Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pompeo Îran ji ''bersiveke yekalîker" li hember êrîşên li Îraqê haydar dike

AFP

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo konferanseke rojnamevanî li Wezareta Derve, li Waşintonê di 11ê Kanûna Yekem a 2019an de li dar dixe. [Saul Loeb/AFP]

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo konferanseke rojnamevanî li Wezareta Derve, li Waşintonê di 11ê Kanûna Yekem a 2019an de li dar dixe. [Saul Loeb/AFP]

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Înê (13ê Kanûna Yekem) Îran ji bersiveke "yekalîker" haydar kir eger ziyan bigihêje berjewedîyên Amerîkayê li Îraqê, piştî zincîrek ji êrîşên bi mûşekan li ser hinek serbazgehan.

"Divê em... vê derfetê bi kar bînin bo bi bîra rayedarên Îranê bînin ku her êrîşek ji hêla wan ve, ya ji hêla her peyayekî wan ve, ku ziyanê bigihîne Amerîkîyan, hevalbendên me, yan berjewendîyê me dê bibe sedema bersiveke yekalîker ya Amerîkî," Pompeo di daxuyanîyekê de ragihand.

"Divê Îran rêza serwerîya cîranên xwe bigire û yekser gihandina alîkarîyên kujêner bo alîyên sêyem li Îraqê û li seranserê herêmê rawestîne," wî got.

Amerîka nîgeranîya xwe ya zêdebûyî ji pêleke ji êrîşên li ser bingehên Îraqî yên ku hêzên Amerîkî li wan bi cih dibin eşkere kir, û wê hêzên Îran piştevanîya wan dike bi êrîşan gunehbar kirin.

Heftîya borî du êrîşên bi mûşekan li ser baregeheke li nêzî Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê, ku hêzên Amerîkî li wir bicihbûyî ne, pêk hatin, û di êrîşeke din de roja Duşemê hinek hêzên Îraqî birîndar bûn.

Pompeo, yê ku gelek caran Tehran haydar kir, penceyên gunehbarîyê ji êrîşên herî dawî bi awayekî rasterast ber bi "peyayên Îranê" ve dirêj kirin.

Iraq haydarîyê ji "girjîyê" dide

Duşemê (16ê Kanûna Yekem), Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper "nîgeranîya xwe anî ziman" têkildarî êrîşan, di pêwendîyeke telefonê de ligel serokwezîrê Îraqê Adil Ebdul Mehdî, li gorî daxuyanîyeke ofîsa serokwezîr.

Li hember, Ebdul Mehdî "bang li hemû alîyan kir ku hemû xebarên xwe bixin tevgerê de bo rêgirtin li ber tengejîyeke ku dê ji her alîyekî re bibe gef", daxuyanîyê got.

"Biryarên yekalî dê bibin sedema karvedanên nîgatîv ku ev yek dê kontrolkirina rewşê zehmettir bike û dê gefê li ser ewlehî, serwerî û serbixwebûna Îraqê dirust bike" wî got.

"Eger hikûmeta Îraqî ya dewlet lawaz bibe, dê gêre û kaos berbelav bibe,"Ebdul Mehdî ji Esper re got, li gorî daxuyanîyê.

Amerîka rêkarên ewlehî li balyozxaneya xwe li Bexdayê, li Zona Kesik, zêde kirine li gorî çavkanîyeke ewlehî ya Îraqî, yê ku teqez kir "karwanek ji 15 navgînên Amerîkî ku her yek ji wan çek û otombîlên zirxî hil digirtin derbasî Zona Kesik bûn".

Amerîka hewl dide ku hejmûna Îranê li herêmê rawestîne, bi rêya sepandina sizayên ku armanc ji wan qedekirina hemû hinardekirinên wê yên neftê ye.

Heftîya borî, Amerîkayê siza li ser sê serkirdeyên milîsine Îran piştevanîya wan dike, yên li jêr sîwana Hêzên Heşda Şaebî ne, sepandin bi gunehbarîya cihgirtin di serkutkirina xwînrêj de ji xwenîşandanên li seranserê Îraqê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500