Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Gelek komgorên qurbanîyên DAIŞê li Îraqê tên dîtin

Xalid Taî

Tîmên teknîkî komgoreke ku bermahîyên qurbanîyên Êzîdî li ser destên DAIŞê dihundirîne li Şengalê vedikin di Hezîrana sala 2019an de. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Tîmên teknîkî komgoreke ku bermahîyên qurbanîyên Êzîdî li ser destên DAIŞê dihundirîne li Şengalê vedikin di Hezîrana sala 2019an de. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî got ku komgorên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li şûn xwe hiştin li şeş cihan li parêzgega Nînewayê hatin dîtin, û pêşbînî heye ku gelek komgorên din dê werin dîtin.

Ji çaxa derkirina DAIŞê ji parêzgeha bakurî, komgorên ku bermahîyên bi hezaran qurbanîyên wê dihundirînin li seranserê Îraqê hatine dîtin.

Dema ku ew kar dike daku cihên qurbanîyên DAIŞê destnîşan bike, hikûmeta Îraqî karê xwe berdewam dike daku gorên nû bibîne, Zên Abidîn Muslih Elî, cîgirê birêveberê Birêveberîya Şehîdên Nînewayê got.

Dema ku niştecîyekîê xwecihî, xwebexşek an hêzên ewlekarî komgorekê dibînin, wî ji Diyaruna re ragihand, birêveberî sehkirineke seretayî pêk tîne û di pişt re dosyayeke derbarê dozê bi Sazîya Şehîdan a li Bexdayê re tê vekirin.

Berpirsekî xwecihî komgoreke ku di Hezîranê de li Badûşê, Nînewayê hatiye dîtin pişkinîn dike, komgora ku dibe ku bermahîyên bi sedan qurbanîyên DAIŞê dihundirîne. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Berpirsekî xwecihî komgoreke ku di Hezîranê de li Badûşê, Nînewayê hatiye dîtin pişkinîn dike, komgora ku dibe ku bermahîyên bi sedan qurbanîyên DAIŞê dihundirîne. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqê hatiye wergirtin]

Di pişt re sazîyê tîmekî ji karmendên Birêveberîya Komgoran pêk tê û tîmekî bijîşkîya tawanzanî ji Birêveberîya Tendirustîya Nînewayê dişîne daku cih seh bikin, cihê ku ji alîyê hêzên ewlekarî ve tê dorpêçkirin.

Bi dehan cihên goran

Elî got ku komgor li Nînewayê li şeş deverên sereke ne: Şengal, Zimar, Geyara, Qerej, Badûş, û Meqalî, cihê ku bi dehan cihên goran hatin dîtin.

Li gundê Koço yê Şengalê, DAIŞê 1,400 kes kuştin û laşên wan xistine komgorekê de. Li devereke din, li Qeyarayê, bi sedan qurbanî li gora Xesfayê hatin veşatrin.

Komgor li bajarokê Badûşê hene, ku çekdarên DAIŞê 670 girtîyên zindana navendî ya bajarok îdam kirin piştî ku rêxistina tundrew girte ser Mûsilê di 2014an de, Elî got. Ew cih xwecihî weke "zevîyê terman" tê naskirin, nêzî Kesekê, cihê ku berpirsên xwecihî di 28ê Hezîranê de komgoreke nû dîtin.

Di hevpeyvîneke berî niha de li gel Diyaruna, Muhemed Eskar Şaqûlî, birêveberê Birêveberîya Şehîdên Nînewayê got ku dibe ku gor bermahîyên 500 qurbanîyan bihundirîne, bi vî awayî ew yek ji komgorên herî mezin e ku li parêzgehê hatiye dîtin.

Êzîdî daxwaza tolhildanê dikin

Bermahîyên di komgorên ku nû hatine dîtin hîn nehatine destnîşankirin, lê berpirs texmîn dikin ku ew yên girtîyên zindana Badûşê û sivîlên Êzîdî bin.

Berekat Şamo, nûnerekî Êzîdî yê berê di encumena parêzgeha Nînewayê de, ji Diyaruna re ragihand ku DAIŞê gelek tawan li dijî Êzîdîyan bi cih anîn, ên ku malbatên wan aniha daxwaza tolhildanê dikin.

Wî bang li hikûmeta Îraqî û civaka navdewletî kir ku pê de herin û bermahîyên qurbanîyên Êzîdî di komgoran de destnîşan bikin.

Wî got ku Êzîdî û nûnerên wan dixwazin ku çarenûsa dora 3,000 zarok û jinan nas bikin, ên ku hîn windayî ne û da misoger bikin ku dad dê were pêkanîn

Tîmekî hevbeş ê NY û yê Îraqê ev du sal in kar dike daku bermahîyên mirovan ji komgoran derxe, bi taybet li Şingalê. Armanc ji xebatê ew e ku datayan û delîlên bijîşkîya dadwerî bidine hev, ên ku dê DAIŞê gunehbar bikin.

Ji sala 2017an ve, bêtirî 200 komgorên qurbanîyên DAIŞê hatine dîtin, li parêzgehên Nînewa, Selahedîn, Enbar û Kerkûkê Belav in.

Pisporê qanûnî Elî Temîmî ji Diyaruna re got ku pêbendîyeke navdewletî heye ku alîkarîyê bi Îraqê re bike ku lêgerînên derbarê komgoran bi dawî bike. Wî got ku NY û civaka navdewletî dîyar kirin ku ew amade ne ku alîkarîyê bi Îraqê re bikin di peygerînan de.

Wî got ku divê Îraq bixebite daku piştgirîya navdewletî bi dest bixe ji bo alîkarîyê bi qurbanîyên terorîzmê re bike, ligel beşdarbûna di xebatên nûavakirinê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Tawanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi temamî eşkere ne. Çima ev xemsarî di pêkanîna lêpirsînan û derxistina biryarên dadgehê li dijî wan de heye? Çima divê em dê gelek pereyan li ser dabînkirina xwarinê, kinc û guhlêdana li wan kujerên tawankar xerc bikin?! Mixabin, em li welatekî ne ku yasa tawankaran diparêze.

BERSIV BIDE