Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pasdaran mûşekên kurt-meda û çekên pêşketî radestî milîsên Îraqî dike

Faris Omran li Bexdayê

Ev wêneya ku roja 5ê Kanûna Yekem di malperên nûçeyan ên Îranî de belav bûye rayedarên Îranî nîşan didin ema ku ew mûşekekê li Tehranê nimayiş dikin. Raportên hewalgirî Pasdaran bi veguhestin û depokirina mûşekên balistî yên kurt-meda li Îraqê gunehbar dikin.

Ev wêneya ku roja 5ê Kanûna Yekem di malperên nûçeyan ên Îranî de belav bûye rayedarên Îranî nîşan didin ema ku ew mûşekekê li Tehranê nimayiş dikin. Raportên hewalgirî Pasdaran bi veguhestin û depokirina mûşekên balistî yên kurt-meda li Îraqê gunehbar dikin.

Çavdêrên Îraqî teqez dikin ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) arsînala çekan a milîsên alîgir ji xwe re li Îraqê bi hêz dike bi rêya dabînkirina mûşekên kurt-meda û çekên pêşketî, û ev gav dê seqamgîrîya Îraqê û dewletên din ên li herêmê têk bide.

Ev piştrastkirin piştî belavbûna raportên rojnamevanî roja 4ê Kanûna Yekem li ser zimanê çavkanîyene hewalgirî yên Amerîkî tê, raportên dibêjin ku rejîma Îranî mûşekên balistî yên kurt-meda radestî milîsên xwe li Îraqê kirine.

Raport herwiha dibêjin ku Îran alîkarîya milîsên Îraqî dike di depokirina van mûşekan de, yên ku meda zêdetirî 700 kîlometran û dikarin teqemenîyên bi giranîya 500 heta 900 kîlograman hilgirin.

Mûşekên herî xuyayî ji modêlên Zilzal, Fetih û Zolfeqar in.

"Komgehek" bo mûşekên Îranî

Şirovekarê siyasî û parlemantarê berê Taha Lehîbî got ku Pasdaran çekên pêşketî dide milîsên alîgirê ji xwe re û komgehên wan mişt mûşekên kurt-meda dike.

Lehîbî daxuyand ku bi dayîna van çekan, rayedarên Îranî hewl didin ku "torên xwe yên terorîst bi hêz bikin û Îraqê bikin çavkanîyeke xeterîyê li herêmê".

"Rejîma Îranî hîn serwerîya Îrqaqê bi awayekî beloq bin pê dike bi rêya veguhertina welat bo komgehekê ji mûşek û çekên wê yên kujêner re bi serpereştîya milîsên alîgir jê re," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Bi vî awayaî, Îran planên xwe yên têkdana aramîya Îraqê brdewam dike û wê dike bingehek bo êrîşên xwe bi mûşekan li dijî welatên cîran, bi taybetî dewletên Kendavê," wî daxuyand.

Lehîbî got ku rejîma Îranê dixwaze ku herêmê birêya pêxwasên xwe armanc bike, yên ku tênagihin ku ew "bi tenê amraz in û ew dê di agir de werin şewitandin dema ku ew meremên xwe bibe serî".

Lehîbî teqez kir ku ajandaya Îranî li Îraqê bi tenê parastina berjewendîyên Îranê ye û ew qet girîngîyê nade şopên kiryarên xwe li ser yekrêzîya Îraqîyan.

Dema ku tundûtûjîyên vê dawîyê li heremê pêk hatin,yên ku jêrxaneyên neftê yên Siûdî armanc kirin û herwiha tankerên neftê û gemîyên bazirganî di avên Kendava Erebî de hedef kirin, penceyên gunehbarîyê bi alîyê rejîma Îranî û pêxwasên wê ve hatin dirêjkirin.

Milîsên Îraqî herwiha bi pêkanîna êrîşên bi mûşekan li ser Zona Kekis li navenda Bexdayê, û herwihabingehên Amerîkî û şandên diplomasî li welat tên gunehbarkirin.

Du rokêt li serbazgeheke ku mêvandarîya hêzên Amerîkî dike li nêzî balefirgeha Bexdayê roja 12ê Kanûna Yekem katin, ku ev êrîşa 10ê bû ji Cotmehê de.

Artêşê ragihand ku tu qurbanî di êrîşê denebûn, êrîşa ku li piştî êrîşa li ser heman cihî roja 9ê Kanûna Yekem tê, ya ku tê de şeş ji endamên hêzên dijî terorê yên Îraqî birîndar bûn, ku rewşa du kesan ji wan tengav e.

Îran aramîya Îraqê têk dide

Sair Beyatî, semîndarê giştî yê Encumena Êlên Ereb ên Salahedînê, got ku armanc ji vê êrîşê lawazkirina artêşa Îraqî ye û nîşandan ku ew nikare ne bervanîyê li welat bike û ne hêz, berjewendî û nuneratîyên navdewletî biparêze.

Hevdem, Pasdaran berdewam e di piştgirîkirina milîsên ku Îran piştevanîya wan dike de bi çek û pereyan "bo zêdekirina karîgerîya wan weke hêzeke hêzdar ku mîna zêrevanîyeke şoreşgêr ya Îraqî ya alîgir ji Îranê re be".

Wî got ku di çend mehên borî de, Îranê mûşekên kurt-meda anîn Îraqê û ew li serbazgehên li jêr kontrola van milîsan li Bexdayê û parêzgehên din veşartine.

Beyatî teqez kir ku derbaskirina van mûşekan bi qaçaxî di sînor re û depokirina wan li cihine raz "berdewam e" û dibe ku zêde jî bûbe.

"Îranî hewl didin ku mûşekên zêdetir radestî pêxwasên xwe li Îraqê bike bo berdewamkirina êrîşên bi mûşekan li ser serbazgehên li nava welat," wî got.

Wî daxuyand ku ew dixwazin xaka Îraqê "weke qadeke bo mûşekên xwe li dijî welatên Kendavê pêk bînin û Îraq bikşênin şer û wê bikin meydaneke şer, ku ev yek dê aramî û serwerîya welat têk bide".

Komploya Îranî awatxwaz e ku Îraqê bike "dergehekî girîng û serekî ku tê re ew [Pasdaran] dê çek û mûşekên balistî" bo zilamên xwe li Lubnan, Sûrîya û Yemenê.

Ev kiryar bi tenê dê bibin sedema zêdekirina dorpêç û fişara navdewletî ya Îran rastî tê ji ber destêwerdana wê di karûbarên navxweyî yên dewletên li herêmê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500