Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Vegera serbazên berê xebatên Îraqê yên li dijî DAIŞê xurt dike

Xalid Taî

Leşkerine Îraqî yên vegeryayî li baregeha leşkerî ya Kesek li Nînewayê di Kanûna Yekema 2019an de perwerdeyê dibînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî yên vegeryayî li baregeha leşkerî ya Kesek li Nînewayê di Kanûna Yekema 2019an de perwerdeyê dibînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Îraq pêşketineke mezin di şerê li dijî paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de bi dest dixe piştî biryara hikumetê ya sala par ku xebatkarên serbazî yên peymanên wan ên kar hatibûn rawestandin vegerîne.

Di şeş mehên borî de, bêhtirî 100,000 xebatkarên serbazî vegerîyan kar.

Ev hêz ji ber nikarîbûn tevlî karê xwe bibin piştî bûyerên ewlehî yên piştî serdestîya DAIŞê di nîvê 2014an de çêbûn ji kar hatin bidûrxistin.

Leşkerên vegeryayî tevlî korsên perwerdekirinê yên çirûpir dibin da amadekarîyên wan ên fîzîkî û şerkirinê xurt bibin û jêhatî û moralên wan bi pêş kevin û bilind bibin, peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî emîd Yehya Resûl ragihand.

Leşkerên vegerîyane kar semînereke bo bilindkirina moral û asta amadekarîyên wan di Kanûna Yekema 2019an de amade dibin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên vegerîyane kar semînereke bo bilindkirina moral û asta amadekarîyên wan di Kanûna Yekema 2019an de amade dibin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî ji Diyaruna re got ku hejmara leşkerên vegerîyane yekîneyên artêşê giheşt 61,000 leşkeran heya destpêka vê salê.

Resûl dîyar kir ku ew vegerîyan yekîneyên xwe yên berê herwiha li gorî fermandarîyên serbazî yên nû hatine çêkirin tev digerin, bi taybetî li parêzgehên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin.

Wî got ku karînên şerkirinê yên artêşê yên xurtkirî ji ber zêdebûna hejmara leşkeran in, û da zanîn jî ku vê zêdebûnê "xebatên me yên ewlehî xurt kirin û hişt em gavine baş di şerê li dijî terorê de biavêjin."

Resûl destnîşan kir ku "hêzên me bi temamî erdên me kontrol dikin û êrîşan pêk tînin û bi awayekî serketî paşmahîyên dijmin dişopînin, ku vê yekê bi awayekî belî rewşa ewlehî li seranserê welat reber kiriye."

Zêdekirina fişarê li ser DAIŞê

Heya niha, polîs 42,000 endamên xwe yên berê vegerandin, ligel planine ku heman hejmarê li ser qonaxan di sala 2020an da vegerîne.

Şelal Nacî, endamekî berê yê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê ragihad ku vegerandina endamên berê yên polîsê yên ji kar hatibûn bidûrxistin "daxwazeke me ya sereke bû û hikumetê bi cih anî".

Wî ji Diyaruna re got ku "parêzgeha me ji mezintirîn parêzgehên welêt e û biyaban û bajarine berfireh tê de hene."

"Ji ber vê sedemê, me daxwaza zêdekirina hejmara xebatkarên ewlehîyê kir, bi rêya rê bidin endamên polîsê herêmî yên hatibûn sekinandin ku vegerin yekîneyên xwe".

Nacî got ku "bi hezaran endamên berên yên polîsê li ser qonaxan vegerîyan, nofê dawî jî ji 4,000 kesan pêk dihat":

Nacî dîyar kir ku îro polîsê Enbarê heya asteke bilind kêmbûna xwe ya endaman dagirt û serê xwe bi 20,000 endamî ji eslê 28,000 ku berî 2014an hebûn bilind dike.

Wî da zanîn ku "hîna kêmbûn heye lê bi rastî zêdebûn erênî bû û alîkarî da piştevanîkirina plan û rêkarên bo zêdekirina zextê li ser endamên DAIŞê yên xwe li biyabanê vedişêrin û parastina bajar û gundên dûrdest ji xeterîya terorîstan".

Nacî destnîşan kir ku gelek polîsên vegeryayî tevlî focên taktîkî yên tengavîyê bûn piştî perwerdeyên astbilind dîtin, û da zanîn jî ku ev foc îroj serperiştîya şerê li dijî paşmahîyên DAIŞê dikin.

"Hemû kesên vegeryayî endamên berê yên hêzên artêş û polîsê bûn, yên beşdarî şerê li dijî terorê bûbûn û gelek tecrubeyên wan ên serbazî hene," şarezayê ewlehî Mihemed Rezaq Rubeyî got.

Wî ji Diyaruna re got ku "Lewra, vegera wan pir girîng e bo zêdekirina zexma operasyonên serbazî".

Rubeyî teqez kir ku şerê li dijî DAIŞê hîna bi dawî nebûye, û bo dawî li vê metirsîyê were pêwistî bi hêzên ewlekarîyê yên perwedekirî û xwedî çekên pêşketî heye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500