Nûçeyên Iraqê

17 gorên bikom ên Êzîdîyan li Şegalê tên xepartin

Hikûmeta Îraqî 17 gorên bi kom xepartine, gorên dibe ku qurbanîyên Êzîdî yên li ser destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Şengalê hatin kuştin dihundirînin, Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran Mehdî Elaq Pêncşemê (1ê Tebaxê) ragihand.

"Bi rêya hevkarîya bi rêxistinên navdewletî, hikûmetê 17 gorên bikom ên Êzîdîya li Şengalê xepartine, ji eslê 73 goran li bakurê Îraqê," Elaq di gotarekê de di salvegera sêyem a komkujîya Êzîdîyan li ser destên DAIŞê got.

"Em berdewam bi rêxistinên navdewletî re kar dikin da ku em gorên mayî vekin," wî got.

"Hikûmetê ji Wezareta Xwendina Bilind û Lêgerîna Zanistî xwest ku zanîngeha yekem li Şengalê veke," wî got û not kir ku nexweşxaneyeke pispor di warê çareserkirina qurbanîyên tundîyê û jinên ku ji DAIŞê hatine azadkirin de li navçeyê hatiye vekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500