Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hikûmet dide ser pişta kujerên Hîşam Haşimî li derveyî Îraqê

Faris Omran

Îraqî posterên ku wêneyên şarezayê di warê tundrewîyê de Hîşam Haşimî yê hatiye kuştin li merasîmên cenazeyeke sembolîk ku ji bo wî li Qada Tehrir li Bexdayê di 7ê Tîrmehê de hatibûbê li darxistin hildigrin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Îraqî posterên ku wêneyên şarezayê di warê tundrewîyê de Hîşam Haşimî yê hatiye kuştin li merasîmên cenazeyeke sembolîk ku ji bo wî li Qada Tehrir li Bexdayê di 7ê Tîrmehê de hatibûbê li darxistin hildigrin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî soz daye ku li pey kujerênpisporê navdar ê di warê tundrewîyê de Hîşam Haşimî be piştî raportên ku ku dibêjin du ji tawanbaran ji welêt revîyane, berpirsek Îraqî teqez kir.

Ehmed Mula Telal, berdevkê Serokwezîr Mistefa Kazimî Yekşemê (15ê Mijdarê) di hevpeyvînekê de bi televîzyona dewletê re got ku kesên tawanbar bi kuştina Haşimî karîn rojekê piştî êrişê ji Îraqê birevin.

Wî got hin kesan alîkariya wan kirine ku birevin, bêyî ku wan bi nav bike.

Desthilatên lêpirsînê di derbarê kuştina Haşimî de hin hûrgulîyên girîng bi dest xwe xistine, pisporê hewalgirî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand.

Îraqî tabûta Hîşam Haşimî hildigirin di merasîmên oxirkirina wî de dema ku ew di 7ê Tîrmeha dawî de li ber mala şarezayê di warê tundrewîyê de yê hat kuştin, li navçeya Zeyûnayê li Bexdayê derbas dibin. [Wêne ji Ajansa Serbixwe ya Îraqî hatiye wergirtin]

Îraqî tabûta Hîşam Haşimî hildigirin di merasîmên oxirkirina wî de dema ku ew di 7ê Tîrmeha dawî de li ber mala şarezayê di warê tundrewîyê de yê hat kuştin, li navçeya Zeyûnayê li Bexdayê derbas dibin. [Wêne ji Ajansa Serbixwe ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku agahî di derbarê koma çekdar a ku tawan pêk anîye di dest wan de hene û got ku her du tawanbarên sereke hatine naskirin piştî girtina motorekî li nêzê mala qurbanî li taxa Zeyûnayê li Bexdayê, ku di êrîşa 6ê Tîrmehê de hatiye bikaranîn.

Ebû Rexîf dîyar kir ku tîma çar-kesî yê ku Haşimî kuşt teqez ji alîyê hêzekê ve hatiye erkdarkirin ku operasyonê pêk bîne û paşê wê alîkarîya wan kiriye ku bi qaçaxî ji welat derkevin.

Cihê her du kesên ku revîyane derveyî welat "ji hêla desthilatên ewlehî yên Îraqî ve tê zanîn, lê ji bo domandina pêvajoya lêpirsînê nayê eşkerekirin", Ebû Rexîf got.

Wî got ku hikûmeta Îraqî dê Interpolê agahdar bike û "dê çi ji destê wê tê bike daku bi alîyên pêwendîdar ên ewlehî yên welatê ku tawanbar revîyane wir hevkarîyê bike bo girtin, vegerandin û dadgehkirina wan".

Tîmeke astbilind a li jêr serokatîya Birîkarê Wezareta Hundir bo Hewalgirî û Lêpirsînên Federal bi lêpirsînê hatiye raspartin. Kuştina Haşimî bû sedema şermezarkirineke berfireh û daxwazên ku kujer bi lez werin destnîşankirin û hesab ji wan were pirsîn.

Haşimî yê ku li Bexdayê mezin bû, gelek pirtûk li ser tundrewîyê belav kirine, û piştre bi navendên lêkolînan ên sereke re kar kir, di nav de Chatham House li Londonê û herî dawî jî Navenda Siyaseta Cîhanî li Waşintonê.

Haşimî çend pirtûk li ser komên radîkal nivîsandine, di nav de "Cîhana DAIŞê" û "DAIŞ Ji Hundir Ve", ji bilî bi sedan gotar û lêkolînan, berhema herî dawî jî lêkolînek bû ku ronî avêt ser nakokîyên zêdebar ên di navbera hêzên Heşda Şaebî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji kujer bigerin; ew bi tenê amraz e, hesab ji plangêr yan kesê ku ferman daye bixwazin; ew berpirs e. Hûn kêrekê nayên bo wê ji ber kuştinê dadgeh bikin, belê encamder. Encamder li vir fitnegêr e. Ev yek, teqez eger hûn karin wî bi nav bikin, em qala cezakirinê nakin.

BERSIV BIDE