Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşa ser balyozxaneya Amerîkî siyaseta derve ya Îranê ya dijminkarî reflekt dike

Faris Omran li Bexdayê û AFP

Wêneyeke ku li ser înternetê hatiye belavkirin ji alîyê milîsa Esaib Ehil el-Heq ya girêdayê Îranê, tê dîtin ku serkirdeyên milîsa Îraqî di nav xelkên ku êrîşî balyozxaneya Amerîkî kirin li Bexdayê di 31ê Kanûna Yekem de cih digirin.

Wêneyeke ku li ser înternetê hatiye belavkirin ji alîyê milîsa Esaib Ehil el-Heq ya girêdayê Îranê, tê dîtin ku serkirdeyên milîsa Îraqî di nav xelkên ku êrîşî balyozxaneya Amerîkî kirin li Bexdayê di 31ê Kanûna Yekem de cih digirin.

Êrîşa vê heftîyê ji alîyê milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike li ser balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê "reftarê berberî û hovane" yê rejîma Îranî reflekt dike, şarezayekî Îraqî got.

Êrîşa ku Îranê li ser balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê plan kir,"bi serkêşîya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê [Pasdaran] bû û milîsên Îraqî Ketaib Hizbulah, Esaib Ehil el-Heq, Rêxistina Bedir û Seraya el-Xurasanî bi cih anî", Xazî Fêsel Husên, şêwirmendê Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratîjî got.

Roja Sêşemê (31ê Kanûna Yekem), bi sedan endamên milîsên dilsozên Îranê li dora balyozxaneyê li Zona Kesk ya ewlehîya wê astbilind e xwe dane hev, û derbasî devereke pêşwazîyê ya ewlehî bûn û nivîsên piştgirîya Tehranê dikin li ser dîwaran danîn.

Wan 50 kon û heta serşoyên guhêzbar vegirtin, û wan li mangirtin pêşîya dergehên balyozxaneyê îlan kir, lê piştî rojekê ew li gor fermanên Hêzên Heşda Şaebîvekişîyan vekişîyan.

Roja Çarşemê, hêzên Îraqî tedbîrên ewlehî yên normal li dora Zona Kesk sepandin, ku bi piranî bê bac tu kes derbas nabe.

"Siyaseta belavkirina tundutujî û kaosê"

"Rejîma Îranî wekîlên xwe bi kar anîn daku êrîşeke hovane bike mîna ku berî çil salî kir, dema milîsên wê êrîşî balyozxaneya Amerîkî li Tehranê kirin û 52 welatîyên Amerîkî bo 444 rojan girtin," Husên ji Diyaruna ragihand.

"Êrîşa dawîn careke din niyazên terorî yên rejîma Îranê dibêvirîne, ya ku polîtîkaya tundûtûjîyê û kaosê dide pêş bo lawazbûna xwe û herifîna xwe li hember fişarên aborî yên Amerîkî binixwumîne," Husên wiha şirove kir.

"Bi van reftaran, rêberên Îranê teqez dikin ku ew berdewam in di polîtîkayên xwe yên dijminkarî de û berdewam in di xebatên xwe yên belavkirina nerehetî, tevlîhevî û neseqamgîrîyê de li Îraqê û hemû welatên cîran," Husên anî ziman.

"Rejîma Îranê hewl dide ku agir bi herêmê bixe û herêmê bike qadeke şer bi rêya bikaranîna komên alîgir ji xwe re," wî got.

Husên got ku êrîşa li ser misyona Amerîkî "ligel bingehên ku têkilîyên welatan li ser wan ava dibin nakok e, ku bingeha herî giring jî rêzdarîya ji hemû alîyan re û hevkarî ye."

Wî daxuyand ku êrîş "xeterî û gefeke mezin li hember rêkeftinên navdewletî yên mîna Rêkeftina Vîyênayê pêk tîne, rêkeftina ku dewletan pêbend dike ku ewlehî, selametî û parêzbendîya şandên diplomasî li ser xaka xwe misoger bikin".

"Endamên milîsên Îraqî û serkirdeyên wan di dema êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkî de amade bûn û rûwên xwe yên rastî eşkere kirin û ji tevahîya cîhanê re dîyar kirin ku ew çavgirtî xwe dispêrine Îranê û didne dûv ajandayên Îranî li ser hisabê serwerî û berjewendîyên Îraqê," Husên got.

Milîs "nûnertîya xelkên Îraqî nakin"

"Nivîsandin, slogan û sorgewezên ku wan di êrîşê de radihiştine wan, ên sûnd dixwarin ku ew dilsozên [Rêberê Bilind Elî] Xaneneî û [fermandarê Hêza Quds] Qasim Sûlêmanî ne û alên milîsên wan delîlên herî baş in ku ew ne beşek ji Îraqê ne," li gorî Husên.

Wî got ku "ev kom nûnerîya xelkê Îraqî nakin, ên ku îro li Meydana Tehrîrê li Bexdayê û parêzgehên din xwenîşandanan pêk tînin daku redkirina xwe ji destêwerdana Îranî re derbirîn bikin".

Wî da zanîn ku xwenîşander "daxwaz dikin ku welatê wan ne li jêr hejmûna Îranê û peyayên wê be, ew bi tenê alên Îraqî hil didin û sloganên ku hezkirina wan ji welatê wan re raber dikin dibêjin".

"Tiştê li pêşîya balyozxaneya Amerîkî rû da hewlek bû bo baldarîya xelkê ji ser xwenîşandanên cemawerî bibin, xwenîşandanên ku derbasî meha xwe ya çara bûne," Ehmed Muhemed Elî, xwendekarekî nerazîbûyî ji bajarê Nasiriyayê wiha got.

Wî ji AFP re got ku "hîna em li vir in û em dê bo guhertinê derkevin û hêvîya serkeftinê bikin."

Êrîşa li ser balyozxaneyê piştî êrîşên Amerîkayê yên roja Yekşemê hat, ku 25 çekdarên Hizbulahê kuştin.

Êrîşên asmanî weke bersiv ji êrîşên bi mûşekan di çend hefteyên dawîn de, yên ku milîsên Îranê pê tên tawankirin, hatin. Ku ev êrîş li dijî leşkerên Amerîkî yên erkdar bi perwerdekirina leşkerên Îraq pêk hatin.

Dawîn bûyer êrîşa bi mûşekan ya di 27ê Kanûna Yekem de li dijî Kampa K1 ya li parêzgeha Kerkûkê bû, ku di encamê de kesekî Amerîkî hat kuştin û hejmarek ji leşkerên Îraqî birîndar bûn.

Sibeha Çarşemê, komeke zilamên ku cilên Hêzên Heşda Şaebî li xwe kiribûn kom bûn û kevir avêtin baregeha Amerîkî. Xebatkarên ewlekarîyê jî ji hundir ve gaza rûndikrij avêtin.

Serokwezîrê Îraqî yê bi wekalet Adil Ebdul Mehdî bang li kombûyînê kir ku ji pêşîya balyozxaneyê bi paş de vegere, lê piranîya wan bi şev di bi dehan konikan de man, ku li derdora dîwarê baregehê hatibûn vedan.

Piştî danê nîvrojê, Hêzên Heşda Şaebî bang li alîgirên xwe kir ku ji pêşîya balyozxaneyê vekişin û li derveyî Herêma Kesk xwe bi rêxistin bikin "weke rêzdarî ji dewletê re."

Wênegirekî AFP dît ku xwepêşander konên xwe ra dikin û ji Herêma Kesk diçin.

"Amerîka amade ye li hember reftarê ne baş raweste"

Berpirsine Amerîkî fişar li desthilatên Îraqî kirin ku ewlehîyê misoger bikin û hêzeke bersivdayîna lezgîn a tîma Marênz danê êvarî şand da alîkarîyê di parastina baregehê de bikin.

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku Çarşemê Pompeo bi Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî re axivî û "îşaret bi rêkarên ku hikumeta Îraqê derbarê başkirina rewşa ewlehî de kir."

Wezareta Derve got ku Pompeo herwiha teqez kiriye ku hikûmeta Îraqî berpirsyarîya hikûmeta Îraqî bû ku rê li ber êrîşên bêhtir li ser balyozxaneyê bigire.

Tu karmendên Amerîkî di êrîşê de birîndar nebûne û berpirsên Amerîkî gotin ku tu plan tune ne ku balyozxaneyê vala bikin.

Pêncşemê, bêhtir ji deh navgînên zirxî yên reng reş ên Ajansa Dijî Terorîzmê ku Amerîkayê ew perwerde kirine li kolanên balyozxaneyê li Zona Kesik belav bûn bo misogerkirina ewlehîyê.

Pentagon Haydarî da ku dê komên Îran piştevanîya wan dike, yên derbasî balyozxaneyê bûn, êrîşên bêhtir li ser sazîyên Amerîkî pêk bînin -- û ew dê werin poşmankirin.

"Ev çend meh in ku ev reftarên provokasyonbar tên meşandin," Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkî Mark Esper got.

"Lewra, gelo bi nerîna min dibe ew tiştekî bikin? Belê. Û teqez ew dê werin poşmankirin".

"Em amade ne ku berevanîyê li xwe bikin, û em amade ne ku rê li ber gelek reftarên xerab ên van koman bigirin, yên ku ji hêla Îranê ve tên sponserkirin, arastekirin û fînanskirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500