Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên Îran piştgirîya wan dike şerê Îraqê yên li dijî dermanên hişbir asteng dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Di vê wêneya ku ji dîmeneke vîdyoyê ya ku ser mîdyaya civakî hatiye belavkirin di 19ê Tîrmehê de hatiye wergirtin, hêzên Îraqî dest dideynin ser madeyên hişbir ên neqanûnî yên ku ji Îranê bi qaçaxî hatine Îraqê di parêzgeha Besra ya başûrî re.

Di vê wêneya ku ji dîmeneke vîdyoyê ya ku ser mîdyaya civakî hatiye belavkirin di 19ê Tîrmehê de hatiye wergirtin, hêzên Îraqî dest dideynin ser madeyên hişbir ên neqanûnî yên ku ji Îranê bi qaçaxî hatine Îraqê di parêzgeha Besra ya başûrî re.

Berpirsine di Wezareta Karê Hundir a Îraqê de vê dawîyê eşkere kir ku bi awayekî dîyar destên milîsên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di çalakîyên qaçaxîya dermanên hişbir û kel û pelên qaçax de di hundirê Îraqê de heye.

Wan got ku komên milîsê milîsine mezintir dihundirîne mîna Esaib Ehl el-Heq, Nucebaa û Ketaib Hizbullah, herwiha komine piçûktir mîna Sraya Xurasanî û Lîwayê Elî Ekber.

Wan got ku ji ber fişara sizayên Amerîkî li ser rejîma Îranê, Pasdaran nikarîbû temwîla berdewam ji milîsan re dabîn bike, vê yekê hişt ku ew bêhtir xwe bispêrine qaçaxîya dermanên hişbir ji Îranê daku çalakîyên xwe temwîl bikin.

Milîs sûdê ji rewşa Heşda Şaebî werdigirin

Berpirsekî Îraqî yê payebilind di ajansa qedexekirina dermanên hişbir di Wezareta Karê Hundir de, yê xwest ku navê wê nenaskirî bimîne, ji Diyaruna re ragihand ku hêzên Îraqî rastî arêşeyên cidî tên di şopandina torên qaçaxîya dermanên hişbir de.

Wî got ku sedem ew e ku piranîya tawanbaran endamên komên çekdar in ên girêdayî Pasdaran ên xwedî nasname ne yên ku ji alîyê Hêzên Heşda Şebî ve hatine derxistin .

Milîsên Îran piştgirîya wan dike sûdê ji posta xwe weke endamên Hêza Heşda Şebî werdigirin -- ew nasnameyên xwe yên ji alîyê Hêzên Heşda Şebî ve û navgînên nîşanên Heşda Şaebî li ser wan bi kar tîne -- daku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve neyên kifşkirin.

Li gorî berpirsên Îraqî, krîstan mis, kaptagon, heşîş û hebên hişbir bi qaçaxî di sînor bi Îranê re bo Îraqê tên derbaskirin.

Wî got ku sînor rêyeke bazirganî ye ku ji alîyê milîsên "hêzdar ve" yên girêdayî Pasdaran tê parastin. Herwiha delîl heye ku efserên Pasdaran rêjeyekê ji qezencan werdigirin li şûn hêsankirina derbaskirina van dermanan bi qaçaxî bo Îraqê.

Wî got "dermanên hişbir barê civaka Îraqê giran dikin, bi taybet barê ciwanan".

Wî anî ziman ku tevî kampanyayên hişyarkirinê derbarê bandora wan a ziyandar, narkotîk dimîne kêşeyeke sereke di civaka Îraqî de ku ajansên ewlekarîyê rojane li dijî wê şer dikin.

Dora 60% ji tawanên li Îraqê, di nav wan de haletên tundîya di malê de, endamên malê dest bi wan kir di bin bandora dermanên hişbir de, li gorî heman jêderê.

Wî anî ziman ku rênimayên hikûmeta aniha ew in ku çi alîyê gumanbar ku destên wî di bazirganîya dermanên hişbir de heye bigirin, heta ew girêdayî kîjan alîyê be jî.

Efserekî bi hêza polîsê Tikrîtê re ji Diyarunare got ku di destpêka Tebaxê de, hêzên Îraqî du endamên milîsa Esaib Ehl el-Heq li Toz Xurmatoyê, li bakurê Tikrîtê, girtin, bi tuhmeta bazirganîkirina bi madeyên hişbir.

Nealîkarîya Îranê li ser sînorê kêşeyan çêdike

Serokê polîsê Besrayê lîwa Reşîd Flêh got 80% ji dermanên hişbir ji Îranê derbasî Îraqê dibe, wî destnîşan kir ku hêzên wî gelekî kar dikin daku bi alîkarîya ajansên ewlekarîyê yên din sînor ewle bikin.

Herwiha wî bang kir bo cizayên dijwartir li dijî bazirganên dermanên hişbir ên mezin ku di qanûna cizayê ya Îraqî de were nivîsandin.

Ehmed Safî, endamekî Dezgeha Islah bo Şerê li Dîjî Dermanên Hişbir, Rêxistineke Nehikûmî ye, got ku yek ji berhengarîyên sereke di şerê li dijî dermanên hişbir de li Îraqê ew e ku mirov şerê milîsên çekdar ên li jêr sîwana Heşda Şaebî dike.

Safî got ku torên bazirganîya bi qaçaxî ya dermanên hişbir, neft û entîkeyan dikin "têne naskirin ku piştgirîya wan" ji alîyê Pasdaran ve ye. Wî got ku ji ber vê yekê, gelek caran polîs xwe dispêre piştgirîya ji alîyê artêşê ve di haletên pevçûnên çekdar bi van koman re.

Îran "destûrê dide ku dermanên hişbir derbasî Îraqê bibe ji ber ew dahatan bi diravên biyanî (dolar) werdigire".

Ebdullah Rikabî, pisporekî ewlehî û siyasî yê Îraqî, şerê zehmet ê li dijî dermanên hişbir şebihand bi "paqijkirina odeyeke ku pencereyên wê ser derdoreke bitoz vekirî bin".

Wî got ku ew kesên ku bazirganîya dermanên hişbir dikin û bi awayekî neqanûnî ji Îranê derbasî Îraqê dikin heman kes in ku angaşt dikin ku ew dixwazin Îraqê û serwerîya wê biparêzin.

"Îraq êşê dikişîne ji ber nexwestina Îranê ku alîkarîyê bike di kontrolkirina sînoran de û herwiha ew derd dikişîne ji ber rastîya ku bazirganên dermanên hişbir endam in di milîsên bandorbar de yên ku rejîma Îranî piştgirîya wan dike".

Wî got "Îraqîyan ev yek fêm kiriye û aniha ew ji rola Îranê ya li Îraqê bi hêrs in".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500