Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Usbet el-Sairîn desteke din a Îranî ye ku tundîyê li Îraqê pêş dixe

Faris Omran

Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku roja17ê, Adarê hatibû weşandin hatiye wergirtin, ku tê de Usbet el-Sairîn berpirsyarîya xwe ji êrîşên bi mûşekan ên ku navendên Îraqî û yên Hevpeymanîya Navdewletî yên li serbazgeha Tacî, li bakurê Bexdayê, armanc kirin ragihand.

Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku roja17ê, Adarê hatibû weşandin hatiye wergirtin, ku tê de Usbet el-Sairîn berpirsyarîya xwe ji êrîşên bi mûşekan ên ku navendên Îraqî û yên Hevpeymanîya Navdewletî yên li serbazgeha Tacî, li bakurê Bexdayê, armanc kirin ragihand.

Şirovekar dibêjin ku Usbet el-Sairîn (Yaneya Şoreşgeran), a ku bi ragihandina berpirsyarîya xwe ji êrîşên Adarê yên li ser hêzên Hevpeymanîya Navdewletî li Îraqê xwe da xuyankirin, tu cudahîya wê ji milîsên din ên ser bi rejîma Îranî ve tune ye.

Milîsa ku berî aniha nedihat naskirin yekem êrîşa xwe di 11ê Adarê de ragihand, çaxê ku18 rokêt li serbazgeha asmanî ya Tacî ketin, ku du serbazên Amerîkî û leşkerekî Brîtanî tê de hatin kuştin.

Piştî sê rojan, 33 rokêtên Katyûşa yên din li Tacî ketin, û çend qurbanî çêbûn, li gorî daxuyanîyeke berpirsine Hevpeymanîya Navdewletî û Fermandarîya Operasyonên Hevbeş.

Di vîdyoyekê de ku 17ê Adarê hat weşandin, Usbet el-Sairîn berpirsyarîya xwe ji êrîşên Tacî ragihand. "Çîrok hîn bi dawî nehatiye," milîsê di dîmena vîdyoyê de got, û wê gefên xwe li dijî hêzên Amerîkî yên li Îraqê nû kirin.

Avêjerên rokêtên Katyûşa yên di êrîşên li ser serbazgeha asmanî ya Tacî di meha Adarê de hatin bikaranîn ji hêla artêşa Îraqî ve li Ebû Îzamê, li bakurê Bexdayê, hatin dîtin. [Wêne ji Şana Mîdyaya Şer hatiye wergirtin]

Avêjerên rokêtên Katyûşa yên di êrîşên li ser serbazgeha asmanî ya Tacî di meha Adarê de hatin bikaranîn ji hêla artêşa Îraqî ve li Ebû Îzamê, li bakurê Bexdayê, hatin dîtin. [Wêne ji Şana Mîdyaya Şer hatiye wergirtin]

Wêneyeke ku 13ê Adarê hatiye girtin wêranîya balefirgeha Kerbelayê nîşan dide, ku yek ji cihên ku bûn armanca êrîşên asmanî yên Amerîkayê ye, êrîşên ku milîseke Îraqî ya ser bi Îranê armanc kirin piştî mirina du welatîyên Amerîkî û welatîyekî Brîtanî li serbazgeha asmanî ya Tacî. [Muhemed Sewaf/AFP]

Wêneyeke ku 13ê Adarê hatiye girtin wêranîya balefirgeha Kerbelayê nîşan dide, ku yek ji cihên ku bûn armanca êrîşên asmanî yên Amerîkayê ye, êrîşên ku milîseke Îraqî ya ser bi Îranê armanc kirin piştî mirina du welatîyên Amerîkî û welatîyekî Brîtanî li serbazgeha asmanî ya Tacî. [Muhemed Sewaf/AFP]

Roja 26ê Adarê, du rokêt li meydaneke vala li nêzî baregehên hêzeke ewlekarî ya Îraqî li Zona Kesik, ya ku avahîyên hikûmetê û balyozxaneyên biyanî dihundirîne, li Bexdayê hatin xwarê, li gorî daxuyanîyeke hêzên Îraqî.

Xuya ye ku cihê mebest balyozxaneya Amerîkî bû, ya ku çend sed mitran li başûrê berava Diclayê ye, çavkanîyeke ewlehî ya Îraqî ji AFP re ragihand.

Tu qurbanî di wê êrîşê de nebûn.

Tevî ku Usbet el-Sairîn berpirsyarîya ji êrîşa li ser Zona Kesik îlan nekir, milîsê vîdyoyek roja 2yê Nîsanê belav kir û tê de gef li balyozxaneya Amerîkî kir.

Milîseke din a ser bi Pasdaran ve

Usbet el-Sairîn bi tenê "yek ji destekên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) e ku xizmeta ajandeya Îranê ya gurkirina tundûtûjîyê û alozîyê li Îraqê û welatên din dike", xebîrê serbazî Hatim Felahî ragihand.

Tê gotin ku milîs ji 2,000 endaman pêk tê, wî ji Diyaruna got.

Wî got ku Usbet el-Sairîn "ji hêla fermandarê Feyleqê Qudis Îsmaîl Qaanî ve hatiye damezrandin bo ew nîşan dibe ku ew li ser şopa pêşîyê xwe [Qasim Sulêmanî] ye ûew berdewam e di xizmetkirina ajandaya wêranîamêz ya Îranî de".

Wî dîyar kir ku derketina milîsa ''nû" û ragihandina berpirsyarîya ji êrîşên dawî "hewleke bo dîyarkirin ku milîsên heyî ne berpirsyar in ji êrîşan".

Felahî da zanîn jî ku rejîma Îranî biryar daye ku şerên xwe li ser xaka Îraqî li dar bixe, û dîyar kir ku gelê Îraqê "ji gef û reftarên berdewam ên Îranê" li dijî ewlehî û berjewendîyên xwe nerazî ne.

Wî got ku peydabûna milîsên din nîşan dide ku rejîma Îranî rêza serwerîya Îraqê û ewlehîya xelkê wê nagire û rêbazên cîranîyê bin pê dike.

Felahî teqez kir ku nerazîbûna cemawerî gihiştîye lûtkeya xwe, bi taybetî piştîdestekên Îranê xwenîşanderên Îraqî kuştin û serkut kirin di mehên dawî de.

"Rejîma Îranî hewl dide ku berê Îraqê bide qedereke nedîyar bi rêya damezrandina milîsên nû û pêşxistina alozîyên ku xizmeta berjewendîyên Îranê dikin," wî got.

Rêberên Îranî "dilikumin"

Rejîma Îranî berdewam e di pêkanîna êrîşan de li dijî hêzên Hevpeymanîya Navdewletî li Îraqê bi rêya milîsên xwe. Lê ew naxwaze "ziyan bigihêje hejmûna wê" dema ku ev hêz bersivê didin, şirovekarê siyasî yê Îraqî Ehmed Şewqî ji Diyaruna re ragihand.

Usbet el-Sairîn bo pêş hat anîn bo ew berpirsyarîya xwe ji êrîşên wiha îlan bike, di hewlekê de bo "parastina hejmûna Îranê û peydakirina tevlîhevîyekê", wî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku derketina nişkayî ya milîseke nû herwiha nîşan dide ku "rêberên Îranî dilikumin dema ew van milîsên xwe bi rê ve dibin, milîsên ku gelek hevrikî di nav serkirdeyên wan de heye" piştî kuştina Sulêmanî.

Wî got ku armanckirina berdewam ji serbazgehên Îraqî re piştrast dike ku rejîma Îranî "dê dest ji siyaset û çalakîyên xwe yên ziyanbar ji Îraqê û cîranên wê re bernede".

Şewqî got ku bi rêya êrîşan wiha, Îran dixwaze ku herêmê neseqamgîr bike bo bicihanîna ajandeya xwe ya berfirehxwazî, û bo ew "ji kêşeyên xwe yên navxweyî, yên ku ji ber belaya vayrûsa Koronayê pir giran bûne, bireve".

Îran ewlehîya Îraqê dixe xeterîyê de

"Li şûna rûbirûbûna belaya vayrûsa Koronayê, ku ew gefê li hemû cîhanê dike, desthilatdarên Îranê hîn berdewam in di pêkanîna ajandaya xwe ya peydakirina gêrê û kaosê li welatê me," şênîyekî Besrayê ku daxwaz kir navê wî neyê eşkerekirin got.

"Ew berdewam in di têkdana ewlehîya welatê de bi rêya damezrandina milîsên nû li jêr navên cuda bo xizmetkirina berjewendîyên wan ên ne rewa," wî ji Diyaruna re ragihand.

Îran giranîyê dide avakirina destekên nû li Îraqî "berevajî vîna gelê Îraqê, yê ku dixwaze ku hejûm û hebûna milîsan bi dawî were, bi rêya xwenîşandanên xwe yên ku ev çend meh in berdewam in", şênîyekî Bexdayê got.

"Bi tenê Pasdaran û milîs û destekên wê ji serxistina wêranîyê li Îraqê sûdmend in," wî ji Diyaruna re got, û daxwaz kir ku bi navê Ebû Muhemed were nasandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500