Nûçeyên Iraqê
Aborî

Milîs weberhênan û pêşketina aborî ya li Nînewayê lawaz dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Ev hêzên Îraqî li parêzgeha Nînewayê ne piştî rizgarkirina 16 gundan li başûrê Mûsilê ji destên DAIŞê. [Wêne ji Entekhab.ir hatiye wergirtin]

Ev hêzên Îraqî li parêzgeha Nînewayê ne piştî rizgarkirina 16 gundan li başûrê Mûsilê ji destên DAIŞê. [Wêne ji Entekhab.ir hatiye wergirtin]

Berpirsên Nînewayê gazinan ji milîsên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dikin derbarê rawestîna weberhênanê û çalakîyên sektorê taybet li parêzgehê.

Tevî rastîya ku Nînewa berî nêzî sê salan ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) hatiye rizgarkirin, hîn weberhênan û karsazî lê geş nebûne.

Berpirs dibêjin weberhênerên ku dest bi projeyekî li parêzgehê dikin, bi taybetî li Deşta Nînewayê rû bi rûyîastengîyên ku ji alîyê komên çekdar ên li deverê serdest in tên derxistin dibin.

Komên mîna Ketaib Hizbulah, Nucebaa, Tevgera Babîlon, Esaib Ehil el-Heq, Seraya el-Xuresanî û Heşdê Şebek ji alîyê Amerîka ve hatine sizakirin ji ber destên wan di binpêkirinên mafên mirov û gendelîyê de li Nînewayê hene.

Endamê encumena Nînewayê yê berê Muhemed Cibûrî ji Diyaruna re ragihand ku îro weberhênan û çalakîyên sektorê taybet li Nînewayê derdê heman zehmetîyên ewlehî yên ku jîyan li parêzgehê li jêr hukmê DAIŞê têk dibirin dikişînin.

Wî got ku berevajî parêzgeha Enbarê, çalakîya darayî hîn bi temamî nevegerîyaye Nînewayê.

Milîs weberhêneran dûrî Nînewayê dixin

Belêndar û weberhêner xwe ji karê li deverên ku milîs lê çalak in bi dûr dixin, ji ber ew naxwazin samanên xwe bixine xeterîyê yan xwe bixine xeterîya ku milîs projeyên wan têk bibin, Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku vê dawîyê belêndarek neçar bû ku kar di nîvê rê de di projeya xwe ya avakirinê de li Nînewayê rawestîne ji ber alozîyên ji alîyê çekdarên Ketaib Hizbulah û Nuceba yên hewl didan ku pereyan û materyalên avakirinê bi zorê ji wî bistînin.

Li gorî Cibûrî, hebûna milîsan bandoreke wê ya astengdar li ser kompanîyên biçûk û weset heye.

Piştî endamên Şebek hewl dan ku pereyan bi zorê jê bistînin, Mehmûd Ezet Sincarî, belêndarekî parêzgeha Nînewayê, yê ku zincîrek ji firoşgehên wî hene, biryar da ku du firoşgehên xwe li Hemdanîyayê, li rojhilatê Mûsilê, bigire.

Sincarî ji Diyaruna re got ku milîs şert û mercan li ser çalakîya wî li deverê danîn, û wan ew neçar kir ku bi kesên girêdayî milîsan re girêbestan girêde û kelûpelên belaş jê xwestin û beramber ewlehîya wî bertîl jê xwestin.

Wî daxuyad ku dîyar e ku hêzên ewlekarî yê Îraqî bêhtir cidî ne ji çaxê ku Mustefa Kazîmî bûye serokwezîr, lê milîs gelekî sûdê ji karê li jêr sîwana Hêzên Heşda Şaebî werdigirin bo dizîyê û tawanên din bi cih bînin.

Ewlehîya lawaztir, karê hindiktir û bêwarên kêmtir

Elî Hedîdî, şarezayekî di karûbarên Nînewayê de, ji Diyaruna re got ku xuya ye jîyan li parêzgehên Îraqî yên din ên ku ji DAIŞê hatin rizgarkirin baştir e ji Nînewayê, bi taybetî li Deşta Nînewayê û li Tel Eferê. Wî dîyar kir ku hejmara milîsan kêmtir e, bi vî awayî ewlehîyeke bêhtir heye, lewra jî li parêzgehên din kwalîteya jîyanê baştir e.

Wî got ku "aniha ji heft heta deh komên çekdar ên çalak li Nînewwayê hene" yên endamên wan hewl didin ku ajandayên xwe li ser niştecihên xwecihî bisepînin.

Wî anî ziman ku herwiha hebûna wan tevlihevîyê ji sektorên eqar û sewaldarîyê re peyda dike, ku ji ber vê yekê gelek xwedîyên eqaran û sewaldar berê xwe dane deverine ewlehtir.

Wî teqez kir ku di heman demê de, hin aware dudil in ku vegerine Nînewayê ji ber hebûna komên girêdayî Pasdaran.

Dibe ku ajandaya milîsên li Nînewayê mîna ya milîsên ku li devera Elbû Kemal a li parêzgeha Dêra zorê li Sûrîyayê be, ku komên Pasdaran piştgirîya wan dike kar dikin ku guhertineke dîmografî li wir pêk bînin, Hedîdî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500