Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êrîşine bi mûşekan ên nû Zona Kesik li Bexdayê armanc dikin

Faris Omeran

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî roja 30ê Îlonê bi balyozên 25 dewletan re dicive bo nîqaşkirina ewlehî û selametîya şandan piştî êrîşên bi rokêtan ên dubare yên ku hêzên girêdayî Îranê bi pêkanîna wan tên tawanbarkirin. [Wêne ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî roja 30ê Îlonê bi balyozên 25 dewletan re dicive bo nîqaşkirina ewlehî û selametîya şandan piştî êrîşên bi rokêtan ên dubare yên ku hêzên girêdayî Îranê bi pêkanîna wan tên tawanbarkirin. [Wêne ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Êrîşeke bi rokêtan a nû taxa Cadirîyayê li Bexdayê, li nêzî Zona Kesk, armanc kirin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Duşemê (5ê Cotmehê) ragihand.

"Komin tawankar ên terorîst careke din sivîlên bêrî li deveran wan ên niştecihbûnê armanc kirin," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Wezaretê got ku sibeha zû ya Duşemê, wan du rokêtên Katyûşa ji devera Apartmentên Selam li taxa Cîhad li rojavayê paytextê berdan.

Mûşeka yekem li pişt Hotêla Babîlon li Cadirîyayê ket, û ya din li nêzî avahîya kompanîya Hêlên Asmanî yên Îraqî.

Agir bi otombîleke sivîlan di êrîş de ket lê tu qurbanî tune ne.

Herwiha Duşemê, mûşekan baregeha serbazî ya Amerîkî ya Viktorya armanc kir, ku ew li nêzî Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê ye, li gorî raportên rojnamevanî.

Piştî êrîşan, rêkarên ewlehî yên tund li Bexdayê hatin sepandin û hejmarek ji balefirên Îraqî di ser paytextê re difirîn.

Hikmûet rijd e ku êrîşan bi dawî bike

"Hikûmet pêbend e ku van êrîşan rawestîne û vê berpirsyarîyê digire ser milê xwe," Îyad Cibûrî, endamekî komîteya ewlehî û berevanîyê ya parlemanê, got.

Hikûmeta serokwezîr Mustefa Kazimî pir cedî ye di rawestandina van êrîşên bi mûşekan de, yên li dijî şandên diplomasî û cihên sivîl û serbazî, Cibûrî Sêşemê ji Diyaruna re ragihand.

"Ew pêbend e ku sozên têkildarî qayimkirin û çespandina seqamgîrîyê û parastina ewlehîya welat bi cih bîne," wî got.

Roja 30 Îlonê, şeş rokêt li nêzî Balefirgeha Hewlêrê û kampine penaberan li Herêma Kurdistanê ketin. Ew ji Wadî Terjala li navçeya Hemdanîyê li parêzgeha Nînewayê hatin berdan.

Piştî êrîşê, hikûmetê lêpirsînek vekir û fermana girtina fermandarê hêza berpirsyar ji ewlehîya devera ku êrîş jê pêk hatin da.

Di êrîşeke berî niha de, pênc zarok û du jinên Îraqî yên ji heman malbatêroja 28ê Îlonê hatin kuştindema ku rokêteke ku Balefirgeha Bexdayê, ku hêzên Amerîkî li wir bi cih in, armanc dikir li mala wan ket.

Cibûrî dîyar kir ku komên bi ser Îranê ve hertim bi van êrîşan tên tawanbarkirin ew jî bi armanca "hikumetê li pêşberî civaka navdewletî li ber wê bixe, nemaze piştî peyamên pêbawerîyê yên vê dawîyê bo balyozan hatin dayîn".

Kazimî 30yê Îlonê hevdîtinek bi balyozên ji 25 welatan re pêk anî û ji wan re teqez kir ku hikumeta wî hemû tiştê ji dest tê bo parastina şandeyên diplomatîk û deverên wan dike.

Wî di daxuyanîyekê de got, hêzên ewlekarîyê dest bi girtina rêkarên pêwîst bo pêkanîna vê armancê kiriye, wî teqez kir jî ku êrîşkerên êrîşên bi mûşek hewl didin aramîya Îraqê têk bibin û têkilîyên wê yên herêmî û navdewletî xerab bikin.

Cibûrî da zanîn ku "îroj, daxuanîyine şermezarkirin û nerazîbûnê ji hemû alîyên niştimanî derbarê gefên li şandeyên diplomatîk têne xwarin de hene".

Wî dîyar kir ku ew bi awayekî zelal teqez dikin ku ev kirin "ziyanê digihînin navê welêt û xizmeta berjwendîyên gel nakin".

Peyvdarê artêşa Îraqî Yehya Resûl Yekşemê di daxuyanîyekê de bo Ajansa Îraqî ya Nûçeyan ragihand ku delîline girîng derbarê êrîşên bi mûşek ên li ser Herêma Kesek de hatine bidestxistin.

Wî anî ziman ku kar berdewam e da van kesên mûşek avêtine werin şopandin li gorî "planeke hewalgirî ya deqîq" û bi alîkarîya tîmên lêpirsînê yên ji alîyê Serowezîr ve hatine avakirin re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500