Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

3,524 Êzîdî heta aniha ji DAIŞê hatine rizgarkirin

Xalid Taî

Malbateke Êzîdî endamekî wê yê ku ji nav destên DAIŞê hatiye azadkirin li Sûrîyayê di 2yê Adarê dibîne. [Wêne ji Husên Qaidî, birêveberê Ofisa Karûbarên Êzîdîyên Revandî hatiye wergirtin]

Malbateke Êzîdî endamekî wê yê ku ji nav destên DAIŞê hatiye azadkirin li Sûrîyayê di 2yê Adarê dibîne. [Wêne ji Husên Qaidî, birêveberê Ofisa Karûbarên Êzîdîyên Revandî hatiye wergirtin]

Birêveberîya Îraqê ya Karûbarên Êzîdîyan Çarşemê (27ê Mijdarê) îlan kir ku bêhtir ji 3,500 Êzîdî ji nav destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin.

"Bi giştî 3,524 Êzîdî ji rêxistina terorîst hatine rizgarkirin ji çaxa ku wê dest danî li ser bajarokê Şengalê di 3yê Tebaxa 2014an de," Xeyrî Bozanî, birêveberê giştî yê karûbarên Êzîdîyan di Wezareta Ewqafan û Karûbarên Olî de, got.

Piranîya wan ji êsîrîyê hatin azadkirin, çi li Îraq û çi li Sûrîyayê, bi rêya xebatên zehmet ên ji alîyê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên revandî û desthilatdarîyên din ên têkildar li herêma Kurdistanê, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku piranîya kesên rizgarkirî jin û zarok in, di nav wan de 1,197 jin û 1,988 zarok hene.

Bozanî got ku 6,417 Êzîdî nebedî bûn piştî ku DAIŞê dest danî ser Şengalê, ew ji alîyê tundrewan ve hatin revandin û bi awayekî berfireh hatin firoştin.

Wî got ku hîn çarenivîsa gelek Êzîdîyên revandî ku hejmara wan 2,893 e ne dîyar e.

Wî got ku raport destnîşan dikin ku hejmarek ji jinên Êzîdî û zarokên wan li kampa Holê li Sûrîyayê hene, kampa ku aniha bi hezaran malbatên DAIŞê yên ku li devera Baxozê ya Sûrî dijîn, berî ku di Adarê de were rizgarkirin, dihundirîne.

Wî got ku dibe ku kesên revandî yên din ji alîyê çekdarên DAIŞê ve hatibin firoştin û di navbera deverên cuda de hatibin guhestin, û not kir ku dibe ew aniha li Sûrîya, Turkîya yan li Îraqê girtî bin.

NY roja Sêşemê got ku wê 160 endamên DAIŞê yên bi kuştina Êzîdîyan li Îraqê di sala 2014an de bersûc in destnîşan kirine û ew amadekarîyê ji vekirina dozan li dijî wan di pêşerojê de dike.

Tîma lêkolînê ya NY, a ku ji alîyê Encumena Ewlekarîyê ya NY ve par hat damezrandin, delîlan berhev dike bo vekirina dozan li dijî endamên DAIŞê yên dibe ku tawanên şer, tawanên li dijî mirovahîyê yan komkujî bi cih anîbin, birêveberê komîteya lêkolîna taybet a têkildarî NY derbarê tawanên DAIŞê Kerîm Xan got.

Piştgirîya hikûmetê

"Hemû kesên [yên Êzîdî] em wan rizgar dikin rewşa wan a cesteyî û derûnî gelekî xerab e," Bozanî got. "Em wan didin dest malbat an xizmên wan li kampan û em rewş û pêdivîyên wan dişopînin."

Wî teqez kir ku Wezareta Koçberîyê û Koçberan alîkarîyên darayî ji 1,000 jin û keçên rizgarkirî re dabîn kirine bi buhayêdu milyon dînarên Îraqî (1,680 dolar) ji her kesekî re, û anî ziman ku navên kesine rizgarkirî bi berdewamî li programa alîkarîyê tên zêdekirin.

"Vê dawîyê me civîn bi nûnerên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û Komîteya Mafên Mirov a Îraqî re li dar xistin, yên soz dan ku mûçeyên mehane ji hemû Êzîdîyên rizgarkirî re, çi jin û çi mêr terxan bikin," Bozanî got.

Wî dîyar kir ku herwiha ew dê tevlî programên şiyankirinê û guhlêdana civakî bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500