Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraqî tevgera siyasî ya nû ya girêdayî Îranê red dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Ciwanên Îraqî aleke niştîmanî hildigrin dema ku ew li pêş tabloyeke dîwar dimeşin li Meydana Tehrîrê li Bexdayê roja 28ê Cotmehê, di operasyoneke paqijkirinê de ji hêla hêzên ewlekarîyê ve bo vekirina rêyên li derdora navenda bajêr, ku ev qada xwenîşandanên li dijî hikûmetê û li dijî Îranê ye. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Ciwanên Îraqî aleke niştîmanî hildigrin dema ku ew li pêş tabloyeke dîwar dimeşin li Meydana Tehrîrê li Bexdayê roja 28ê Cotmehê, di operasyoneke paqijkirinê de ji hêla hêzên ewlekarîyê ve bo vekirina rêyên li derdora navenda bajêr, ku ev qada xwenîşandanên li dijî hikûmetê û li dijî Îranê ye. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Tevgereke nû ya olî-siyasî ya bi piştevanîya Îranê, rastî redkirina cemawerî li Îraqê hat, ji ber ku ew weke beşek ji hewlên Îranî bo astengkirina hilbijartinên pêşwext li Îraqê tê dîtin, çavdêran ji Diyaruna re ragihand.

Îranê piştgirîya avakirina tevger û blokên siyasî yên nû dike bi armancaew bandorê li hilbijartinên parlemanî yên dahatî de bike, yên ku biryar e di Hezîran 2021an de werin encamdan li gorî daxwazên xwenîşanderan.

Ev xebatên Îranî weke bersiv ji serhildana hejmarek ji tevgerên sivîl û yên ciwanan ji nava xwenîşandanên cemawerî, yên ku dixwazin tevlî hilbijartinan bibin û guherînekê di hukimranîya welat de pêk bînin, tên.

Di daxuyanîya damezrandina Ehd Elah de, kesayeta olî ya Şî'î got ku dê endamên tevgerê "zarokên Îraqî" yên Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî û Rûhulah Xumênî bin.

Tevger bawerîya bi Wîlayet el-feqîh rêbaz digire, ya ku bang bo dilsozîya ji Xameneî re dike, û pêbend e bi rêbaza pêşîyê wî Xumênî.

Li gorî daxuyanîya damezrandinê, "rêbaza Xumênî ne taybet bi welatekî yan komeke etenî û li sînor tu welatan ranaweste".

Redkirina cemawerî ya berfireh

Ehd Elah rastî redkirineke cemawerî ya berfireh li Îraqê hatiye, ji ber ew weke berdewamîya tevgerekeser bi Îranê yan din, mîna Ketaib Hizbulah û Ruhu Elah, tê dîtin.

Tevger dixwaze hibijartinan asteng bike û dengderan gêj bike, endamê Tevgera Sivîl a Îraqî Elî Deracî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku ev tevger ne pêbend e bi yasaya hilbijartinan ji ber ku ew xwe bi nasnameyeke Îranî dide pêş, û parêzvanîyê li damezrandina Wîlayet el-Feqîh li Îraqê dike, li welatê ku warê gelek komên mezhebî, tayifî, olî û necadî ye.

Wî got ku Îraq bi tenê li ser bingeha serwerîya destûr û zagona xwe tê birêvebirin.

Deracî got ku tê pêşdîtin ku tevger û blokên siyasî yên hevşêwe werin ragihandin, bi armanca xapandina dengderan û lawazkirina hêzên sivîl û kandîdên siyasî yên ji tevgera nerazîbûnê derketine.

Wî da zanîn ku Heyderî berî aniha di wêneyan de li tenîşt Xameneî derketiye, û teqez kir ku ev tevger bi tenê weke tevgereke Îranî ya xwedan rûyekî nû tê dîtin.

Siyasetvanê Îraqî Xeys Temîmî daxuyand ku tevgerên mîna Ehd Elah beşek in ji pêvajoyeke stratîjî ku Îran bi rêya wê dixwaze rewşeke pir nav û tevgerên çekdar û komên xwedan ajandeyeke tayifgerî pêş bixe.

Wî ji Diyaruna re teqez kir ku armanc jî ew e ku dengderê Îraqî nema rewşê fêm bike, û bang li Îraqîyan kir ku tu guhdarîyê li wan nekin.

"Pir tiştekî pîroz û dilxweşker e em bibînin ku damezrandina vê tevgerê bûye cihê sivkatîpêkirinê û qerfan, ew nîşan dide ku êdî Îraqî ji metirsîyên destêwerdana rejîma Îranî di welatê wan de agahdar in," Temîmî got.

''Derîyekî nû'' ji Pasdaran re

Endamê Partîya Komûnist a Îraqî Felah Cenabî ragihand ku damezrandina tevger û milîsên nû yên girêdayî Îranê dê serencamên xeternak li Îraqê vegerîne, ji ber ku ew ajandeyinan pêş dixin ku vajî siyasetên hikûmetê ne.

"Zêdebûn di hejmara partî û milîsan de kêşeyan li Îraqê zêde dike, belgeya vê yekê jî bandora wan a li ser pêwendîyên di navbera Bexdayê û dewletên din ên cîhanê ye," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku ev tevger hewl didin "Îraqê ji cîhanê bi dûr bikin".

Wî bang li hikûmetê kir ku "van partîyan neçar bikin ku pêbendî yasaya partîyên siyasî ya Îraqî bin, û yasayê li ser wan bisepînin eger tawanan bikin û kirinên berevajî polîtîkaya dewletê pêş bixin an ziyanê bigihînin berjewendîyên wê".

Lêkolîner di karûbarên Îraqî de Fûad Elî Ehd Elah weke "derîyekê nû" ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê hewl dide tê re derbasî Îraqê bibe dibîne.

Welatîyên Îraqî çavrêya çareserîyekê bo kêşeyên wan ên aborî, xizmetguzarî, mûçe û yên têkildarî elwehîyê dikin, wî wiha rewş ji Diyaruna şirove kir.

Wî dîyar kir ku tevî vê rewşê Îran berdewam e di sazkirina tevgerên nû de li Îraqê ku ew banga damezrandina Wîlayet el-Feqîh dikin.

Lê Wîlayet el-Feqîh li Îranê bi ser neketiye, ku gelê wê birçî û feramoş e û bi tirs û sitemkarîyê hatiye dorpêçkirin.

"Bêkarîyê Îran li ber xwe biriye, û rewşa gelê Îranî ji yê Îraqî ne baştir e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev hemû navên ku li dijî Îranê ne û li dijî hebûna hêz û tevgeran in, di serî de li dijî olê ne. Duyem, ne welatparêz in; ew bi tenê xemxwerê berjewendîyên xwe ne û ev yek têkildarî karên wan weke sîxurên Amerîkayê ye. Ji bo Îranê, ev pirseke tayifgerî ye. Wekî din Îran welateke ku alîkarî da Îraqê di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de dema ku hemû dewletên din terorîst dişandin. Têkildarî hêzan, Ew Îraqîyên ku tenê girêdayî tayifa xwe ne.

BERSIV BIDE

Xelk li vê derê bi sedên caran baştir e.

BERSIV BIDE

"‘Bêkarî belav e, û rewşa xelkê li vir ji ya Îraqîyan ne baştir e," wî da zanîn.

BERSIV BIDE