Nûçeyên Iraqê
Aborî

Berpirs: Sayloya Şengalê dest bi kar dike bo pêşxistina sektorê çandinîyê li Nînewayê

Ala Husên li Bexdayê

Merasîma dubare vekrina Sayloya Şengalê roja 19ê Hezîranê, ku hejmarek mezin ji berpirsên Îraqî lê amade bûn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya şaredarê Şengalê hatiye wergirtin]

Merasîma dubare vekrina Sayloya Şengalê roja 19ê Hezîranê, ku hejmarek mezin ji berpirsên Îraqî lê amade bûn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya şaredarê Şengalê hatiye wergirtin]

Piştî şeş salan ji wêrankirina wê li ser destê çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Sayloya Şengalê careke din ji hêla Wezareta Bazirganîyê ya Îraqî ve roja 19ê Hezîranê hat bikarxistin.

Saylo, ku yek ji sayloyên herî mezin ên emarkirin û bazirganîya dexlê ye li parêzgeha Nînewayê, xizmeta rûbereke pir befireh ji zevîyên çandinîyê li beşên rojavayî yê parêzgehê dike.

Qasim Hemmûd Mensûr, birêveberê giştî yê beşê Bazirganîya Xwarinê ya ser wezareta bazirganîyê ve, got ku dê nûkirina Sayloya Şengalê destekê bide sektorê çandinîyê li deverê û dê prosesa bazarkirina gelek dexl û danên li parêzgehê tên çandin pêş bixe.

"Şengal li ser xeta seqamgîrîyê ye"

Wezareta Bazirganîyê 10 proje li Şengalê nû kirin, di nav de saylo. Projeyên din ji çaksazkirina navendeke tendirustî, projeyeke ava vexwarinê, projeyeke kehrebê û dibistanên bajêr pêk tên.

Bi gitşî 443 milyon dînarên Îraqî (370,000 dolar) bo operasyonên nûkirinê li bajar hatine terxankirin, 98 milyon dînar (82,000 dolar) ji wan li ser Sayloya Şengalê hatine xerckirin.

Mensûr ji Diyaruna re ragihand ku saylo dê xizmeta zevîyên çandinîyê yên ku berhemên stratîjî li wan şîn tên li Deşta Şengalê li bakurê Îraqê, û herwiha deverên li derdora wê bike, û dê cihên bazarkirinê ji cotkaran re dabîn bike bo hêsankirina firoştina berhemên xwe.

Wî xebatên ajansên ewlekarî yên Îraqî û sazîyên din ên hikûmetê bo ewlekirina deverên bilind nirxandin.

Wî got ku ev sazî berdewam in di piştgirîkirina proseya nûavakirinê de bi rêya ewlehî û weberhînana başbûyî, ku ev yek bandoreke erênî li ser rewşa aborî û civakî li parêzgehê dike.

Ebdul Wehab Brahîm, berpirsekî wezareta bazirganîyê li Nînewayê, ji Diyaruna re ragihand ku projeyên nûavakirinê tên dîzayinkirin bo vegerandina seqamgîrîyê li Şengalê û handana awareyan ku vegerin gund û bajarên xwe.

Sayloya Şengalê vedigere kar piştî şeş salan

Sayloya Şengalê karê xwe bi qebareya 50,000-ton dest pê kir, û hewl dide ku bigihêje karîna xwe ya tam ku 80,000-ton e, Talib Ebas Hesen, berpirsekî birêveberîya Bazirganîya Dexlê ya Wezareta Bazirganîyê, ji Diyaruna re ragihand.

Mîna Mensûr, Hesen jî balkişand ser nîşanên bandorên erênî yên vê gavê li ser sektorê çandinîyê li Nînewayê. Bandor bêhtir li ser çandinîya Şengalê kir ji ber ku wê di salên borî de tevahîya parêzgehê bi xwarinê zêde kir.

Brahîm teqez kir ku dê saylo di palehîya werê de amade be ku genim û dexlên xelk wergire.

Dê cotkarên deverên karîbin ku mûsimê xwe bibin Şengalê, bo cara yekem piştî şeş salan, û wiha ew dê ne neçar bin ku berê xwe bidin sayloyên dûr li Tel Eferê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500