Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsine Îraqî serdana Şengalê dikin û soza alîkarîya ewlehî û nûavakirinê didin

Xaild Taî

Hêzeke polîsê Îraqî li rêbendeke pişkinînê ya têketina Şengalê di Gulanê de tê dîtin. [Wêne ji Birêvberîya Polîsê Şengalê ve hatiye wergirtin]

Hêzeke polîsê Îraqî li rêbendeke pişkinînê ya têketina Şengalê di Gulanê de tê dîtin. [Wêne ji Birêvberîya Polîsê Şengalê ve hatiye wergirtin]

Ligel berhengarîyên ku rastî gelek niştecihên Şenglê tên, şandeyeke payebilind a hikumetê 26ê Tebaxê serdana bajarê bakurê Îraqê kir da rewşa wir binirxîne.

Şane ji hejmareke mezin a berpirs û fermandarên serbazî pêk dihat, di nav de Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ferîq Ebdul Emîr Şemerî, Parêzgerê Nînewayê Necim Cibûrî, û Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînewayê lîwa Cabir Taî.

Herwiha nûnerin ji ofîsa Serokwezîr, Sazîya Şehîdan, Wezareta Koçberî û Koçberan û Ajansa Ewlekarîya Niştimanî jî amade bûn.

Şandeyê gelek tewsiye nîqaş kirin da aramîyê li bajêr xurt bikin, bi berhengarîyên ku rastî xebatên nûavakirinê tê jî re danûstandinê bikin û xizmetguzarîyên sereke ji niştecihan re pêşkêş bikin.

Wan biryara da ku komîteyeke wezarî ya navendî ava bikin ku ji alîyê serokwezîr bo nûavakirina Şengalê hatiye destekdayîn.

Bajarekî wêrankirî piştî rizgarkirinê bi 5 salan

Tevî Şengal berî pênc salan hatiye rizgarkirin, lê hîna bajarekî wêrankirî ye. Xedîca Cokî birêvebera birêveberîya herêma Şengalê ya bakurî Xedîda Jokî dîyar kir ku 85% ji xizmetguzarîyên giştî, avahî û malên wê di heyama kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de wêran bûn.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku Şengal ti xebatên nûavakirinê yên mezin nedîtine, ji bilî çend xebatên sînorkirî ku rêxistinên navdewletî piştevanîya wan dikin.

Jokî got, "bo nimûnem Birêveberîya Qoçanên Şengalê aniha karê xwe ji Til Eferê dest pê dike û Birêveberîya Nasname û Rewşên Kesayetî li Til Kêf û Birêveberîya Qerebûyan li Şêxanê kar dikin.

Jokî anî ziman ku ev yek bareke e li ser malbatên herêmê û yên ji kampên koçberan vegereîyane".

Wî da zanîn ku şandeyê biryar da ku budceyekê taybet bo pêdivîyên nûavakirinê li Şengalê veqetîne. Berpirsan herwiha banga vekirina du ofîsan di nîvê meha Îlonê de kir, yek bo Koçberîyê û ya din jî bo Sazîya Şehîdan.

Wî destnîşan kir jî ku şandeya serdankirî li ser dirêjkirina misyona tîma navdewletî bo saleke din li hev kir ya di komgoran de dixebite ku termên qurbanên DAIŞê yên Êzidî tê de ne.

Di heman demê de, pêşinyarek bo ewlehîya bajêr berî niha bo hikumetê hatibû pêşkêşkirin û di 26ê Tebaxê de bo şandeyê êdî hat pêşinyarkirin.

Ev pêşinyar pêşinyar dike ku hêzeke Êzidî ya yekbûyî ji niştecihên Şengalê were avakirin da alîkarîya hêzên polîs û ewlekarîyê di pêkanîna aramî û parastina bajêr de bike. Jokî dîyar kir ku ev yek dê bihêle koçberên Şengalê vegerin û jîyana xwe ya asa dewam bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500