranê aniha zindanên nepenî û navendên girtinê li taxên Sedir el-Qenat û Dora li Bexdayê bi kar tînin, ligel Cerf el-Nesr, ya ku berê weke Cerf el-Sexr dihat naskirin.
"Ev navend mişt sivîlên ku hatine çewisandin û girtin bê ku ti fermanên girtinê yan sûcdarkirina qanûnî," wî got û destnîşan kir ku hin ji wan di van navendan de mirin ji ber êşkencekirin û şert û merên sazîyan ên xirab.
Armanckirina rojnamevanan
Ligel 27 çalakgerên ku hatine kuştin, 42 rojnamevan ji alîyê komên nenaskriî ve hatine revandin. Di nav wan de du rojnamevanên navdar, Tewfîq Temîmî û Mazin Letîf.
Revandin beşek ji kampanyayeke çewisandinê ya ku milîs li dijî serkirdeyên xwenîşandanan û rojnamevanên ku bersiva dijwar rexne kir bi cih tînin, şirovekarê siyasî Ala Neşo ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku ev milîs bi awayekî hêsan xwe didin ber kuştina rojnamevanan, û weke mînak behsa kuştina Kanûna Duyem a peyamnêrê kenala asmanî ya Dicleyê Ehmed Ebdul Semed û wênekêş Sefa Xalî kir dema wan xwenîşandan li Besrayê rûmal dikirin.
Wî got ku wekîlên Îranê dixwazin berjewendîyên xwe yên aborî û siyasî li dijî tevgerên bi çi rengî bin biparêzin, tevgerên daxwaza mafên cemaweran dikin û dixwazin ku qanûn were sepandin û çek tenê di destên dewletê de bin.
Neşo anî ziman ku ew tevlihevîyê han didin, ji ber ew hebûna wan misoger dike û dihêle ku karibin çalakîyên xwe yên neqanûnî berdewam bikin.
Wî got ku divê ev kes nema berhengarîyê li dijî qanûnê bikin bê ku werin cizakirin. "Divê desthilatdarîya têkildar peygerînên şefaf û dadmend vekin daku tawanbarên berpirs derbarê van kuştin û revandinan ciza bikin".