Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî lêgerîna li "şanên Katyûşayê" bi hêz dikin

Faris Omran

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî dest dideynin li ser du rokêtên Katyûşa roja 5ê Tebaxê. [Wêne ji Şana Mîdyaya Ewlehî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî dest dideynin li ser du rokêtên Katyûşa roja 5ê Tebaxê. [Wêne ji Şana Mîdyaya Ewlehî hatiye wergirtin]

Ajansa hewalgirî ya Îraqî xebatên mezin dide pêş bo naskirina şanên berpirsyar ji êrîşên vê dawîyê yên bi rokêtan.

Ev endamên bi navê "şanên Katyûşa" tên naskirin, ji ber ku ew vî corê rokêtan pir bi kar tînin.

Ji Cotmehê ve,bi dehên êrîşên bi rokêtan Zona Kesik li Bexdayê û kampên ku mêvandarîya hêzên navdewletê dikin, ku piranîya wan li derdora paytextê ne, tên armanckirin.

Xebîrekî di warê ewlehî de ji Diyaruna re Înê (7ê Tebaxê) ragihand ku lêpirsînên kûr li dar in bo nehiştina êrîşan li ser misyonên navdewletî û diplomasî.

Wêranîya li avahîyeke niştecihbûnê bi rokêteke Katyûşayê li Cadiriyayê roja 17ê Adarê. [Wêne ji Şana Mîdyaya Ewlehî hatiye wergirtin]

Wêranîya li avahîyeke niştecihbûnê bi rokêteke Katyûşayê li Cadiriyayê roja 17ê Adarê. [Wêne ji Şana Mîdyaya Ewlehî hatiye wergirtin]

Xebîrê ku xwest navê wî nayê eşkerekirin got ku hêzên hewalgirîyê gelek ji kodên şanên li pişt êrîşên bi rokêtan şikandin, çendîn operasyonên wan vala derxistin.

Çarşemê, Firqeya 17ê ya artêşa Îraqî heft rokêtên Katyûşa li Kerarayê, li taxa Dorayê li başûrê Bexdayê dîtin, Wezareta Berevanîyê di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Daxuyanîyê got ku rokêteke din ji deverê ber bi Zona Kesik ve hat berdan, beyî ku tu ziyan û qurbanî hebin.

Roja 31ê Tîrmehê, hêzên Îraqî rokêteke Katyûşa amade ji avêtinê re li devera Cubûr el-Saera li Bexdayê dît. Ew hat pûçkirin û bêbandorkirin.

Milîtanên li pişt êrîşên bi rokêtan "êdî gêj in ji ber ku ew nikarin êrîşên xwe bi azadî weke dema berê pêk bînin", xebîrekî di warê ewlehî de got.

"Lêpirsînên nehênî yên kûr" hiştin ku şanên Katyûşa werin eşkerekirin û endamên wan werin naskirin, wî got.

Hêzên ewlehî agahîyên bi dîqet ji wan kesên girtî wergirtine, û proses bi yek ji kesên ku vê dawîyê li başûrê Bexdayê hatiye girtin berdewam e, wî ji Diyaruna re raghiand.

Roja 25ê Hezîranê, yekîneyeke operasyonên taybet ên Ajansa Dijî Terorîzmê êrîşek li ser Ketaib Hizbulah li başûrê Bexdayê li taxa Dorayê pêk anî.

Operasona ku çira kesik ji dadwerîyê wergirtibû, bû encama girtina 14 çekdarên milîsê yên bi encamdayîna êrîşên bi rokêtan tên tawanbarkirin, ku hemû piştî çend rojan hatin serbestberdan ji bilî kesekî, yê ku hîn lêpirsîn pê re tên kirin.

Girtinan hêzên çekdar ên ser bi Îranê ve ku bi plankirina êrîşan tên tawanbarkirin dan ber xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500