Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Komên alîgirê Îranê li pey êrîşên li ser firoşgehên meyê ne

Faris Omran

image

Firoşgeheke meyê li devera Zeyûnayê ji alîyê çekdarên milîsan ve hat êrîşkirin di 2wê Mijdarê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Badger (Sibe) hatiye wergirtin]

Zincîrek ji êrîşên mafyayî li ser firoşgehên Bexadyê yên vexwarinên alkholîk difiroşin çêbûn di van heftîyên dawî de, ku herî kêm şeş ji wan di taxên li orta Bexdayê de hatin armanckirin.

Bûyera herî tund di 31ê Cotmehê de rû da, dema firoşgehên meyê li taxa Keradayê bi teqemenîyên bidestçêkirî hatin armanckirin, ku tê de sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn û agir jî bi wan ket.

Ofîsa Hêlên asmanî yên Emirates Airline ya li nêzîk di nava kompanîyên ku rastî ziyanê hatin de bû, li gorî daxuyanîyeke artêşa Îraqî.

Di dawîya Hezîranê de, xebatkarekî payebilind ê milîsa Ketaib Hizbullah ya hevalbenda Îranê armanckirina firoşgehên meyê di posteke mîdyaya civakî de bexşand.

image

Firoşgehên ku di teqîna 23yê Hezîranê de ziyan gihişt wan, teqîna milîseke alîgira Îranê li devera Keradayê li Bexdayê pê hat tawanbarkirin, di nav wan de ew firoşgehên meyê, piştî êrîşê tên dîtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Al-Karada hatiye wergirtin]

image

Firoşgehin li taxa Keradayê ziyan li wan tê xuyakirin piştî teqîna 23yê Hezîranê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Selahif hatiye wergirtin]

Komeke navê xwe dike Ehl el-Qura (Xelkê Gund) berpirsyarîya xwe ji êrîşên herî dawî re angaşt di daxuyanîyeke ku ser înternetê hat belavkirin.

Şirovekar dibînin ku ev kom tenê komeke ji gelek komên mîna wê girêdayî Ketaib Hizbulah in, di nav wan de Usbet el-Sairîn, Eshab el-Kehf û Rubu Elah.

Bi tevayî, ev kom armanc dikin ku tevlihevîyê belav bikin û ajansa ewlehîyê lawaz bikin.

"Komên li pey êrîşên li ser firoşgehên meyê heman in ên ku bi ewlehîya Îraqê dilîzin di rêya avêtina mûşekan li ser mîsyonên ewlehî li Zona Kesk," rojnamevan Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew in ên ku çalakgerên di xwenîşandanan de beşadar dibin teror dikin, êrîşî rojnamevanan dikin û agir bi avahîyên kenalên setelaytî dixin.

Pere armanca rasteqîn in

Sincarî êrîş weke beşek ji kampanyaya dijminatîyê ya ku ji alîyê komên armanc dikin ku aramîya civaka Îraqî lawaz bikin û sazîyên dewletê lawaz bikin tê bicihanîn bi nav kir, û daxuyand ku ew têne bicihanîn bi armanca bidestxistina pereyan.

"Êrîşên li ser firoşgehên meyê ne weke reftarekî tundrew ji alîyê milîsan ve têne şirovekirin, ku di bingeha xwe de ji ber qedexekirina olî ji vexwarina meyê re, lê ji bo fişarê li xwedîyên firoşgehan bikin ku pereyan bidin," wî got.

Sincarî got "ew kesên red dikin ku pereyan bidin gef li wan tê xwarin ku dibe çi wextî firoşgehên wan werin teqandin" .

Wî got ku milîs kontrola firoşgehên alkoholê dikin, hin di rêya wekîlan re û hin dirêya navbênkaran re, weke çawa di klûbên şevê, bar û kazînoyan de.

Wî daxuyand ku di Tebaxa 2019an de, hêzên Îraqî Hecî Hemza Şimerî girt û ew bi birêvebirina toreke mezin a çalakîyên neyasa girêdayî qumarê, laşfiroşî û bazirganîya narkotîkê tawanbar kir.

Têkilîyên Şimerî yên xurt bi milîsên hevalbendên Îranê yên mîna Esaib Ehl el-Heq re hebûn, û tê angaştin ku wî pere ji wan re diguhestin.

Piranîya xwedîyên firoşgehên meyê li Bexdayê destûr bi wan re heye ku kar bikin, lê mixabin ew yek wan naparêze ku neyên armanckirin.

Xwedîyê firoşgeheke meyê li Bexdayê, yê xwest ku navê wî neyê eşkerekirin, ji Diyarunare got ku ew neçar e ku herî kêm 500 dolaran rojane "pereyên parastinê" bide çekdarên milîsan, dema ku xwedîyên firoşgehên mezintir neçar in ku pereyên bêhtir bidin.

"Em neçar in ku em van pereyan bidin da em jîyana xwe biparêzin," wî got. "Lê ev nayê wateya ku em tam ji xiyaneta van milîsan ewle ne."

''Divê standina pereyan bi zorê were rawestandin''

Piştî vê pêla tundîyê ya dawî, Wezareta Karê Hundir tedbîrên xwe xurt kirin bo parastina firoşgehên meyê, û yaneyên şevê, ku ew pageran pêk tînin û xalên pişkinînê li nêzî wan dideynin.

Li gorî şirovekarê siyasî û ewlekarî Xanim el-Ebid, milîs dê berhengarîkirina desthilatdarîya ewlekarî û yasa ranewestîne.

Ew dê bimînin hewl bidin destdirêjîyê li samanên xelkê bikin, gefê li jîyan û berjewendîyên wan bixwin, û çi xebata ewlehî ya li dijî wan têk bibin.

Wî got ku divî ew werin rûbirûkirin û bizorstandina wan ya berfireh -- ya ku bazirgan, karsaz û weberhêner ligel firoşgehên meyê û baran armanc kirin -- divê were rawestandin.

Wî got ku ligel bizorstandinê, destên van koman di qaçaxkirina neftê û samanên din ên dewletê de herwiha di bazirganîya narkotîk û çekan de û destkarîkirina mezadên pereyên biyanî de heye..

Piranîya dahatên ku ew bi dest dixin ji bo piştgirîkirina aborîya Îranî re diçin, a ku ji ber sizayên giran êşê dikişîne , herwiha ji wekîlên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re li Sûrîya, Lubnan û Yemenê.

Ebid got ku van çalakîyên neyasayî barê aborîya Îraqî giran kir, a hişt ku deyn çêbibin û xizmetguzarîyên giştî lawaz bibin û herwiha rewşa feqîrtî û bêkarîyê jî kambax bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500