Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pispor çîroka ku Sulêmanî xwedî "mîsyoneke dîplomatîk bû" red dikin

Faris Omran li Bexdayê

Fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî di êrîşeke Amerîkî de li Bexdayê di 3yê Kanûna Duyem de hat kuştin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî di êrîşeke Amerîkî de li Bexdayê di 3yê Kanûna Duyem de hat kuştin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Pisporên herêmî bi awayekî hişk şirovekirineke ku Îranê dane pêş red kirin, yên têkildarî bê çima fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî li Bexdayê bû di dema mirina wî de.

Piştî ku Sulêmanî di êrîşeke Amerîkî de di 3yê Kanûna Duyem de hat kuştin, Wezîrê Karê Derve yê Îranî Cewad Zerîf çîroka ku fermandarê Feyleqê Pasdaran bo mîsyoneke dîplomatîk li Bexdayê bû belav kir.

Ev çîrok ji alîyê Serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî ve hat bijartin û berfirehkirin, ê angaşt ku Sulêmanî bo erkekî dîplomatîk hat Îraqê, nameyek ji rejîma Îranî bo Erebistana Siûdî hildigirt.

Wî got ku hikûmeta Îraqî pêşniyar kir ku navbênkarîyê di nav herdu hevrikan de bike.

Karwanê ku Fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî ji alîyê êrîşeke Amerîkî ve li nêzî Balefirxaneya Bexdayê di 3yê Kanûna Duyem de hat lêdan. [Wêne ji Mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Karwanê ku Fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî ji alîyê êrîşeke Amerîkî ve li nêzî Balefirxaneya Bexdayê di 3yê Kanûna Duyem de hat lêdan. [Wêne ji Mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Lê serkirdeyên navdewletî û pisporên di war karûbarên herêmî de dibînin ku zehmet e ku mirov bawer bike ku Sulêmanî bo mîsyoneke dîplomatîk li Bexdayê bû.

Wan not kir ku ew mîmar û serekplangêrê li pey êrîşên Îranê li herêmê bû, di rêya wekîlên xwe yên çekdar re li Îraqê û li deverine din û teqez kir ku fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ne aştîçêker bû.

Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo di 7ê Kanûna Duyem de tinazîyên xwe bi teqezkirina Zerîf kir ku dibêje ku Sulêmanî di mîsyoneke dîplomatîk de bû dema ew li Bexadyê bû.

"Ti kesê li vir vê yekê bawer dike? Ti tişt di dîrokê de heye, heta ji mêj ve jî be ku destnîşan dike ku gengaz e ku ev camêr, ev dîplomatê payebilind Qasim Sulêmanî, çû Bexdayê ji bo ku proseyeke aştîyê bi cih bîne?"

Pempeo çîroka dibêje ku Sulêmanî rêwîtî dikir daku alîkarîyê bike di rêkeftineke aştîyê de ku hikûmeta Erebistana Siûdî piştgirîya wê dike red kir, AFP ragihand.

Wî got ku "em dizanin ku ev yek ne rast e," û not kir ku Siûdî dê vê yekê bipejirînin.

Îran li pey êrîşên kujer e

Îran berpirs derbarê hemû êrîşên bi mûşekan li dijî baregehên serbazî yên Îraqî yên ku kêzên hevpeymanîya navdewletî û yên Amerîkî dihewandin û balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê, şirovekarê siyasî Enmar Durûbî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev êrîş "karên Îranê bûn, eger bi awayekî yekser an ne yekser, di rêya milîsên xwe re," û not kir ku Sulêmanî ev milîs kontrol dikirin û wî ferman diweşandin.

Ji ber fermandarê Feyleqê Qudis, Sulêmanî berpirs bû ji operasyonên derve yên Pasdaran û wî weke mîmarê destwerdana Îranî di karûbarên herêmî de û serekplangêrê êrîşên milîsan li Îraq û herêmê kar dikir, Durûbî got.

Wî got ku Sulêmanî ne "kevokeke aştîyê" bû, û not kir ku tevgerên wî yên herêmî yên vî dawîyê dîyar kirin ku ew beşek ji planekê ne da ku operasyonên "dijwar" bi cih bînin.

Wî got ku "raportên bawerbar hene ku ev mirov dihate Bexdayê da ku amadekarîyê ji operasyoneke terorîst re bike," û not kir ku "vî mirov texsîr nedikir ku planên dijber li dijî berjewendîyên Îraqî û navdewletî bike".

Mîsyona dîplomatîk ya ''negengaz''

Parlementerê Îraqî yê berê Taha Lehîbî ji Diyarunare ragihand ku ew gumanbar e ji wan kesên ku dibêjin ku Sulêmanî bi mîsyoneke dîplomatîk bû di rêwîtîya xwe ya dawî bo Îraqê.

Wî got ku şirovekirina ji alîyê Ebdul Mehdî ve hat pêşkêşkirin, ku dibêje Sulêmanî hat û nameyek ji rejîma Îranî bo Erebistana Siûdî hildigirt di rêya hikûmeta Îraqî re, "zehmet e were bawerkirin".

"Sulêmanî ne siyasetmedar bû lê ew ceneralekî serbazî bû," Lehîbî not kir. "Eger nameyeke hebû, divê Îranê di rêya balyozxaneya xwe li Bexdayê daba hikûmeta Îraqî."

Eger ev yek rast be, "Wezîrê Derve yê Îranî dikarî serdana Îraqî kiriba û bi berpirsan re daba û standiba derbarê bersiva Îranî bo navbênkarîyê".

Wî anî ziman ku li şûn wê yekê gihaştina Sulêmanî hat di pêvajoya zêdekirina alozîyan ya xeternak, piştî ku milîsên ku Îran piştgirîya wan dike mûşek avêtine kampên Îraqî yên mêvandarîya hêzên navdewletî dikin, hêzên erkdar bi rahênankirina endamên artêşa Îraqî.

Wî got ku êrîşeke bi mûşekan di 27ê Kanûna Yekem de li ser Kampa K1 li parêzgeha Kerkûkê karmendekî Amerîkî kuşt û hejmareke leşkerên Îraqî û Amerîkî birîndar kirin.

Wî got ku di 31ê Kanûna Yekem de, milîsên ku Îran piştgirîya wan dike êrîşî balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê kir -- dîyar e ku wan ronahîya kesk ji alîyê Îranê ve wergirtibû.

Lehîbî got ku di van şert û mercan de, ne gengaz e ku Sulêmanî bi mîsyoneke dîplomatîk hatibe Îraqê û not kir ku gengaz e ku wî bi xwe serperiştîya êrîşên li dijî balyozxaneya Amerîkî û armancên Amerîkî yên din kiribe.

Gotegotên ku dibêjin ku ceneralê Îranî, yê ku destên wî bi xwîna gelek kesên bêgunih gemar bûye, ku ew bi mîsyoneke dîplomatîk erkdar bû "tenê dûman û neynik" in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500