Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Îran milîsên Îraqî tîne bo çewsandina xwenîşandanan

Faris Omran

Xwenîşanderine Îranî agir bi tekeran dixin di 16ê Mijdarê de di xwenîşandanên li dijî bilindbûna buhayê xazê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Xwenîşanderine Îranî agir bi tekeran dixin di 16ê Mijdarê de di xwenîşandanên li dijî bilindbûna buhayê xazê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Weke beşekî ji xebatên wê bo çewsandina xwenîşandanên cemawerî yên berfireh li seranserê welat, rejîma Îranî milîsên girêdayî xwe ji Îraqa ciran anîn.

Cihgirtina milîsên Îraqî di çewisandina xwenîşandanên Îranî de dîyar dike ku rejîma Îranî, bi rêya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên wê, dê her tîştî bi kar bînin daku xwe ji opozîsyonê biparêze.

Xwenîşandanên ku li Tehranê dest pê kirin di 15ê Mijdarê de ji ber bilindbûna buhayê sûtemenîyê bûn û bi lez li 22 parêzgehên Îranî belav bûn, ku dora 70% ji welat pêk tînin.

Amerîkayê Pêncşemê (5ê Kanûna Yekem) got ku dibe desthilatdarîya Îranî bêhtir ji 1,000 kesî kuştibe ji çaxê ku xwenîşandanan dest pê kiriye.

Xwenîşanderine Îranî di xwenîşandanên 16ê Mijdarê de yên li Tehranê yên li dijî zêdebûna buhayê xazê beşdar dibin. [Stringer/AFP]

Xwenîşanderine Îranî di xwenîşandanên 16ê Mijdarê de yên li Tehranê yên li dijî zêdebûna buhayê xazê beşdar dibin. [Stringer/AFP]

Şanderê taybet ê Amerîkî bo Îranê Brain Hook mikur hat ku zehmet e ku mirov wan agahîyan pişkinîn bike lê wî got: "Em dizanin ku bê guman ew gelek in, û bi sedan in."

Di destpêka vê hefteyê de, Lêborîna Navdewletî got ku hejmara mirîyan di xwenîşandanan de herî kêm 208 e, û pêşbînî heye ku hejmara rast ji wiha bilindtir e.

Milîsên Îraqî yên alîgir ji Îranê re di 18ê Mijdarê de tevlî Hêza Berxwedanê ya Basîc bûn, komeke nîvserbazî ye ku girêdayê Feyleqê Pasdaran e, li hember xwenîşandanan li Cerahî li başûrê Ehwazê.

Duwazdeh xwenîşander hatine kuştin û çar jî birîndarbûne li vê deverê, û sê xwenîşanderên din li bajarê Korayê yê nêzîk hatin kuştin.

Bikaranîna "hêza hovane"

"Ev rejîm bi awayekî tund hat hejandin û wê ev gef zû dît," lêkolînerê di warê ewlehî û stratejî de Ebdul Qadir Nayil ji Diyaruna re got.

Wî got ku ji ber vê yekê rejîmê bang li wekîlên xwe yên Îraqî kir: bo çewisandina xwenîşandanên girseyî, xwenîşandanên ku ji daxwaza bidawîkirina rewşa zêdebûna buhayê xazê ber bi daxwaza xelasbûna ji eqîdeya Wîlayet el-Feqîh çûn.

Milîsên Îraqî, yên ku hebûna wan bi rejîma Îranî ve girêdayî ye, "dudilî nebûn ku bersivê bidin û bi karê xwe rabûn daku berevanîyê li serkirdeyên rejîmê bikin û piştgirîya Feyleqê Pasdaran bikin bi rêya bikaranîna hêza hovane bo çewsandina xwenîşandanên Îranî", wî got.

Nayil anî ziman ku bi rêya kiryarên mîna van, milîsan "bi awayekî vekirî hovbûna rejîma Îranî teqez kir".

Wî got ku rejîmê destûr da milîsên Îraqî ku derbasî Îranê bibin û alîkarîya wê bikin di rûbirûbûna xwenîşandanan de, ku ev yek bêrêzbûna Îranê ji jîyana miletê wê re dîyar dike.

Wî anî ziman ku gelê Îranî li dijî rejîmê derket ji ber ew dizane ku "komeke biçûk a desthilatdar dewlemendîya wan talan dike".

Nayil got ku koma bijarde "samanên wan didize û wan di temwîlkirina Feyleqê Pasdaran û wekîlên xwe yên derve de bi kar tîne, ji ber ku ew destwerdanê di welatên din de dikin, destwerdana ku ne ji bo bercewendîyên gelê Îranî ye."

Wî anî ziman ku piranîya Îranîyan derdê zehmetîyê dikişînin di encama ku ew ji alîyê serkirdeyîne ku tenê guh didine xwe tên hukmkirin.

Wî got ku hêza zêde ji alîyê rejîmê ve li dijî gelê xwe dîyar dike ku bê "sinc û moral" e.

Nayil got ku "aniha ew xwe di tengavîyekî de dibînin û nikarin vîna gelê xwe biçewisînin tevî kuştin û revandina xwenîşanderan û astengkirina gihiştina bi tora înternetê".

Derbaskirina "xetên sor"

Li gorî Hook, "bi hezaran" Îranî di xwenîşandanan de hatin birîndarkirin û herî kêm 7,000 xwenîşander hatine girtin.

Gelek ji wan "ji ber bersûcên pîsik hatin girtin", şirovekarê siyasî Ehmed Şewqî ji Diyaruna re ragihand û destnîşan kir ku rejîma Îranî "gelek xetên sor danîn daku xwenîşandanan biçewisîne".

Wî got ku Feyleqê Pasdaran ferman da hêzên Basîcê ku xwenîşandanên li beşên başûrî û rojavayî yên welat biçewîsîne, di nav de Ehwaz, bi hevkarî ligel milîsên Îraqî.

Wî got ku destwerdana milîsên Îraqî dîyar dike ku ev milîs "amade ne ku her tiştî bikin da rejîma Îranî ji hilweşînê biparêzin", ji ber ev yek herwiha dê piştgirîya ku ew werdigirin daku li Îraqê kar bikin bi dawî bike.

Herwiha van milîsan bi tundî xwenîşanderên Îraqî jî diçewisînin, xwenîşanderên dixwazin ku dawîyek ji desthilatdarîya Feyleqê Pasdaran re were danîn.

Wî got ku "di rojên pêşîn ku rejîma Îranî kete cihê desthilatdarîyê de, Feyleqê Pasdaran weke alaveke tûj, ku hêzeke paralîl e ji artêşa Îranî re, hat çêkirin".

Wî got ku ev gav ji ber bêbawerîya rejîma Îranî bi gelê xwe hat standin û not kir ku ku ev yek "bersiva tund a ji alîyê rejîmê ve şirove dike, bersiva bi rêya anîna milîsên xwe bo li hember fişara cemawerî li Îranê bisekinin û da hejmûna xwe ya li herêmê biparêze".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez weke Îraqîyekî teqez dikim ku ev nûçe 100% rast e. Sedem ew e ku wan yek ji xizmên me bir Îranê bo wan [xwenîşanderan] serkut bike.

BERSIV BIDE