Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hikûmeta Îraqê dest bi vekirina "Gora Dayikên" Êzîdî li Şengalê dike

Xalid Taî

Jinên Êzîdî di 24ê Cotmehê de li Şengalê li merasîma destpêkirina pêvajoya vedana ji komgoreke weke "gora dayikan" tê naskirin. [Wêne ji Birêveberîya Şehîdên Nînewayê hatiye wergirtin]

Jinên Êzîdî di 24ê Cotmehê de li Şengalê li merasîma destpêkirina pêvajoya vedana ji komgoreke weke "gora dayikan" tê naskirin. [Wêne ji Birêveberîya Şehîdên Nînewayê hatiye wergirtin]

Tîmên Îraqî û NY roja Şemiyê (24ê Çotmehê) dest bi vedana komgorekê kirin ku bermahîyên jinên pîr û zarokên Êzîdî, yên ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve di sala 2014an de hatibûn kuştin, dihundirîne.

Heso Huramî, serokê Sazîya Êzîdîyan ku navenda wê wê li Holandayê ye, dîyar kir ku tîmeke Îraqî ku ji alîyê hikûmetê û Herêma Kurdiatanê ve hatiye şandin bi alîkarîya pisporên UN û Komîsyona Navdewletî ya Wendayan (ICMP) gorê vedide.

"Gora ku wekê gora dayikên Êzîdî tê zanîn, bermahîyên 78 jinên Êzîdî dihundirîne", wî ji Diyaruna re got. Hema bêje hemî jinên ku li wir hatine binaxkirin bi nav û temen hatine nas kirin, ji bilî heft kesên ku nasnameyên wan hîn nedîyar in.

Wî dîyar kir ku her 71 jinên ku nasnameyên wan hatine destnîşankirin niştecihên gundê Êzîdî yê Koço ne. Di nav wan de Şamî Salih Aman, dayika çalakvana Êzîdî û balyoza niyazên pak a NYNadîya Muradjî.

Ev wêneyeke kolaj a jinên Êzîdî ye, yên ku di sala 2014an de li navçeya Şengalê ji hêla DAIŞê ve hatin kuştin. Komgora ku bermahîyên wan tê dene di 24ê Çotmehê de ji bo derxistinê hate vekirin. [Wêne ji çalakvanê Êzîdî Heso Huramî hatiye wergirtin]

Ev wêneyeke kolaj a jinên Êzîdî ye, yên ku di sala 2014an de li navçeya Şengalê ji hêla DAIŞê ve hatin kuştin. Komgora ku bermahîyên wan tê dene di 24ê Çotmehê de ji bo derxistinê hate vekirin. [Wêne ji çalakvanê Êzîdî Heso Huramî hatiye wergirtin]

"Bi dirêjahîya şeş salan, mafê min û kesên sax mayî ji bo veşartina bi rûmet a hezkiriyên xwe ji me hat girtin," Muradê roja Şemîyê di posteke Twitterê de got.

"Îroj, hestên min giran in ji ber ku gora bi kom a ku ew li tenişta jinên din ên Êzîdî li wir radikeve tê vekirin."

Gor, di heman demê de "hestîyên 12 zarokên temenê wan di navbera 13 û 16 salî de ne dihundirîne, ku nasnameyên wan hêj nediyar in", Huramî got.

Huramî dîyar kir ku qurbanîyên jin bi piranî jinên navsale û pîr in û di nav wan de qurbanîyeke 27 salî jî heye ku dema ku ji hêla terorîstan ve hat kuştin ducanî bûye.

Wî got ku di 16ê Tebaxa 2014 an de, DAIS êrîşî navçeya Şengalê kir u jin ji mêr û zarokên wan veqetandin, ew birin deverekê li nêzê çiyayê Şengalê yê bi navê Solajê, gulebaran kirin, û li wir veşartin.

Wî dîyar kir ku tiştên şexsî di hundirê gorê de hatin dîtin, di nav de berçavkên bi raçête û gopalên meşê.

Operasyon bi lez pêşve diçin

Hûramî got ku Sazîya Êzîdî berî çar salan bi endamên Komeleya Navdewletî ya Zanayên Cînosaydê re seredanek bo gorê kir daku agahdarîyan tomar bike, îfadeyên şahidan belge bike, û lêkolîneke berfireh li qada tawanê pêk bîne.

Wî dîyar kir ku biryar bû ku gor di meha Adarê de were vekirin, lê operasyonên ji bo derxistina bermahîyên qurbanîyan ji ber petaya vayrûsa koronayê (COVID-19) hatin paşvexistin.

Wî daxuyand ku "kar îro bi lez pêşve diçe, bi taybet piştî ku karê şandeya NY ya berpirsyar ji piştgirîkirina hewildanên niştîmanî yên ji bo vekirina gorên qurbanîyên DAIŞê heya Îlona 2021an hate dirêj kirin."

Huramî dîyar kir ku ji meha Adar a 2019an ve, ji 81 komgorên ku li Şengal û derdora wê hatine dîtin, 17 gorên qurbanîyên Êzîdî hatine vekirin.

Wî da zanîn ku derxistina hemî bermahîyên di komgor ya Solajê de dibe ku heya nîvê Mijdarê berdewam bike. Dema ku testkirinên DNA bi dawî bibin û hemî qurbanî werin nas kirin, ew dê dîsa bi merasîmeke fermî werin veşartin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500