Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Komên serbazî yên nefermî dest ji Heşda Şaebî berdidin û tevlî artêşa Îraqî dibin

Faris Omran

Berpirsên serbazî yên Îraqî civîneke Adarê bi serkirdeyên çar komên ku ji nav Heşda Şaebî vekişiyan amade dibin û tevlîbûna endamên van koman di nav artêşa Îraqî de nîqaş dikin. [Wêne ji Şana Tektîkî hatiye wergirtin]

Berpirsên serbazî yên Îraqî civîneke Adarê bi serkirdeyên çar komên ku ji nav Heşda Şaebî vekişiyan amade dibin û tevlîbûna endamên van koman di nav artêşa Îraqî de nîqaş dikin. [Wêne ji Şana Tektîkî hatiye wergirtin]

Çar komên serbazî yên nefermî yên li jêr sîwana Heşda Şaebî kar dikirin di 18 Adara de îlan kirin ku wan dest ji Heşda Şaebî berda û çekdarên wan dê di nav artêşa Îraqê de cih bigirin.

Lîwayê Ensar el-Merciîya, Lîwayê Elî el-Ekber, Firqeya Şer a el-Ebas û Firqeya Şer ya Îmam Elî bi oldarê Şî'î yê bilind, Elî Sîstanî re hevalbend in.

Biryara wan bi veqetandina ji Heşda Şaebî nîşaneke ku sazemenîya olî li Necefê dixwaze "rewşê kontrol bike û asayî bike", Îsam Feylî yê ku zanista siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê hîn dike got.

Komên ku derketin weke bersiv ji fetweya Sîstanî re di Hezîrana sala 2014an de, yê bang li Îraqîyan kir ku li hember berbelavbûna lezgîn ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derkevin, "aniha divê tevlî sazemenîya serbazî ya fermî bibin", wî ji Diyaruna ragihand.

Endamên milîsa Seraya Xorasanî ya ku Îran piştgirîya wê dike di leşkerniwandinekê de beşdar dibin di 25ê Tebaxa 2019an de. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

Endamên milîsa Seraya Xorasanî ya ku Îran piştgirîya wê dike di leşkerniwandinekê de beşdar dibin di 25ê Tebaxa 2019an de. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

Feylî got ku divê hêzên çekdar "fermanên xwe ji Wezareta Berevanîyê wergirin û li jêr hukmê qanûna vê sazemenîyê de bin û rênîşandan û qanûnê ku desthilatdarîya hikûmetê weşandine".

Wî anî ziman ku milîsên Îran piştgirîya wan dike sûd ji beşdarbûna di şerê li dijî DAIŞê de wergirtin da ku hejmûn û desthilatdarîya xwe li ser hisabê dewletê xurt bikin û bi awayekî serbixwe kar bikin.

Hiştina çekan di destên dewletê de

Biryara koman meyleke giştî ber bi "ku çek tenê di destên dewletê de bin", Feylî got û da zanîn ku gava wan ku tevlî artêşa Îraqî bibin dibe ku "komên din jî han bide ku heman gavê bidin".

Tevî wan angaşt ku ew beşek ji sîstema dewletê ne, komên çekdar ên têkilîyên wan bi Îranê re hene tên naskirin ku ew bi awayekî eşkere biryarên hikûmetê red dikin.

Di Tebaxa Bûrî de, weke mînak, Lîwayê 30mîn yê Heşda Şaebî red kir ku cihê xwe yê li devera Deçta Nînewayê radestî artêşa Îraqî bike.

Milîsên Îran piştgirîya wan dike mîna Ketaib Hizbullah, Hereket el-Nucebaa, Esaib Ehil el-Heq, Lîwayên Bedir û Seraya Xorasanî herwiha bi binpêkirina desthilatdarîya dewletê tên bersûckirin.

Milîs bi çewisandina xwenîşanderên Îraqî ên dijî hejmûna wan, serdestîya Îranê û kêmkirina wan ji serwerîya dewletê bersûc in, herwiha êrîşên wan ên berdewam li ser hêzên hevpeymanîya navdewletî li Îraqê.

Feylî got ku "nêrîna Sîstanî giranîyê dide avakirin û bihêzkirina sazemenîyên dewletê û hukmê qanûnê û misoger bike ku Îraq nebe qadek da ku hisabên xwe safî bikin".

Wî got ku "ji bo berjewendîyên me ye ku ev hemû kom tevlî sazemenîyên dewletê yên fermî bibin û da ku dilsozîya xwe ji welat re destnîşan bikin".

Pêwîstî bi nûavakirina Heşda Şaebî

Feylî got "babeta nûavakirina Heşda Şaebî lihevkirineke siyasî, vîneke niştimanî û serbixwe û nirxandineke giştî ji çi karê di vî warî de dixwaze".

Wî da zanîn ku serokwezîrê berê Adil Ebdul Mehdî fermaneke di dawîya Hezîranê de weşand da ku komên Heşda Şaebî tevlî hêzên ewlehîyê bibin, lê ev yek ti carê nehat bicihanîn.

Biryara her çar komên hevalbendên Necefê da ku tevlî artêşa Îraqî bibin "xebatên îzolekirin û kêmkiirna hejmûna milîsên Îraqî yên dilsozên Îranê ne reflekt dike", pisporê stratejî yê Îraqî Ala Neşo ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev biryar destnîşan dike ku "ev kom mereq nakin ku beşek ji ecindeyên Îranî bin, ne jî dixwazin berpirs bin derbarê çalakîyên ku ziyanê digihînin ewlekarî û serwerîya Îraqê yên ku ji alîyê wekîlên Îraqî yên Îranê ve tê bicihanîn".

Neşo piştrast kir ku divê Heşda Şaebî werin helkirinev hêz kêm "hêz û pîşekarîyê" ne û derketina bi awayekî sade di encama rewş awarte ya ku Îraq rastî hat dema ku DAIŞê girte ser welat.

Piştî ku DAIŞ hat têkbirin, "divê em kar bikin da ku em koman hel bikin û endamên wan ên rahênankirî tevlî sazmenîyên ewlekarî bikin", wî got.

Wî got ku ev yek dê hejmûna Îranî û reftarên milîsên ku xwe weke hêzên dijber an heta hêzên serdestî dewletê reçav dikin sînordar bike, li gel ew dê biçekkirina civaka Îraqî kêm bike.

Dûrketina ji mîlîsên alîgirê Îranê

Berî Îlanê, serkirdeyên çar koman civînek bi Wezîrê Berevanîyê Necah Şemerî û zabitên serbazî yên din re li dar xist da ku mîsanîzma tevlîkirina endamên wan di nav artêşê de nîqaş bikin.

Hêrsbûna cemawerî ji reftarên milîsên girêdayî Îranê di xwenîşandanên berdewam de faktorekî sereke bû li pey biryara koman ku ji Heşda Şaebî vekişin, rojnamevan Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku ev kom dixwazin xwe dûrî qehra li kolanan a li dijî milîsên girêdayî Îranê bixin, milîsên berpirs in derbarê tawan û binpêkirin binpêkirina mafên mirov û talankirina samanên welat.

Sincarî da zanîn ku herwiha ev gav di demekê de tê dema ku milkîsan êrîş li ser hêzên hevpeymanîya navdewletî zêde kirin, ew dibêje ku ew "nameyekê ji wekîlên Îranê re dişîne ku tenê ew derbarê reftarên xwe berpirs in".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500