Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ketaib Hizbulah a dilsoza Îranê xeterîyê li ser ewlehîya Îraq û herêmê çê dike

Faris Omran

Endamekî milîsa Ketaib Hizbulaha Îraqî di wêneyele li ser înternetê hatiye belavkirin tê dîtin.

Endamekî milîsa Ketaib Hizbulaha Îraqî di wêneyele li ser înternetê hatiye belavkirin tê dîtin.

Îran ya ku gelekî destwerdanê di kar û barên Îraqî de dike bi serkêşîya Ketaib Hizbulah, milîseke ku ji alîyê cîgirê serokê Hêzên Heşda Şebî ya berê ve hatiye damezrandin Ebû Mehdî Muhendis û gelekî dilsoza Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) e.

Piştî kuştina Muhendis li gel fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî di 3yê Kanûna Duyem de, hevrikî di nav milîsên Îran piştgirîya wan dike zêde bû.

Ketaib Hizbulah, tevî wê yekê jî, heta aniha cihê xwe parastiye û ya herî navdar di nav wan de.

Tevî ku nezelalî li derdora heykelê wê yê serbazî û îdarî heye, milîsê bi awayekî dîyar îdîolojîya xwe destnîşan kir weke komeke ku eqîdeya Wîlayet el-Feqîh (Serwerîya Hiqşqnas) dişopîne, parlementerekî Îraqê yê berê Taha Lehîbî got.

Çekdarên Ketaib Hizbulah li Bexdayê digihine hev di 8ê Hezîrana 2018an de. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

Çekdarên Ketaib Hizbulah li Bexdayê digihine hev di 8ê Hezîrana 2018an de. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

"Ev milîs gelekî dilsoza Îranê ye û endamên wê tenê bi fermanên serkirdeyê Bilind yê Îranî Elî Xameneî û Pasdaran dikin, yên ku yekser serperiştîya temwîlkirin, dabînkiirna çekan û rahînana wan dikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Ne weke milîsên din ên navdar, ev kom tu nûnertîya wê ya siayasî nîne, ew bi awayekî bêtir azad bi karê xwe radibe û berhengarîya hikûmetê dike û tevlihevîyê bo xizmeta berjewendîyê Îranê çêdike," wî got.

Ketaib Hizbulah kete vî şêweyê xwe yê aniha ji Nîsana 2007an ve dema ku pênc komên çekdar ên çalak ji 2003yan ve -- Ketaib Ebû Fedl Ebas, Ketaib Kerbela, Ketaib Secad, Keyaib Zêd Ibn Elî û Ketaib Elî Ekber -- tevlî hêzan bûn.

Gelek fermandarên Lubnanî û Îranî berpirs bûn derbarê rahênankirina Ketaib Hizbulah, fermandarê herî navdar Cîhad Muxnîyê bû, serkirdeyê Hizbulaha Lubnanî yê berê yê ku li Sûrîyayê hat kuştin di sala 2015an de.

Îranê biryar da ku navê "Ketaib Hizbulah" bi kar bîne daku hevşêwazîya bi hevalbenda xwe, Hizbulaha Lubnanî re dîyar bike, weke hewldanekê daku piştgirîyê bo çalakîyên wê bi dest bixe û daku hebûna wê rewa be.

Texmînên vê dawîyê destnîşan dikin ku dora 7,000 çekdar di nav refên Ketaib Hizbulah de ne, bi awayekî sereke li rojavayê Îraqê belav in, li dirêjahîya sînorê Sûrî û deverine din li Îraqê. Dora 1,500 çekdaran li Sûrîyayê belav in.

Wezareta Derve ya Amerîkîev milîs weke komeke terorîst destnîşan kir di Tîrmeha 2009an de û 26ê Sibata vê salê wê Ehmed Hemîdawî, yê ku kete şûna Muhendis de li, lîstê zêde kir.

Metirsî li ser aştîya civakî

Ketaib Hizbulah "xwedî dîrokeke dirêj e di warê tawan û destkarîkirin di ewlehî û serwerîya Îraqê û ewlehîya herêmê de", rojnamevanê Îraqî û şirovekarê siyasî Ziyad Sincarî got.

"Ji çaxa ku çêbûye, vê komê hewl da ku serdestîyê di proseya çêkirina biryara Îraqî de bike," wî ji Diyaruna re eşkere kir û dîyar kir ku ew "hîn gefeke cedî li ser aştîya civakî çêdike herwekî ku ew fitna tayifgerî û tevlihevîyê gur dike".

Wî got ku ji sala 2014an ve, destên Ketaib Hizbulah "di bêwarîkirina ne kêmî 50,000 kesên sivîl ji malên wan li navçeya Cirf el-Sexir heye", li başûrê Bexadyê li parêzgeha Babilê.

Milîsê bi hezaran sivîl revandin ji deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin û di pişt re "wê ew ber bi zindanine nepenî ve li vê navçeya îdarî veguhestin", Sincarî got.

Wî anî ziman ku Ketaib Hizbulah ev devera dervey qanûnê ji xwe re "kire baregehek, heta ajansên ewlehîyê yên dewletê nikarin derbasî bibin".

Wî got ku "milîsê tawanên şer pêk anîn, di nav wan de êşkencekirin û kuştina girtîyan û veşartina wan di komgoran de".

Kifşkirina 31 laşên nasnameyên wan nenaskirî nêzî Cirf el-Sexr di Tebaxa 2019an de hişt ku qerebalix di nav niştecîyên xwecihî çêbibe, yên ku komên çekdar ên li dervey qanûnê kar dikin pê tawanbar kirin.

Bikaranîna Îraqî weke qadeke şer

Sinacrî Ketaib Hizbulah bi "pêkanîna qirkirina etnîk û guhertina dîmografî li beşên Îraq ên ji DAIŞê hatine rizgarkirin tawanbar kir". Herwiha wî ew bi "bîkaranîna Îraqê weke qadeke şer bo gefê li welatên cîran bixwe tawanbar kir".

Milîsê "bi awayekî berdewam êrîşên bi mûşekan li ser baregehên serbazî yên Îraqî bi cih anîn, devera ku şêwirmendên hevpeymanîya navdewletî lê bi cih in, herwiha balyozxane û mîsyonên dîplomatîk li zona Kesk li Bexadyê ne", wî got.

"Çewisandina wê ya tund ji xwenîşandanên Îraqî yên li dijî hejmûna Îranê xwezaya rast a vê milîsê eşkere kir ku ew tenê komeke dixwaze ziyanê bigihîne Îraqîyan ji bo berjewendîyên Îranê," wî anî ziman.

"Xwenîşandanên ciwanan li Îraqê planên Ketaib Hizbulah ên gurkirina tayfgerîyê û dirandina nasnameya niştîmanî têk birin," pisporê stratejî yê Îraqî û şirovekarê siyasî Ala Neşo ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "Îraqî baş van planan nas dikin û wan serî li dijê wan hilda, serdestîya van milîsa û milîsên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê û bandora wan li ser kar û barê navxweyî li welatê wan red dikin".

"Îran milîsan weke alavan bi kar tîne di pevçûnên xwe yên li dijî Amerîka û cîhanê," wî got. "Lê bê guman ew naxwaze hêza milîsa xwe ya hevalbend ji dest bide, ya mîna Ketaib Hizbulah, ku bihêle ew di şerine bibinketî de beşdar bibe yên dibe ku hujer bin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500