Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Iraqî di şîna miriyên el-Kerada de dibin yek

Ala Husên li Bexdayê

Xelkê Bexdayê li cihê teqîna kujêner a 3'ê Tîrmehê li el-Kerada kom bûne û ji bo bîranîna hezkiriyên xwe slogan hildane. [Alaa Husên/Mewtinî]

Xelkê Bexdayê li cihê teqîna kujêner a 3'ê Tîrmehê li el-Kerada kom bûne û ji bo bîranîna hezkiriyên xwe slogan hildane. [Alaa Husên/Mewtinî]

Iraqî ji hemû ol û girûpên etnîkî hev girtine di nîşandana piştgiriya xwe de bo malbatên her 292 qurbaniyên teqîna xwekujî ya wêrankar a 3'ê Tîrmehê li taxa el-Kerada li Bexdayê.

Teqîna, ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girt stûyê xwe, çêbû dema ku xwekuj baseke barkirî bi teqemeniyan li nêzîkî navendeke bazarkirinê ya qerebalix li Kolana el-Şerqiya li el-Kerada.

Teqîn di navbera du avahiyên bilind de çêbû, û vê yekê bandor û hêza teqînê zêdetir kir, pisporê ewlekariyê Ebdulkerîm Xelef ji Mewtinî re got.

Bûyera, ku weke yek ji kujênertirîn êrîşên tekane li Iraqê di bêtirî dehsalîyekê de hat wesifkirin, 292 sivîl kuşt û bêtirî 200'an birîndar kir, piraniya wan xort, berdevkê Wezareta Tendirustiyê Ehmed el-Rudeynî got.

Di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê (7'ê Tîrmehê), Wezîra Tendirustiyê Edila Hemûd got ku nasnameyên 177 kesên kuştî di teqînê de hîn nehatine diyarkirin, lê belê laşên 115 qurbaniyan radestî malbatên wan hatine kirin.

Tê çaverêkirin ku proseya destnîşankirina nasnameyan navbera 15 û 45 rojan de bidome, wî got.

Hikûmeta Iraqê sê roj weke şîna qurbaniyan ragihand, hevdem Serok Fûad Masûm qebûl nekir ku pîrozbahiyên Cejna Remezanê werbigre weke rêzgirtinekê ji şehîdan re.

Serokwezîr Heyder el-Ebadî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û soz da ku "çeteyên terorist" ên berpirsiyar ceza bike.

El-Ebadî hejmarek ji fermanan derxist ji bo xurtkirina ewlekariyê li paytextê, ku di nav de bilezkirina temamkirina kembera ewlekarî ya Bexdayê ye.

Lêkolînek derbarê vê yekê berdewam e û pêşketineke berbiçav li pey xwe aniye, fermandarê operasyonên Bexdayê Ferîq Rukin Ebdulemîr el-Şemerî ji Mewtinî re got.

Mulkiyeta otombîlê hatiye şopandin, wî got, dîmenên kamîreya ewlehî nîşan dide ku êrîşkar hewl dabû ku pêştir derbasî el-Kerada bibe lê nikarîbû ji ber ku hatibû girtin, ji ber vê yekê wî otombîla xwe li derdorê ajot heta ku rê piştî nîvê şevê hat vekirin.

Iraqî hev digrin

Hevdem, Iraqî ji hemû pêkhateyan ji seranserê welêt gihane hev ji bo nîşandana xemgîniya xwe û şermezarkirina tawanê û kesên li pişt wê.

Serokê Dîwana Weqfeyên Sunî Şêx Ebduletîf el-Hemîm daxuyaniyek derxist ku tê de êrîşê şermezar dike, û got ku ew belgeya "şikestin û zererên DAIŞ li çeperên şer e".

Ofîsa Weqfeyên Şîeyan herwiha daxuyaniyeke şermezarkirina êrîşê derxist.

Serdanker û şandeyên oldaran ji olên cuda serdana cihê teqînê dikin û piştgiriya xwe nîşan didin û ji miriyan re dua dikin.

Ev şande ji şandeyên oldarên Kiristiyan, nûnerên hindikahiya Êzîdî ya Iraqê û îmamên Sune û Şîeyan pêk hat, ji aliyekî din Sabîeyên-Mendaîyan cejna xwe piştî êrîşê pîroz nekirin.

Şandeyên êlan û nûnerên yekîtiya bazirganî herwiha serdana cihê bûyerê kirin, û bi sedên serdankeran li kolanê û di avahiyên xirabûyî de mûm vêxistin.

Dûrtir ji wir, bi dehên xortan li Remadî mûm li bajarê xwe vêxistin, ku vê dawiyê ji DAIŞ hat rizgarkirin, ji bo nîşandana xemgîniyê ji ber qurbaniyan.

Li başûrê welêt, çalakvan li el-Nasiriya xwepêşandaneke cemawerî ji bo bîranîna qurbaniyan lidar xistin, û li beşên din ji welêt xelk gihane hev ji bo beşdarbûna di kombûnên hevreng de.

Hinekên din berê xwe dane medyayên civakî ji bo parvekirina wêneyên qurbaniyan û vîdyoyên teqînê û yên encamê wê, êrîş û karên terorîstiyane yên DAIŞ şermezar kirin.

Rizgarbûyî êrîşê wesif dikin

Kenalên televizyonê yên xwecihî yên Iraqî bi çîrokên rizgarbûyan tije bûne.

"Ez ligel 10 kesên din di depoyekê de li qata jorîn a molekê asê mabûn û derî û pencere girtî bûn, û agir girtibû her tiştî," kurekî balix ku ji êrîşê rizgar bibû got, ku destên wî yên şewitî bi şaşê pêçayî bûn.

"Dûman û mirina reş hebû, min dengê zarokan kir dema ku heta mirinê qîr didan û hawara zilaman heta mirinê," wî got.

Ew digiriya dema ku behsa hevalên xwe yên ku di teqînê de mirin dikir.

"Tu dixwazî ez ji te re behsa kê bikim?" wî got. "Fehed, yê ku pere kom dikirin daku bikaribe piştî cejnê bizewice? An Hesenê bitemen î fedyok, ku te hemankê dengê wî dibihîst di dirêjahiya rojê de? Anjî Hemûdî, ku dixwest di roja sêyem ji cejnê de bixwaze?"

Mûsayê heşt-salî jî di nav birîndaran de bû, ku rastî şikestinan di ling û destê xwe de ligel birînan di rûyê xwe de hatiye.

Mûsa nizane ku wî dê, bav, xwîşk, û meta xwe di teqînê de ji dest daye, meta wî got, anî ziman jî ku hîn laşên wan nehatine naskirin.

"Em mijûlî birînên wî ne weke çawa em mijûlî veşartina rastiya malbata wî ne," wê got.

Malbat xemgîn in

Di dema ku rizgarbûyî birînên xwe derman dikin û ji ber miriyan xemgîn in, kesên din rastî xemgîniya kûr a ku ligel jidestdana endamekî malbatê tên.

Tenê piştî çend deqeyan ji telefona dawî ya Diya Ehmed ligel hersê zarokên wê, ku dikanekea madeyên ciwankariyê li el-Kerada birêve dibirin, nûçeyên lezgîn li ser televizyonê derketin ku teqînek nêzîkî mola el-Leys çêbûye ku ew li wir dixebitîn.

"Lêdanên dilên me dest bi kêmbûnê kirin bilez piştî ku dayikê careke din telefona zarokên xwe kir ji bo ji selametiya wan piştrast be, lê mobayilên hemûyan girtî bûn," mamê wan, rojnamevanê Iraqî Filêh el-Cewarî got.

"Me wê demê nizanîbû ku mobayilên wan ligel laşên wan heliyane di teqîneke teroristiyane ya herî xirab de," wî ji Mewtinî re got.

Ehmed, Mihemed û Mehmûd hersê di teqînê de hatin kuştin, wî got.

"Me laşên wan ên parçekirî dîtin û me karî Mihemedê 30 salî bi rêya saeta wî û Ehmedê 28 salî bi rêya ristikekê nas bikin," wî got, laşê Mehmûd 32 salî hîn nehatiye naskirin.

Ji şîna wî diaxivî, el-Cewarî hemankê peyv ji devê wî derdiketin daku behsa rewşa dayika wan bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500