Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî salvegera 98ê ya damezrandina xwe pîroz dike

Xalid Taî

Meşeke Leşkerî Yekşemê (6ê Kanûna Duyem) li serbazgeha Kasik li parêzgeha Nînewayê hat encamdayîn bo pîrozkirina salvegera 98ê ya damezrandina artêşa Îraqî. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Meşeke Leşkerî Yekşemê (6ê Kanûna Duyem) li serbazgeha Kasik li parêzgeha Nînewayê hat encamdayîn bo pîrozkirina salvegera 98ê ya damezrandina artêşa Îraqî. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Îraqîyan Yekşemê (6ê Kanûna Duyem) 98'emîn salvegera damezrandina artêşa Îraqî bi merasîmeke leşkerî li Bexdayê pîroz kir.

Wezareta Beravanîyê xwenîşandaneke serbazî li Kolêja Serbazî ya 1ê li dar xist, bi amadebûna Serokwezîr adil Ebdul Mehdî, berpirsyarên berz ên hikûmetên, fermandarên leşkerî, parlemantar, çalakvanên sivîl û welatîyan.

Artêşa Îraqî "di misyona xwe ya berevanîyê û rizgarkirinê de bi ser ket û xweş li hember terorîzmê şer kir", Ebdul Mehdî di axiftina xwe de got.

"Hevdem ligel vê misyona zehmet, wê [artêşê] erka xwe ya parastina ewlehî û seqamgîrîyê bire serî," serokwezîr got.

Leşkerin Îraqî nemayişeke leşkerî dikin di pîrozbahîyên Roja Artêşê de, yên ku Yekşemê (6ê Kanûna Duyem) ji hêla Fermandarîya Operasyonên Ferata Navîn ve hatibûn lidarxistin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê hatiye wergirtin]

Leşkerin Îraqî nemayişeke leşkerî dikin di pîrozbahîyên Roja Artêşê de, yên ku Yekşemê (6ê Kanûna Duyem) ji hêla Fermandarîya Operasyonên Ferata Navîn ve hatibûn lidarxistin. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqê hatiye wergirtin]

Wî got ku artêşa Îraqî di vegerandina bawerîya gelên Îraqê bi xwe de bi ser ket. "Îroj em şêwazên herî bedew ji hevahengîyê û harmonîyê di navbera endamên hêzên xwe yên çekdar û welatîyên xwe de dibînin."

Dê artêş berdewam be "di nehiştina 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) de li welat û herwiha di rêgirtin de li ber sûdwergirtina wê ji valahîyên di sînor de û bikaranîna pêşhatinên herêmî û navdeweltî bo dewamkirina çalakîyên xwe yên tawankarî", Ebdul Mehdî wiha axivî.

Firqeyên artêşê, fermandarîyên operasyonan û sazîyên fermî û yên sivîl çendîn pîrozbahî li dar xistin bo bîranîna vê boneyê.

Nûkirina artêşê

Wezaretê daxuyand ku Wezareta Berevanîyê berdewam e di bilindkirina asta karîn û zîrekîyên artêşa Îraqî de, ji hêla çekdarkirin û rahînanê ve.

"Gelek pilanên me yên nûkirin û vejîyandina artêşa me hene," peyvdarê wezaretê, Tehsîn al-Xefacî Duşemê ji Diyaruna re eşkere kir.

"Em li ser bilindkirina asta zîrekî û hostatî û ezmûna şerkirinê ya leşkerên xwe dixebite, bi rêya programên rahînanê yên ku bi alîkarîya hevpeymanîya navdewletî û hêzên NATO tên berhemkirin," wî got.

"Em dixwazin ku wan bi hostatîyên herî nûjen zêde bikin û wan bi çek, alav û teknolojîyên serbazî yên herî pêşketî bi çek bikin bo bicihanîna erkdarîyên xwe bi temamî û bo parastina welatê me," Xefacî daxuyand.

Xefacî got ku di van salên dawî de dezgeha serbazî ya Îraqî gavên pir mezin avêtine di warê baştirkirina performansê de.

"Paş ku terorîstên DAIŞê xaka me dagir kirin, artêş di heyameke dijwar û zehmet de derbas bû," wî got, "lê wê zorîya tehedî û berhengarîyan bir û karîn û şiyanên xwe bunyad kirin bo ew ji berê bihêztir û xurtir bibe."

"Serkeftineke birûmet"

"Artêşê karî di heyameke herî kurt de serkeftineke birûmet li ser terorîstan bi dest bixe, vê yekê jî hişt ku bawerîya xelkê bi artêşê û navûdengî û rola dîrokî ya artêş vegerandin," wî wiha şirove kir.

"Artêşa me herwiha rêz û hurmeta civaka navdewletî bi dest ve anî," Xefacî got.

"Roja Artêşê ji hemû Îraqîyan re rojeke betlanê ye," şênîyekî Bexdayê, 34-salî, bi navê Husên Budêrî got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku endamên vê dezgehê bi dehsalan dîwarekî asê yê berevanîya vî welatî bûn, û wiha dewam kir: "Serfirazîya me bi wan zêde bû paş ku wan teror şikand û welat rizgar kir."

Xwendekareke Zanîngeha Bexdayê bi navê Seca Mihemed, 19-salî, got ku ew bi artêşa Îraqî serbilind e.

"Îroj em bi saya wêrekî û canfedayîya artêşa xwe û hêzên din ên ku li dijî DAIŞê şer kirine aram û bi selamet in, wan serkeftinên herî mezin bi dest xistin," wê ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500