Desthilatdarîyên Îraqî roja 15ê Adarê dest bi vedana yekemîn gora bi kom a Êzîdîyan ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pey xwe hiştibû li gundê Koço, li başûrê Şengalê, li parêzgeha Nînewayê, kirin.
Xizmên kesê mirî dest bi giryanê kirin dema ku pisporên Sazîya Şehîdan, ku sazîyeke hikûmeta Îraqî ye, dest bi karê xwe kirin.
Endamên DAIŞê bi sedên ciwan, kal û jin kuştin dema ku ew di sala 2014an de derbasî Şengalê bûbûn, û ew di dora 70 gorên bi kom de binax kirin.
Wan herwiha jinên Êzîdî revandin û weke koleyan nêzîkatî bi wan re kirin.
Li merasîma fermî ya bi boneya vedana gorê hat destpêkirin, endamên malbatên qurbanîyan, berpirsên hikûmeta Îraqî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, û nûnerên rêxistinên sivîl amade bûn.
Di nav wan de parêzerê mafên mirov ê Brîtanî Kerîm Xan, ê ku serokatîyatîma navdewletî ya erkdar bi lêkolînkirina tawanên DAIŞê de.
Li Koço tevkujî
"Paş ku terorîstan gundê Koço di 4ê Tebaxa 2014an de dagir kir, gund rastî komujîyên herî xerab li dijî Êzîdîyan hat," Heso Hurmî, serokê Sazîya Êzîdîyan li Holandayê got.
Wî ji Diyaruna re got ku dora 1,250 Êzîdî li gund dijîn, û li gorî agahîyên berdest, dora 400 zilam hatine kuştin, û jin û zarok weke dîl hatin girtin.
"Bi tenê 19 Êzîdî di êrîşa DAIŞê de li ser gund sax man," wî got.
Wî got ku dora 70 gorên bi kom ên Êzîdîyan hene, "13 ji wan li Koço ne", û da zanîn ku "xebateke cedî heye bo vekirina hemû gorên Êzîdî û bo nasandina felaketa vê trajîdîya navdar li cîhanê."
Wî dîyar kir ku NY bi çalakdarî di xebatên vekirina goran û derxistina paşmahîyan de cih digire û dê "alîkarîyê bike di prosîcerên herî zehmet ên testa DNA a paşmahîyan de bo naskirina qurbanîyan."
Belgekirina prosesê
Desthilatdarîyên Îraqî xwestin ku dest bi prosesa vedanê bi hebûna tîma navdewletî bikin, Fadil Xerawî, ku li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov a Îraqî dixebite.
Wî ji Diyaruna re ragihand ku tîma navdewletî prosesê belgeh û çavdêrî dike, û dê raporta xwe bo sîstema dadgehê bilind bike, û da zanîn ku delîl dê bên bikaranîn bo cezakirina sûcdaran.
Wî got ku gorên bi kom "yek ji delîlên herî girîng li ser hovîtî û tawanên rêxistinê li Îraqê ne".
Xerawî got ku hikûmeta Îraqî kiriye berîtîya xwe ku piştgirîya malbatên qurbanîyên DAIŞê dikin, di nav de endamên civaka Êzîdî li navçeya Şengalê ya Nînewayê.
Wî got ku hikûmet kar li ser qerebokirina darayî, nûavakirina gund û bajaran û vegerandina bêwaran bo malên wan dike, lê da zanîn ku rêkarên bîrokratî dayîna van xizmetguzarîyan asteng dikin.
Hemû malbatên Êzîdî cihê armancgirtinê bûn
Tawanên DAIŞê tu Êzîdî ji qedera kuştinê bi dûr nexistin, " lewra jî tu malbateke Êzîd tune ye ku wê kesekî xwe wenda nekiribe, û pêşbînî heye ku qurbanî di van goran de bin", Kejî Amo, yek ji saxmayên ji komkujîyên 2014an e, wiha şirove kir.
Amo yek ji bi sedên zilaman bû ku DAIŞê plan kiribû wan bikuje dema ew dest deyne ser Şengalê, lê wî û hineke din karîn birevin.
"Hinek malbat bi temamî qir bûne, û tu kes ji wan nefilitîn, lê hinek malbat yek du ji wan sax man," wî ji Diyaruna re got.
Wî got ku azarên van kesan "mezin û giran bûne ji ber ku ew li benda dîtina endamên malabatên xwe ne, yên ku DAIŞê ew binax kiribûn".
Paş ku prosesa vedanê hat temamkirin, dê laş bo Birêveberîya Bijîşkîya Tawanzanî ya Birêveberîya Tundirustîya Nînewayê bên dayîn bo destnîşankirinê, birêveberê Berevanîya Sivîl a Nînewayê, Hosam Hemdanî, ragihand.
Wî ji Diyaruna re got ku dê laş bo malbatan bên vegerandin, bo bi xakê werin sipartin li gorî nerîtên ola wan.