Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xepartin li 17 komgorên Şengalê berdewam e

Xalid Taî

Malbatên Êzîdî ji gundê Koçoyê yê Şengalê li cem goristanekê digihin hev, ku laşên heskirîyên wan ên ku li ser destên DAIŞê hatine kuştin lê hatine veşartin, di 3yê Tebaxa 2019an de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermî ya Koçoyê hatiye wergurtin]

Malbatên Êzîdî ji gundê Koçoyê yê Şengalê li cem goristanekê digihin hev, ku laşên heskirîyên wan ên ku li ser destên DAIŞê hatine kuştin lê hatine veşartin, di 3yê Tebaxa 2019an de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermî ya Koçoyê hatiye wergurtin]

Desthilatdarîyên Îraqî vê dawîyê îlan kirin ku wan tedbîrên vekirina 17 komgorên Êzîdîyan, ên li ser destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine kuştin li bakurê navçeya Şangalê temam kirine.

"Tedbîr hatin temamkirin bo vekirina 17 gorên ku qurbanîyê Êzîdî dihewînin, qurbanîyên ku li ser destên DAIŞê li gundê Koçoyê yê Şengalê hatine kuştin," Cîgirê Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalan ê hikûmeta herêma Kurdistanê Berevan Hemdî got ragihand.

Piştî têkçûna DAIŞê, Wî ji Diyaruna re got "71 komgor li Şengalê û derdora wê hatin kifşkirin".

Wî got ku bermayîyên qurbanîyên DAIŞê hatin xepartin di gorên hatine vekirin de û ber bi Bexdayê ve hatin guhasti, cihê ku taqîkirinên DNA dê werin çêkirin da ku nasnameya wan nas bikin.

Tîmên hevbeş ên navdewletî û yên Îraqî dest bi vekirina komgora yekem li gundê Koçoyê yê navçeya Şengalê dikin, di 19ê Adara 2019an de, ku kelaşên 28 qurbanîyên DAIŞê lê hatine dîtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermî ya Koçoyê hatiye wergirtin]

Tîmên hevbeş ên navdewletî û yên Îraqî dest bi vekirina komgora yekem li gundê Koçoyê yê navçeya Şengalê dikin, di 19ê Adara 2019an de, ku kelaşên 28 qurbanîyên DAIŞê lê hatine dîtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermî ya Koçoyê hatiye wergirtin]

Wî got ku tedbîrên vekirina goran Adara bûrî dest pê kirin, weke beşekî ji xebata alîkar di navbera Wezareta Şehîdan, Birêveberîya Komgoran ya girêdayî Sazîya Şehîdan a Îraqî û Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî de.

Gelek rêxistinên navdewletî jî herwiha di vê xebatê de beşdar dibin.

Wî got "karê me berdewam e û em nêt dikin ku em gelek gorên Êzîdî vekin di van herdu hefteyên tên de, li gorî planê".

Hinek derengmayîn di tedbîran de

Doza gorên Êzîdîyan "hîn bi awayekî hêdî dimeşe", Husam Ebdulah, berpirsek ji Rêxistina Êzîdîyan bo Belgekirinê, got.

Ev yek dibe tevî sozên hikûmetê "da ku bi lez doza wan çareser bike ş mafên qurbanîyan biparêze û şûndanê bide heskerên wan, li ser bingeha prensîpên dadwerîya tawanbarî", wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî not kir ku wan tenê gorek li Kojoyê vekiriye, "lê bi dehan gor li gundên din û deverên niştecihî li Şengalê hîn divê werin vekirin".

Ebdullah got ku "bermayîyên ku ji gorên haine vekirin hatine guhastin hîn di warê zikmakî de nehatine taqikirin û bi nimûneyên xwînê yên malbatên qurbanîyan re nehatine hevberkirin da ku nasnameya wn nas bikin".

Wî anî ziman "me hêvî kir ku ev taqîkirin werin temamkirin û bermayîyan bidine malbatên wan da ku merasîmên şînê pêk bînin di nîvê Tebaxa sala bûrî de, ku salvegera pêncemîn a komkujîya (Koçoyê) bû" .

Wî not kir ku "hikûmetê teqez kir ku ew pêbend e ku xebatê berdewam bike tevî samanên madî yên sînordar û şert û mercên awarte yên ku li welat rû didin".

Hemdî teqez kir ku hinek derengmayîn di temamkirina taqîkirinên DNA de hene ji ber fişara li ser "beşê [bijîşkîya dadwerî ya Bexdayê] ji ber qebareya mezin a komgorên ku hatine kifşkirin li gelek beşên welat".

Wî got ku ligel komgorên ku bermayîyên qurbanîyê DAIŞê dihewînin, hin komgorên din hene ku bermayîyên qurbanîyên Qaidê û ew kesên ku li jêr hukmê stemkarê ber Sedam Husên hatin kuştin dihewîne.

Hewcedarîya malbatan bi bersivan heye

"Ne kêmî 1,000 endamên malbatên Êzîdî di van çend salên borî de gilih kirine derbarê zarok û xizmên wan ên wenda bûn dema ku DAIŞê Şengal dagir kir," Dadger Eymen Mustefa ji Diyaruna re got.

Mustefa weke dadgerekî peygerînê di komîteyeke hikûmeta herêm de kar dike, ya ku di tawanên DAIŞê li Şengal, Deşta Nînewayê û Duhokê peygerînê dike.

"Weke dezgeheke qanûnî, me tedbîrên qanûnî pêk anîn da ku em van gilîyan tomar bikin, peygerîn bikin û wan belge bikin," wî got. "Lê em bendewarîya encamên taqîkirinên zikmakî yên bermayîyan dikin da em karibin tedbîrên xwe berdewam bikinû mafên qurbanîyan û malbatên wan biparêzin."

Mustefa got ku DAIŞê gelek kirarên kirêt kirin ku mirov dikare wan weke komkujîyên li dijî mirovahîyê dabeş bike, û teqez kir ku her kes berpirs e da ku em dadê pêk bînin û muhaseba kesên ku tawan kirine bikin.

Di dawîya Mijdarê de, serokê Tîma Peyger a NY bo Handana Muhasebekirina Tawanên ku ji alîyê DAIŞê ve hatine Kirin Kerîm Xan got ku peygerînan kifş kir ku destên 160 takekesan di tawanên li dijî Êzîdîyan li Şengalê heye.

Kar berdewam e da ku delîlan bidine hev û ji dadgehan re berdest bikin.

DAIŞê 6,417 kes revandin û çarenûsa dora nîvê wan hîn nanaskirî ye, li gorî texmînên fermî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500