Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Hikûmeta Lubnanê çalakgera li dijî Hizbulah axêvî zindan dike

Meşariq û Nohad Topalian in Beyrûtê

Darizandina serbazî ya Lubnanî di 14ê Kanûna Yekem de hukim li dijî çalakger Kînda el-Xetîb a dijî Hizbulah bi sê sal zindan "ligel karên dijwar" birî. [Wêne ji hesabê Twitterê yê Kînda el-Xetîb hatiye wergirtin]

Darizandina serbazî ya Lubnanî di 14ê Kanûna Yekem de hukim li dijî çalakger Kînda el-Xetîb a dijî Hizbulah bi sê sal zindan "ligel karên dijwar" birî. [Wêne ji hesabê Twitterê yê Kînda el-Xetîb hatiye wergirtin]

Darizandina serbazî ya Lubnanî roja Duşemê (14ê Kanûna Yekem) hukim li çalakger Kînda el-Xetîb a dijî Hizbulah bi sê sal zindan "ligel karên dijwar" birî.

Xetîb, a bîst salî, di Hezîranê de hat girtin bi tuhmeya "hevkarîya bi dijmin re" û "derbasbûna erdên Felestînî yên dagirkerî" û "hevkarîya bi sîxurên dijminê Îsraîlî re", AFP ragihand.

Bi rastî Lubnan hîn rewşa şer de bi Îsraîl re û qedexe dike ku welatîyên wê herine wir.

Berî girtina wê, el-Xetîb rexne li rêxistina Hizbulah a Lubnanî a Şîî kir û daxwaza bêçekkirina wê kir, ku ji alîyê hikûmeta Lubnanî û civaka navdewletî herduwan ve rêya tenê ya pêkan e ku Lubnan karibe dewlemendîya xwe careke din di dest bixe.

Herwiha wê pêşwazîya Yasaya Qeyser -- sizayên Amerîkî yên nû li ser Sûrîyayê yên di 17ê Hezîranê de hatin bicihanîn kir -- ên kompanîyan li seranserî cîhanê yên bi rejîma Beşar Esed re didin û distînin ciza dikin û alîkarîyên nûavakirinê yên Amerîkî qedexe dike heta tawanbar binpêkirin bi cih anîn bo dadê werin pêşkêşkirin.

Gelek xelk li Lubnanê ditirsin ku sizayên nû dê bandora wan ên zirardar li ser Lubnanê hebin heta Hizbulah û komên din têkilîyên xwe bi rejîma Sûrî re qut nekin.

Malbata el-Xetîb û çalakgerine din girtina wê şermezar kir û ew weke "tedbîreke siyaysî" şiyanse kir ji ber twîtên wê li dijî wan kesên di desthilatdarîyê de.

Mîdyaya Lubnanî û çalakgeran doza el-Xetîb û ya aktor Ziyad Îtanî, yê ku herwiha bi "hevkarîya" bi Îsraîlê re hat tawanbarkirindi 2017an de dane ber hev.

Bêgunihîya Îtanî hat îlankirin û piştî çend mehan serbest hat berdan û piştî wê efserekî ewlehî yê paye bilind bi "çêkirina" dozê hat tawanbarkirin.

Hizbulah partîya tenê ye ku piştî şerê navxweyî yê Lubnanî 1975-1990 nehat bêçekkirin, ku ji wî çaxî ve ew bûye leyistikvanekî sereke di siyaseta Lubnanî de.

Ev koma Şîî ji alîyê gelek hikûmetên Rojavayî weke dezgeheke "terorîst" hatiye dabeşkirin.

Hizbulah dijberan bêdeng dike

El-Xetîb, a ku çalak bû di xwenîşandanên li dijî gendelîyê yên Cotmeha par li Lubnanê dest pê kirin, li bajarokê xwe Ekarê li bakurê welat di 18ê Hezîranê de hat girtin û bo dadgeheke serbazî hat guhestin.

Di mijareke ku li ser hesabê wê yê Twitterê yê bi zimanê Erebî piştî girtinê hat belavkirin, Efûya Navdewletî got, "yasaya navdewletî darizandina sivîlan ji alîyê dadgehên serbazî ve red dike, bila tuhmeya li dijî wan çi be. Em ji desthilatdarîya dadwerî ya Lubnanî dixwazin ku doza Kînda el-Xetîb yekser biguhêze dadagehên sivîl".

"Şefafîyet di peygerîn û mafdayînên hukim lêbirînê li dadgehên serabzî kêm e û tenê rûbereke sînordar dide berevanîyê ku gazinan bike. Ev şertûmerc mafên sivîlan bo darizandineke dadwer bin pê dikin," Efûya Navdewletî anî ziman.

Di heman heftîyê de, Ofîsa Dozgerê Giştî yê parêzgeha Çîyayê Lubnanê Seyid Elî Emîn, oldarekî Musilman ê Şîî yê rexneyan li Hizbulah dike, tawanbar kir, with "ku ew berdewam êrîşî berxwedana [Hizbulah] û şehîdên wê dike", "navtêdanê di nav mezheban de dike", û "rêbazên mezheba Ceferî ya [Şîî] ya hizira [Îslamî] bin pê dike".

Eger were tawanbarkirin, dibe ku Emîn rastî zindankirina muebed were yan heta hukimê îdamê lê were birîn.

Siyasetmedarên Lubnanî û çalakger bi qehir li hember girtina Emîn bi helwest bûn, û dibêjin tawanên li dijî wî siyasî ne û "hewldaneke ji alîyê Hizbulah ve ku dijminên xwe yên olî bike şeytan", li gorî Erebî 21.

"Hukim siyasî ye"

Meryem el-Xetîb, xwişka Kînda, ji Meşariqê re got ku xwişka wê "çalakgereke li dijî Hizbulah e, a bang dike ku ew were bêçekkirin û serwerîya dewlet û artêşê bê sepandin"

Wê got ku vê dawîyê wê yekê hişt ku ew rastî gefan were.

"Kînda bo her sê rûniştinên pêşîn li dadgeha serbazî nehat vexwendin, dema ku di rûniştina çarem de di 14ê Kanûna Yekem de, wan biryara xwe da... tevê dadgehê nikarîbû ti delîlan li dijî wê pêşkêş bike," wê got.

Wê got ku hukim "siyasî ye, ji ber Hizbulah li dadgehê serdest e, çalakgeran diçewisîne û wan bêdeng dike".

"Weke çalkgerên siyasî, em dizanin ku tuhmeya herî belav li dijî me ji ber rexnekirina me ji Hizbulah re ew e em wekîlên Îsraîl in, bê ti delîlan, bi taybet dema ku dadgeha serbazî syasetkirî ye û rastî fişarên mezin ji alîyê Hizbullah ve tê," çalakger Ehmed Seyid ji Meşariqê re got.

"Tiştê dibe girtinên kîndar in û çewisandina li jêr kontola partîtîyê," wê got. "Lubnan dibe weke nimûneyeke Îranî; bi rastî, em bûne parêzgeheke Îranî ya piçûk li jêr hukimê Hizbulaha Basîc," ew behsa milîsên nîvserbazî yên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê dike.

"Çi kesê li dijî Hizbulah di xeterîyê de ye... heta asta ku werin kuştin jî," Seyid got û naî ziman ku partî navendên wê yên girtinê yên taybet hene û berî vê bi awayekî tam nepenî berda dijberên xwe yên ji tayifa Şîî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500