Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî ofîsa milîsên girêdayî Îranê li Besrayê digirin

Faris Omran

Pênc endamên Partîya Seir Ellah Îslamî ya girêdayî Îranê 11ê Gulanê hatin girtin piştî gule berdan xwepêşanderan li Besrayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Pênc endamên Partîya Seir Ellah Îslamî ya girêdayî Îranê 11ê Gulanê hatin girtin piştî gule berdan xwepêşanderan li Besrayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekaryê Duşemê (11ê Gulanê) endamine Partîya Se'ir Elah ya Îslamî li başûrê bajarê Besrayê girtin, di gavekê de ku gelek kes wê weke nîşaneyeke hêvîkirî dibîne ku hikûmeta nû der barê rêlibergirtina desthilata milîsên girêdayî Îranê cedî ye.

Girtin Yekşemê piştî endamine çekdar gule berdan bi dehan xwepêşanderên bihêrs hat ku hewl didan derbasî navenda Partîya Se'ir Elah ya Îslamî li Besrayê bibin, di encamê de xwepêşanderek hat kuştin û pêncên din birîndar bûn.

Hêzeke ewlekarîyê bi ser avahîya ku gule avêtibû xwepêşanderan de girt, ofîsa ragihandinê ya serokwezîr Mistefa Kazimî bi daxuyanîyekê ragihand.

Daxuyanîyê dîyar kir ku "hemû kesên di hundirê avahîyê de hatin girtin, çek û çebilxaneyên bi wan re jî hatin desteserkirin, û kesên gumanbar bo sizakirinê hatin şandin dadgehê".

Xwepêşanderine Îraqî xwepêşandanekê li Besrayê 19ê Hezîrana 2019an li dar dixin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Xwepêşandanên Navendî yên Besrayê hatiye wergirtin]

Xwepêşanderine Îraqî xwepêşandanekê li Besrayê 19ê Hezîrana 2019an li dar dixin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Xwepêşandanên Navendî yên Besrayê hatiye wergirtin]

Raportine çapemenîyê li ser zimanê serokê polîsê Besrayê lîwa Reşîd Flêh dibêjin ku "pênc endamên Partîya Se'ir Elah ya Îslamî di operasyonê de hatine girtin".

Hêzên ewlekarîyê yên bi fermana girtinê erkdarkirî "ofîsên komê" yên li nêzî meydana xwepêşandanê li devera Meqel li navenda Besrayê girtin.

Nîşaneyeke hêvîkirî

Çavdêr dibêjin operasyon yekemîn nîşane ye ku hikûmeta nû ya bi serkêşîya Kazimî pabendî rêlibergirtina desthilatên komên çedar e yên bi tundîya li dijî xwepêşanderan tawanbar in.

Operasyon "nîşaneyk hêjayî piştgirîyê ye", Sayir Beyatî, sekreterê giştî yê Encumena Êlên Ereb li Selahedînê got.

Beyatî ji Diyaruna re ragihand ku ew gavek li ser rêya "parastina serwerîya qanûnê... û xurtkirina aramîyê ye".

Wî anî ziman ku operasyon teqez dike ku hikûmeta nû li gorî sozên xwe yên dane gel tev digere, "di nav de parastina xwepêşanderan, derxistina çekên [neqanûnî] ji destê milîs û çeteyan, û berbestkirina tawanên wan".

Beyatî dîyar kir ku ew herwiha hêvîyê dide gel ku hikûmet dê bo "lawazkirina desthilata rejîma Îranê û piştevanîya ku dide milîsên xwe yên vê tevlihevîyê çêdikin" kar bike.

Wî got ku xwepêşander Partîya Se'ir Elah ya Îslamî tawanbar dikin ku ew li paş kuştina xwepêşanderan û tundîya ku li dijî xwepêşandanan tê kirin in.

Beyatî dîyar kir ku milîs herwiha bi birêvebirina operasyonên berfireh ên qaçaxîya petrolê, kontrolkirina bendergehên Îraqê û desteserkirina samanên dewletê tên tawanbarkirin.

Bi serperiştîya Yûsiv Senawî, Partîya Se'ir Elah ya Îslamîh cih di tundîya li Besrayê de girtibû di heyama tundîya tayîfî li welêt gihaştibû lûtkeyê di navbera 2006 û 2008an de.

Beyatî anî ziman ku rûbirûbûna van milîsan ên rasterast têkilîya wan bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re hene, "karekî zehmet e ku xwedî gelek astengî û berhengarîyan e".

Wî da zanîn ku serkeftina wê li ser "piştevanîya gel û sîyasetmedarên ku ji çi xebatekê bo kêmkirina desthilata Îran li Îraqê û rêgirtina li ber destwerdana wê ya ziyandar li karûbarên welêt dimîne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500