Nûçeyên Iraqê
Dîplomatîk

Hûrgirlîyên plangêrîya Sulêmanî ya êrîşkirina li ser hêzên Amerîkî li Îraqê

AFP

Jineke Îranî li mûşekeke ji celebê Sair-2 dinêre di nimayişeke li kolanê de ku artêşa Îranî û Pasdaran pêk tînin di pîrozbahîyên Heftîya Berevanîyê li Meydana Baheristan li Tehranê di 26ê Kanûna Yekem a 2019an de. [Stringer/AFP]

Jineke Îranî li mûşekeke ji celebê Sair-2 dinêre di nimayişeke li kolanê de ku artêşa Îranî û Pasdaran pêk tînin di pîrozbahîyên Heftîya Berevanîyê li Meydana Baheristan li Tehranê di 26ê Kanûna Yekem a 2019an de. [Stringer/AFP]

Femandarê serbazî yê Îranî Qasim Sulêmanî hazirîya plangêrîyekê dikir ku xeterîyê li ser welatîyên Amerîkî li herêmê dirust dike dema ku ew di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de roja Înê (3yê Kanûna Duyem) hat kuştin, li gorî berpirsine Amerîkî.

Sulêmanî, fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), di êrîşeke asmanî de li Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Sulêmanî êrîşeke "pir nêzîk" li dijî karmendên Amerîkî li Bexdayê plan dikir û divê ew hîn "berî çend salan" hatiba kuştin.

"Wî plangêrî li herêmê dirîsîn bo pêkanîna kiryarên -- kirarekî mezin weke wî şiyanse kir -- ku dê bi dehan û dibe bi sedan Amerîkî bikevin metirsîyê," Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo Înê ragihand.

Ev wêneya ku roja 4ê Kanûna Duyem hatiye kişandin cihê ku fermandarê Îranê yên payebilind û serkirdeyê koma Îraqî ya nîv serbazî Ebû Mehdî Muhendis ligel heşt kese din lê hatine kuştin di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de berî rojekê, li derveyî rêya Balefirgeha Navdewletî li Bexdayê, nîşan dide. [Elî Şuqêr/AFP]

Ev wêneya ku roja 4ê Kanûna Duyem hatiye kişandin cihê ku fermandarê Îranê yên payebilind û serkirdeyê koma Îraqî ya nîv serbazî Ebû Mehdî Muhendis ligel heşt kese din lê hatine kuştin di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de berî rojekê, li derveyî rêya Balefirgeha Navdewletî li Bexdayê, nîşan dide. [Elî Şuqêr/AFP]

"Em dizanin ku êrîş pir nêz bû," Pompeo qala plangêrîya Sulêmanî kir. "Nirxandineke li ser bingeha agahîyên hewalgirî proseya me ya biryardanê diber pêş."

Pompeo Asaib Ehil el-Heq weke"rêxistineke terorîst" bi nav kir, û got ku ew "bi awayekî berfireh tê rahînankirin û temwîlkirin" ji hêla Pasdaran ve, û dest li ser samanên wê û yên du ji serkirdeyên wê hatiye danîn.

"Asaib Ehil el-Heq û serkirdeyên wê pêxwasine tundrew ên Komara Îslamî ya Îranê ne," Pompeo got.

"Di şûna mezinên xwe yên li Tehranê de, ew tundûtûjîyê û terorê pêş dixin bo hêsankirina xebatên rejîma Îranî bo lawazkirina serwerîya Îraqê," wî got.

Pasdaran mûşekan dişîne Îraqê

Ev çend meh in ku Feyleqê Qudis bi rêbertîya Sulêmanî arsînala çekên milîsên Îraqî yên alîgirê xwe bi mûşekên dûr-meda û çekên pêşketî zêde dike.

Sair Beyatî, emîndarê giştî yê Encumena Êlên Ereb ên Selahedînê teqez kir ku Pasdaran bi çek û pereyan piştgirîyê dide milîsên Îran piştevanîya wan dike "bo çesipandina hebûna wan weke hêzeke bibandor a xwedan desthilatdarîyeke bihêz ku mîna zîrevanîyeke şoreşger a Îraqî ya ser bi Îranê ve tevdigere".

Di van çend mehên borî de, Îranêmûşekine kurt-meda veguhestine Îraqêû ew li serbazgehine li jêr kontrola van milîsan li Bexdayê û li parêzgehine din veşartine, wî ji Diyaruna re teqez kir.

Beyatî got ku qaçaxîkirina van mûşekan di sînor re û depokirina wan li deverine raz "hîn berdewam e", û dibe ku zêdetir jî bûbe.

Wî daxuyand ku Sulêmanî plan dikir bi rêya Feyleqê Qudis van mûşekan bigihîne pêxwasên xwe yên Îraqî bo ew êrîşên bi mûşekan li ser serbazgehên Amerîkî li Îraqî berdewam bikin.

Weke yekem nîşanên bersiveke gengaz a kuştina Sulêmanî, Şemîyê du hawin li deverekê li nêzî balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê ketin, çavkanîne elwehî ji AFP re ragihandin.

Çavkanîyên ewlehî gotin ku du rokêt, hema bibêje di heman demê de, li serbazgeha Beled a ku hêzên Amerîkî li wir bi cih in ketin.

Artêşa Îraqî êrîşên bi mûşekan li Bexdayê û li ser Beled teqez kirin û got ku tu qurbanî tune ne.

Tevî ku tu alîyî berpirsyarîya xwe ji êrîşan îlan nekiriye, hêzeke tundrew a alîgira Îranê li jêr sîwana Heşda Şaebî pişt re bi ne gelekî Îraqî haydar kirin ku dûrî cihê hêzên Amerîkî bikevin.

"Em bang li hêzên ewlekarîyê li welat dikin ku herî kêm 1,000 metran dûrî baregehên Amerîkî bikevin ji demjimêr 5:00 êvarî yê roja Yekşemê ve," Ketaib Hizbulah ragihand.

Waşinton Ketaib Hizbulah bi pêkanîna zincîrek ji êrîşan bi rokêtan ku di heftîyên dawî de hêz û dîplomatên Amerîkî yên li seranserê Îraqê cih digirin tawanbar kiriye.

"Talankarên Ketaib Hizbulah ji hêzên ewlekarîyê yên Îraqî dibêjin ku dest ji erkê xwe yê parastina balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê û deverên din ên ku Amerîkî li wan mil bi milê Îraqîyên baş dixebitin berdin," Pompeo di twîtekê de got.

"Tiştê Rejîma Îranê ji hikûmeta Îraqê re dibêje ku divê ew bike jîyana niştîmanperwerên Îraqî dixe xeterîyê de. Gelê Îraqî dixwaze ji jêr zordarîya Îranî derkeve," wî got.

"Wan vê dawîyê qunsulxaneyeke Îranî şewitand," wî nivîsî, wî bal dikişand li ser êrîşa li ser qunsulxaneya Îranî li bajarê Necefê li başûrê Îraqê di meha Mijdarê de ji hêla tevgereke nerazîbûnê ji hikûmet û piştevanên wê li Îranê.

Parastina karmendên Hevpeymanîyê "berîtîyeke"

Êrîşa asmanî ya Amerîkî li ser Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê di demjimêrên destpêkê yên roja Înê de bi giştî pênc endamên Pasdaran û pênc endamên Heşda Şaebî kuştine.

Di nava kesên ku mirine cîgirê serokê Heşd Şaebî Ebû Mehdî Muhendis, ku şêwirmendekî mezin û hevalekî Sulêmanî bû.

Rêberê Bilind ê Îranê Ayetulah Elî Xameneî soza "toleke dijwar" ji mirina Sulêmanî da, û Tehranê cîgirê Sulêmanî, Îsmaîl Qaanî, weke xelefê wî destnîşan kir.

Trump Şemîyê haydarî da ku Amerîka dê 52 cihan li Îranê armanc bike û dê "bi lez û pir hişk" li wan bide eger Îran erîşî karmendên Amerîkî bike.

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewropî Josêf Borêl Şemîyê teqezî li ser "hewcedarîya bi rawestana girjîyê" kir.

Piştî civîna ligel Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zerif li Bruksilê, Borêl ragihand ku wî teqezî li ser "hewcedarîya bi kêmkirina girjîyan û tengejîyan, û pêşxistina hêminîyê û xwedûrkirina ji zêdekirina girjîyan kiriye".

Sibeha Şemîyê, Heşda Şaebî angaşt kir ku lêdaneke asmanî ya nû li dijî karwanekî wan li bakurê Bexdayê pêk hatiye, û ragihandina fermî ya dewleta Îraqî Amerîka gunehbar kir.

Lê Hevpeymanîya bi rêbertîya Amerîkayê ev yek red kir û ji AFP re ragihand: "Ne Hevpeymanîyê ne jî Amerîka êrîşên asmanî" Şemîyê pêk neanîne.

Piştî girjî û tengejîyan, NATO got ku ew çalakîyên xwe yên rahînanê li Îraqê radiwestîne û berpirsekî di Wezareta Berevanîya Amerîkî de ji AFP re ragihand ku Hevpeymanîya bi rêberîya Amerîkayê dê operasyonên xwe "sînordar" bike.

"Berîtîya me ya yekem parastina karmendên Hevpeymanîyê ye," berpirs got, û da zanîn ku xebatên koleçanê ji çavdêrîkirina şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ber bi çavdêrîkirina êrîşên bi rokêtan hatine veguhertin.

Piştî êrîşên bi rokêtan rû dan, dengê firîna balefirên Hevpeymanîyê li ser bingehên wan ên li parêzgeha Kerkûkê hatin bihîstin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê serketinê bixe para Komara Îslamî ya Îranê û cîhadîyên Îraqî li dijî Amerîkayê û hevalbendên wê, yên ku dijminên miletê me ne!

BERSIV BIDE