Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bi standtina erdê ji DAIŞê, lêgerîna li Êzîdîyên windayî berfereh dibe

Xalid Ta'î

Jineke Êzîdî bavê xwe hemêz dike piştî ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin di vê wêneya ku di 7ê Mijdarê de li ser Înternetê hat weşand. [Wêneya ji rûpela Facebookê ya Husên Qaidî]

Jineke Êzîdî bavê xwe hemêz dike piştî ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin di vê wêneya ku di 7ê Mijdarê de li ser Înternetê hat weşand. [Wêneya ji rûpela Facebookê ya Husên Qaidî]

Piştî têkçûna rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Iraqê, operasyonên lêgerînê zêde dibin daku Êzîdîyên windayî bibînin yên ku ji alîyê rêxistinê ve hatin girtin.

Deshilatdarîya Iraqî di van her sê salên dawî de hewl dida ku kesên revandî li Iraq û Sûriyê bişopîne, heta aniha kariye cihê hezaran nîşan bike û wan ji nav destên DAIŞê azad bike.

Lê dora 3,000 kesên din hîn windayî ne, nêvî ji wan jin û keçên ciwan in, li gorî Ofîsa Karûbarê Êzîdîyên Revandî li Duhokê.

Di navbera destpêka Cotmehê û nîvê Mijdarê de, tîmên lêgerînê yên girêdayî ofîsê 22 Êzîdî rizgar kirin, di nav wan de jin ên ku ji alîyê DAIŞê ve hatin revandin û ji sala 2014an li Sûriyê hatin girtin.

"Ev komeke din e ji qurbanîyan ên me karî bi ewlekarî û bi alîkarîya desthilatdarîyên ewlekarîyê li deverên Kurdî vegerînin nav malbatên wan," serokê Karûbarên Kesên Êzîdî yên Revandî Husên Qaidî got.

"Ew di rewşeke laşî û derûnî ne baş de bûn, lê aniha ew ewle ne," wî ji Diyaruna re got.

Di dema girtina wan a bi zorê de, Êzîdî rastî çewsandin û tundîya dijwar hatin herwekî ku jin di nav endamên DAIŞê de hatin firoştin û hingavtin.

"Em aniha bi rêveberîya tendirustîyê re li parêzgeha Duhokê kar dikin daku em xizmetên bijîşkî yên lezgîn ji wan kesên berdayê re dabîn bikin," Qaidî got.

Di hewldanên rizgarkirinê yên dawî, hejmara kesên Êzîdî yên ku ji DAIŞê hatin azadkirin gihaye 3,191, di nav wan de 1,100 jin û 335 mêr, wî got.

Ên mayî keç û kurên piçûk in, wî anî ziman.

Metirsî derbarê çarenûsa Êzîdîyan

Qaidî got ku ofîs dê tişta jê were bike daku Êzîdîyên hîn windayî ne bibînin.

"Raportên me dibêjin ku hejmareke mezin ji Êzîdîyên ravandî li Mûsilê girtî ne, lê me te hin ji wan dîtin piştî ku bajar hat rizgarkirin," wî got.

Heman rewş li Reqayê, ya ku di 18ê Cotmehê de ji DAIŞê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk ve hat rizgarkirin.

"Em bêhêvî nebûne," Qaidî got, wî anî ziman ku dibe kesên revandî girtî bin li hin deverên ku hîn li jêr kontrola DAIŞê.

"Di dawî de, em dê cihê wan nas bikin û em dê wan rizgar bikin," wî got.

Herwiha endamê encumena parêzgeha Nînewayê Berekat Şemo tirsa xwe derbarê cihê wan Êzîdîyên windayî yên mayî eşkere kir.

"DAIŞ ket û gelek dever hatin rizgarkirin, lê heta aniha ti şop ji hezarên ku hîn revandî ne nîne," wî got, bang dike daku "hewldanên lêgerînê zêde bikin".

Parêzgeh alîkarîyê bi desteyên serbazî û ewlekarî re dike weke beşekî ji komîteya hevbeş ku hatiye erkdarkirin bi lêgerînê li jinên windayî, Şemo ji Diyaruna re got.

"Hewldanên me berdewam in û hewldanên mîna wan li Sûrîyayê tên cîbicîkirin," wî got, wî piştrast kir" her rojek derbas dibe wateyê dide ku ew kesên revandî û malbatên xwe gelek derdî dikişînin".

Hewldanên lêgerînê dê berdewam bikin

Hewldanên lêgerînê derbarê Êzîdîyên revandî dê berdewam bikin bi lezgînîyeke qayim piştî gelek erd ji jêr kontrola DAIŞê derketin, parlementerê Iraqî ji parêzgeha Nînewayê Hacî Kendûr Şêx got.

"Em hîn li Mûsil, Telefer û deverên rizgarkirî yên din digerin," wî ji Diyaruna re got.

"Me gelek dîtin, lê hîn gelek wîndayî ne em tiştê li ser xwe dikin daku em wan bibînin û rizgar bikin," wî anî ziman.

Mêr û jinên Êzîdî yên hatin rizgarkirin wesfê danûstandina hov ya ku wan ji destên rêxistina terorîst dît dan, Hacî Kendûr Şêx got.

Wan çîrokên bizdêner gotin derbarê jinên hatin firoştin û hingavtin û mêr û zarokên hatin kolekirin û êşkencekirin, wî got.

Wî hikûmet han da daku alîkarîyê bi civaka Êzîdî re bike, bi taybet ew kesên ku hîn li kampên penaberîyê dimînin û derdê "şert ş mercên mirovî yên dijwar" dikişînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500