Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Şareza: Divê Îran xwe ji tolhildana serbazî li dijî Amerîkayê bi dûr bixe

Faris Omran û AFP

Mûşekine Îranî li Tehranê tên dîtin di 26ê Mijdara 2018an de. [Ajansên nûçeyan ên Îranî ev wêne belav kirine]

Mûşekine Îranî li Tehranê tên dîtin di 26ê Mijdara 2018an de. [Ajansên nûçeyan ên Îranî ev wêne belav kirine]

Her tolhildaneke serbazî ji hêla rejîma Îranê ve piştî kuştina fermandarekî wê yê payebilind di êrîşeke Amerîkî ya bi firokeyeke bêfirokevan de dê bibe sedema bilindkirina asta tengejî û alozîyên di navbera her du welatan de, ku dê baca vê yekê li ser Îranê pir gelek be, wan ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku tu bijare li pêşîya rejîma Îranî nemane ji bilî xwedûrkirin ji tolhildanê, û herwiha bidawîkirina piştgirîya ji hêzên xwe yên herêmî re û destpêkirina danûstandinan bi Amerîka û civaka navdeweltî re.

Yekşemê (5ê Kanûna Duyem), lîwa Husên Dehxan, şêwirmendê serbazî yê rêberê bilind ê Îranî Ayetulah Elî Xameneî, ji CNN re ragihand ku dê bersiva li ser êrîşa Amerîkî ya ku fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî tê de hat kuştin serbazî be.

"Bersiv dê teqez serbazî be û li dijî cihên serbazî be," Dehxan ji CNN re ragihand.

Endamine Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di meşeke serbazî de di 9ê Nîsana 2019an de cih digirin. [Ajansên nûçeyan ên Îranî ev wêne belav kirine]

Endamine Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di meşeke serbazî de di 9ê Nîsana 2019an de cih digirin. [Ajansên nûçeyan ên Îranî ev wêne belav kirine]

Xameneî qala "tolhildaneke mezin" kir piştî lêdana Amerîkî ya bi dronê roja Înê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got ku dibe Îran hewl bide êrîşî hêzên Amerîkî bike.

"Em dibînin ku egereke mezin heye Îran dê şaştîyekê bike û biryarekê bide ku êrîşî hinek hêzên me li Îraqê yan leşkerên me li bakurê rojhilatê Sûrîyayê bike," wî di lêdwanekê de ji Fox News re Yekşemê ragihand. "Dê şaştîyeke mezin be eger Îran wiha bike."

Dora 60,000 hêzên Amerîkî li herêmê hene, di nav de dora 5,200 li Îraqê. Waşintonê roja Înê biryar da bi hezarên leşkaran bîne Rojhilata Navîn piştî kuştina Sulêmanî.

"Em ji hemû coreyên bersivan re amade ne," di nav de êrîşên sayber (elektronî), Pompeo teqez kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump Şemîyê haydarî da ku dê Amerîka 52 cihan li Îranê armanc bike û "bilez û bi awayekî pir hişk" li wan bide eger Îran êrîşî karmendên Amerîkayê bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Sulêmanî êrîşeke "pir nêzîk" li dijî karmendên Amerîkî li Bexdayê plan dikir û divê ew hîn "berî çend salan" hatiba kuştin.

"Wî plangêrî li herêmê dirîsîn bo pêkanîna kiryarên -- kiryarekî mezin weke wî şiyanse kir -- ku dê bi dehan û dibe bi sedan Amerîkî ketibane metirsîyê," Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo Înê ragihand.

"Em dizanin ku êrîş pir nêz bû," Pompeo qala plangêrîya Sulêmanî kir. "Nirxandineke li ser bingeha agahîyên hewalgirî proseya me ya biryardanê diber pêş."

Gotara Îranê ji rastîyê dûr e

Îranê plan danî ku êrîşan li dijî baregehên Amerîkî li Îraqê pêk bîne di heman dema ku wê hewl da ku nexşerêyeke aştîyê bifiroşe civaka navdewletî bo "parastina herêmê ji wêranîyê", li gorî Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf.

Serokê Îranî Hesen Rûhanî plan îlan kir, bi navê Hewlên Hormuzê bo Aştîyê, di Komela Giştî ya NY di meha Îlonê de, û bang li dewletên Kendavê kir ku tevlî bibin, di nav de Erebistana Siûdî.

Di gotarekê de roja 10ê Cotmehê di rojnameya el Rai de, Zerîf got ku plana Hormuzê bo Aşîyê derfeteke bo "ewlehîyeke giştgîr" û hevahengîyê di navbera Îran, Erebistana Siûdî, Îraq, Oman, Îmarat, Kuwêt, Qeter û Behrên de peyda kir.

Zerîf got ku dibe hevkarî peymaneke herêmî ya xwedûrkirina ji şer, şerkirina terorîzmê, ewlehîya elektronî, wize û azadîya deryavanîyê bihundirîne.

"Ji bo parastina herêmê ji wêranîyê, em dibînin girîng e ji her çaxî bêhtir ku em gotareke nû û dîskorseke nû bidin pêş," Zerîf di gotarê de got.

Tevî bangwazîyên wê yên eşkere bo aştîyê û seqamgîrîyê li herêmê, lê wê milîsine Îraqî û hêzine din li herêmê bi çekên sivik û mûşekên balistî yên kurt-meda bi çek kirine, endamê berê yê parlemanê Îraqî Mîsal Alûsî ragihand.

Îranê plan kir ku "fermanê bide wan peyayan ku êrîşên bi mûşekan li ser hêzên Amerîkî û navdewletî yên li Îraqê li ser daxwazîya hikûmeta Îraqî dixebitin pêk bînin", wî ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku divê serkirdeyên milîsên Îraqî yên ku ji ber berjewendîyên darayî ligel rejîma Îranê hevpeyman in "bizanin ku ev rejîma berê wan dide dojehê û dixwaze ku Îraqê weke qadeke şerê vekirî bi kar bîne, ku ev yek dê bi tenê jîyana Îraqîyan têk bibe".

Rejîm ji ber sizayan lawaz bûye û rewşa aborî xerab e

Rewşa aborî ya Îranêbi paş ve diçe di encama sizayan de û rejîm ji ber fişara zêdebûyî dinale, xebîrê stratîjî Ala Naşû ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Îranî baceke mezin didin, ji ber ku rêjeyên bêkarîyê bilind in û hejarî berbelav e. Di serencamê de, ejîm bi xwe li jêr gefê ye ji berhêrsa li kolanan li hember siyasetên ku azar û êşên rojane yên nefesê li welatîyan diçikînin.

Naşû got ku rejîm, ji ber tirsa ji "rûxane jênerev", dê nekeve cengeke vekirî bi Amerîka û civaka navdewletî de, ji ber ew pir lawaz e û nikare vê gavê biavêje.

Wî da zanîn ku rejîma Îranî "baş asta hêza serbazî ya Amerîkî" dizane, û piştî mirina Sulêmanî dê bersiv li hember her dijminahîyekê "pir dijwar be û dê bihêle ku rejîm bacekî mezin bide"

Wî got ku divê Îran girjîyê rawestîne û berê xwe bide mêza giftûgoyan, û herwiha niyazpakîyê nîşan bide bi rêya "rawestandina destêwerdanên xwe û piştgirîya xwe ji milîsên ku xeterîyê li ser ewlehîya welatên cîran û selametîya deryavanîya di avên herêmî de çê dikin".

Hêzên Amerîkî ewlehîya Îraqê baş dikin

"Îran dewleteke lawaz e, û eger ew şer hilbijêre, ew dê vê yekê bi tenê bi rêya destekên xwe yên li derve bike," Alûsî got, ji ber ku rejîm dê hêzên Îranî yan samanên xwe di şerekî wiha de nexe qerban.

Wî teqez kir ku divê civaka navdewletî rejîma Îranî ji ber her reftarekî dijminkarî, rasterast yan nerasterast ceza bike.

"Çawa Amerîka karî Sulêmanî bikuje û planên wî yên terorî yên li Îraqê çepel bike, ev dê bi her gaveke ku serokatîya Amerîkî ligel welatên din ên cîhanê bide bo dorpêçkirina hejmûna rejîma Îranî kêfxweş bibin," wî got.

Alûsî got ku hêzên Amerîkî yên li Îraqê li vir in bo pêşxistina karînên rûbirûbûyîna terorê yên hêzên ewlekarîyê yên Îraqî.

Wî teqez kir ku hevparîya di navbera Îraq û Amerîkayê de li gorî rêkeftinekê ye ku vê pêwêndîyê û hebûna hêzên Amerîkî bi rêxistin dike.

"Ew [Hêzên Amerîkî] bi xêr bên ji ber ku gelê Îraqî hewcedarî alîkarîya wan e di rûbirûbûyîna terorîzmê de û di misogerkirina serwerî û serbixwebûna welatê xwe ji her destêwerdaneke derveyî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

7 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Rewşa Vayrûsê Koronayê çawa ye?

BERSIV BIDE

Baş e.

BERSIV BIDE

Her demekê nîqaşeke cuda heye. Dawîya Amerîka dê li Kendavê be. Em ji were dizanin ey peyayên Amerîkayê!

BERSIV BIDE

Vegerandina nameyan.

BERSIV BIDE

Em dewleteke Îraqî dixwazin.

BERSIV BIDE

Îran dewleteke bihêz e û pir zehmet e ku Amerîka şer li dijî Îranê rabigihîne ji ber ku ew dê bandorê ji hemû alîyan ve li ser Amerîkayê bike, di nav de rêkeftina navikî. Têkilîyên Îranê bi Ewropa, û herwiha bi Rûsyayê re baş e. Wê hêza xwe li Îraqê bi rêya milîsên Şîeyî û Heşda Şaebî damezrandîye, yên ku çavkanîya hêza Îranê li Îraqê ne. Hevdem, Hêz û hejmûna wê li Lubnanê bi rêya Hizbulah e bo lawazkirina Îsraîlê. Li Yemenê jî, hejmûna wê bi rêya piştgirîya wê ji Hûsîyan û Qeterê re ye.

BERSIV BIDE

Nûçeyên parleman.

BERSIV BIDE