Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Milîsên Îran piştgirîya wan dike rêkeftina Şengalê asteng dikin

Faris Omran

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî bi nûnerên navçeya Şengalê re dicive di 15ê Mijdarê de. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî bi nûnerên navçeya Şengalê re dicive di 15ê Mijdarê de. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Berpirsên deverê dibêjin ku milîsên Îran piştgirîya wan dike rêkeftineke di navbera hikûmeta Îraqî û Herêma Kurdistanê derbarê rewşa navçeya Şengalê ya li rojavayê Nînewayê asteng dikin, ku ew qebûl nakin ji deverê vekişin.

Rêkeftina ku di 9ê Cotmehê de hat pejirandin, têgihiştinên hvebaş derbarê ewlehîyê, birêveberîya sivîl, ji nûveavakirin û vegera bêwaran destnîşan dike.

Li gorî şertûmercên rêkeftinê, hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê dê birêveberîyeke hevbeş li Şengalê ava kin,ku dê hêzên federal serperiştîya ewlehîyê bikin bi hevahengî ligel hêzên Kurdî.

Li gorî rêkeftinê, divê hemû komên çekdar ji deverê vekişin di nav wan de Hêzên Heşda Şaebî. Lê Milîsan heta aniha red kiriye ku ji cihên xwe derkevin û ji navçeyê vekişin.

Wezîrê Koçberîyê yê Îraqî Îvan Fayiq Cebro bi jinên Êzîdî yên bêwar re diaxêve li kampeke bêwarîyê li bakurê Îraqê di 27ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Wezîrê Koçberîyê yê Îraqî Îvan Fayiq Cebro bi jinên Êzîdî yên bêwar re diaxêve li kampeke bêwarîyê li bakurê Îraqê di 27ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Barpirsan teqez kir ku ev pênebendûn û redkirin berevajî xwesteka hikûmeta Îraqî ye, ku ew pêbendîya xwe bi bicihanîna rêkeftinê û çareserkirina hemû kêşeyên heyî bi herêma Kurdistanê re nîşan dide.

Di civînekê de di15ê Mijdarê de li Bexdayê ligel şandeyeke ji Şengalê, Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî pêbendîya hikûmeta xwe bi peydakirina çareserîyan ji kêşeyên navçeyê re teqez kir.

"Divê çareserî ji hundir be ne ji alîyên derve be," wî got û daxuyand "yasa têrê dike ku em bingehên dewleteke hêzdar ava bikin... ya ku cihêrengîya olî û etnîk qayim dike".

Wî got ku em vê cihêrengîyê "weke faktorekî hêzdarîyê ne weke faktorekî lawazîyê reçav dikin".

Herwiha Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêbendîya xwe bi bicihanîna rêkeftina Şengalê teqez kirû daxuyand ku ew xizmeta "hemû pêkhatîyên Îraqî" dike.

Milîsan rêkeftina Şengalê red kir

Berpirsan ji Diyaruna re ragihand ku di van salên dawî de, milîsan sûd ji nakokîyên siyasî yên di navbera hikûmeta federal û herêma Kurdistanê de wergirt daku hejmûna xwe li deverê berfireh bikin.

"Herî kêm 15,000 çekdarên milîsê li Şengalê belav in," Şêx Muzahim Huwêt, peyvdarekî êlan li Nînewayê, got.

Ew li ser 17 komên çekdar ên girêdayî Îranê belav in, di nav wan milîsan de Ketaib Hizbulah, Esaib Ehl el-Heq, Hereket el-Nuceba, Rêxistina Bedir, Lîwayê Seyib el-Şuheda û Lîwayê Îmam Elî, wî ji Diyarunare ragihand.

"Ketaib Hizbulah, û molîsine din redkirina xwe ji rêkeftina Şengalê re eşkere kirin û hewl didin ku bicihanîna wê asteng bikin û babetên wê paşguh bikin," Huwêt got.

Wî got ku baregeheke Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li Çiyayê Şengalê heye da serperiştîya çalakîyên milîsan bike û daxuyand ku milîs "astengîyeke mezin in" di rêya asayîkirina rewşê û misogerkirina aramîyê de.

Wî milîs tawanbar kirin ku ew "zindanên nepenî" bi rê ve dibin û stemkarîyê li êlên Ereb ên li rojavayê Şengalê dijîn û çend Êzîdîyên ku vegeriyane navçeya xwe dikin.

Şengal xwedî girîngîyeke stratejîk ji Îran û wekîlên wê re ji ber cihê, rojnameger û şirovekarê siyasî Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ki navçe li ser sînorê Sûrîyayê ye, ji rojava ve, û ji ber vê yekê ew kenaleke bo veguhestina çekdar û çekan û ji bo çalakîyên qaçaxîyê yên ku dahateke baş ji wan re tînin.

Şertûmercên "xerab" li navçeya Şengalê

Sincarî got ku milîsên rêkeftina Şengalê red dikin hîn hewl didin ku rê li ber hemû asayîkirinê bigirin.

Weke encam, şertûmerc li navçeyê hîn xerab in, wî anî ziman û daxuand ku gelek deverên ji DAIŞê hatin rizgarkirin ji alîyê milîsan ve hatin desteserkirin û bûne baregehên serbazî -- weke çawa li Curf el-Sexr, li başûrê Bexdayê.

Wî daxuyand ku niştecihên Şengalê, yên ji alîyê DAIŞê ve hatine serjêkirin, zindankirin, kolekirin an bêwarkirin, aniha rastî kontrolkirina milîsan ji deverê re tên, tiştê ku nahêle ew vegerine ji tirsa egera ku ew werin armanckirin.

"Rêkeftina Şengalê hêvîyên ku dawîyeke ji êşa êzîdîyan rewere danîn vejîyandin, Êzîdîyên ku piranîya wan aniha li kampên bêwarîyê li herêma Kurdistanê dijîn," serokê Rêxistina Êzîdî bo Belgekirinê, Husam Ebdulah, ragihand.

Hejmara wan dora 30,000 kesî ye, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Hêzên pir ên aniha li navçeya Şengalê belav bûne, ligel gefên ku bermahîyên DAIŞê hîn jî çêdikin ji astengîyên sereke ne li ber vegera niştecihên bêwar," wî daxuyand.

Wî teqez kir ku eger rêkeftin bê astengî bi pêş de biçe, ew dê xelkê han bide ku bêwarîya xwe bi dawî bikin û dê di dabînkirina ewlehî û aramîyê li navçeya îdarî de alîkar be.

Wî pêşniyar kir ku mohletên dîyar werin danîn daku hemû babetên di rêkeftinê de hatine erêkirin werin bicihanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500