Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ketaib Hizbulah: Xizmetkarên herî wefadar ên Pasdaran li Îraqê ne

Faris Omeran

Xwenîşander sloganan dibêjin dema ew rastî tabloyeke Ketaib Hizbulah tên li bajarê Besrayê li başûrê Îraqê roja 17ê Kanûna Yekem. [Husên Falih/AFP]

Xwenîşander sloganan dibêjin dema ew rastî tabloyeke Ketaib Hizbulah tên li bajarê Besrayê li başûrê Îraqê roja 17ê Kanûna Yekem. [Husên Falih/AFP]

Şarezayên ku bi Diyaruna re axivî dibêjin ku milîsa Ketaib Hizbulah, a girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) e, roleke girîng di pêşxistina ajandaya Pasdaran li Îraqê digerîne.

Wan got ku ev milîs weke "xizmetkarên herî wefadar" ên Îranê tên dîtin û ew "hêzên herî dijminkar in li dijî serwerîya dewleta Îraqî".

Tevî ku ev hêzeke bandordar a Heşda Şebî ye -- ku qaşo ew ser bi Hikûmeta Îraqî ve ye -- Ketaib Hizbulah qebûl nake ku fermanên Fermandarê Giştî yê Îraqê, Serokwezîr Mustefa Kazimî, bi cih bîne.

Milîs tên tawanbarkirin ku ew li pişt êrîşên bi mûşekan ên li ser balyozxane, şandên serbazî yên biyanî û malên sivîlan in.

Çalakgerê siyasî û serkirdeyê Partîya Muwatena Xeys Temîm ji Diyaruna re ragihand ku Ketaib Hizbulah û milîsên din "destekên Pasdaran in" ku yekser ji hêla Feylqê Qudis ve tên birêvebirin.

"Milîsên ser bi Pasdaran ve hewl didin ku Îraqê dorpêç bikin," wî got.

Wî got ku ev milîs hewl didin ku xebatên Bexdayê yên pêkanîna pêşketinên ewlehî û aborî bixetimînin.

''Xizmetkarê herî wefadar ê Pasdaran''

Temîmî teqez kir ku Pasdaran tirî û zelamên xwe li Îraqê bi rê ve dibe, ku ew ziyanê dighîne hêminî, aborî û têkilîyên derve yên Îraqê.

Ji dema damezrandina wê di Nîsana 2007an de li ser destê fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî, yê ku di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de tev serkirdeyê payebilind ê Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis hat kuştin, Ketaib Hizbulah çek ji Pasdaran wergirtine, û rahînan li ser destê Hizbulah Lubnanî dîtine, ku têkilîyên wan bi hêz in.

Ketaib Hizbulah ev forma xwe ya niha girt dema ku pênc hêzên çekdar ên ji sala 2003an ve çalak -- Ketaib Ebû Fedl Ebas, Ketaib Kerbela, Ketaib Sejad, Ketaib Zeyd Ibn Elî û Ketaib Elî el-Ekber -- tevlî refên wê bûn.

Ew aniha ji 10,000 endam pêk tê, ku piranîya wan li Îraqê ne û hinek jî li Sûrîyayê ne. Herwiha ew xwedan komên mînaUsbwt el-Sirîn e, ew komeke ku ew wê bi kar tînebo xwe ji êrîşên li ser Navçeya Kesik li Bexdayê vedize.

"Hejmûna Ketaib Hizbulah ji 2017an ve zêde bûye. Ew weke xizmetkarê herî wefadar ji Pasdaran re tên dîtin," şirovekarê siyasî Ala Naşo ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku milîs bûye hêzeke pir bibandor di Heşda Şaebî de, bi taybetî di warên ewlehî û hewalgirî de. Herwiha ew hejmarek ji milîsên din kontrol dike.

Li gorî Naşo, Ketaib Hizbulah Birêveberîya Mûşekan kontrol dike, ku tê gotin ku Îran mûşekên balistî dide wan bo ew li barega serekî ya milîsê li Curf el-Sexir werin embarkirin, û wan li ser sazkirina vê teknolojîyê rahînan dike.

Serleşkerê niha yê Heşda Şaebî Ebdul Ezîz Muhemedawî, herwiha bi navê Ebû Fedak û "Xal" tê naskirin, ew herwiha serkirdeyekî Ketaib Hizbulah e. Ew weke xelefê Muhendis hatiye destnîşankirin.

Belavkirina îdyolojîya Pasdaran

Ketaib Hizbulah, a ku li ser lîsta teorîzmê ya cîhanî ye ji sala 2009an ve, propagandaya xwe bi rêya alavên ragihandinê, kenalên TV û navendên olî û çandî li Îraqê belav dike, ku ev alîkarîyê dide belavkirina hizira Wîlayet el-Feqîh aa Îranê.

Naşo got ku milîs metirsîyeke mezin li ser berjewendî û seqamgîrîya Îraqê, herwiha selametî û ewlehîya welatîyên wê çê dike.

Ew herwiha alava herî serekî ya Pasdaran e bo lawazkirina Îraqê bo rejîma Îranî bêhtir "karibe ji xewna avakirina hejmûna herêmî nêzîk bibe", wî got.

Wî got ku ew bi berdewamî hewl dide nîşan dibe ku ew di ser yasayê re ye bi rêya têkilîyên yên bi hêz bi rejîma Îranî re.

Wî got ku roleke Ketaib Hizbulah di rawestandina xwenîşandanên cemawerî de yên ku berî salekê destê pê kirin, herwiha di kuştin û birîndarbûna bi hezarên xwenîşander û çalakan de hebû, yên ku doza çaksazîyan û bidawîkirina hejmûna milîsên girêdayî Pasdaran li Îraqê kirin.

Naşo bang li hikûmeta Îraqî kir ku sînorekî ji çalakîyên milîsên girêdayî Pasdaran re deyne bi alîkarîya welatîyên Îraqî û hêzên ewlekarî yên Îraqî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ketaibên Hizbulah binge hazen Heşda Şaebî ne. Wan bi sedên şehîdan dane bo rizgarkirina xaka wealth me. Her hewleke li dijî wan bi tenê propagandayeke arzan e ji bo Amerîkîyên terorîst.

BERSIV BIDE