Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Zarokek di êrîeşke bi mûşekan de li Bexdayê jîyana xwe ji dest dide

Faris Omeran û AFP

Bombebaraneke bi mûşekan bi ser Bexdayê de 17ê Mijdarê pêk hat, ku ziyan gihaşt herêma Kesk û derdora wê. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Bombebaraneke bi mûşekan bi ser Bexdayê de 17ê Mijdarê pêk hat, ku ziyan gihaşt herêma Kesk û derdora wê. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Bombebaraneke bi mûşekan deregîya Sêşemê (17ê Mijdarê) bi ser Bexdayê de hat, di encamê de keçek hat kuştin û agirbesteke ku zêdeyî mehekê ma di êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkî de hat binpêkirin.

Kirinên tundîyê di demekê de hat ku Waşingtonê kêmkirineke dîrokî ya hêzên xwe li Îraq û Efxanistanê ragihand.

Li gorî Artêşa Îraqî, çar mûşek li herêma Kesk a zêde ewle ketin, ku balyozxanya Amerîkî û şandeyên din ên bîyanî li wir in.

Herwiha du mûşekên din jî li beşine din ên Bexdayê ketin -- li nêzî kombûyîna Bajarê Bijîşkî û li têketina baxçeyê Zewra -- ku keçekê jîyana xwe ji dest da û pênc sivîl birîndar bûn. Mûşekek heftemîn jî li asman teqîya.

Paşê kamyona ku mûşekên Katyûşa bo êrîşên li ser Bexdayê dihat bikaranîn di 17ê Mijdarê de ji alîyê hêzên Îraqî ve hat dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Paşê kamyona ku mûşekên Katyûşa bo êrîşên li ser Bexdayê dihat bikaranîn di 17ê Mijdarê de ji alîyê hêzên Îraqî ve hat dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî di daxuanîyekê de ragihand ku her heft mûşek ji kamyonekê li taxa Emîn Saniya ya Bexdayê ve hatin avêtin.

Nûçegihanên AFP gelek teqînên mezin bihîstin, piştre dengê guleyan hat bihîstin û çirayên sor li asman hatin dîtin, ku pergala parastina ji mûşekan C-RAM a balyozxaneya Amerîkî belav bû.

Peyvdarekî hevpeymanîya navdewletî dîyar kir ku hewalgirîya Îraqî teqez kir ku êrîşeke bi mûşekan li ser balyozxaneya Amerîkî pêk hatiye lê behsa bikaranîna C-RAM nekir.

Artêşa Îraqî got, êrîş "dê bêyî sizakirina tawanbaran derbas nebe".

Wê anî ziman ku "ajansên me yên ewlekarî û hewalgirîyê rêkarine digirin bo tawanbaran nas bikin da sizaya pêwîst bistînin".

"Ligel ku hikumeta Îraqî armancên xwe yên serwerîyê bi cih tîne, û tevî başbûna asta pîşedarî û jêhatîyên hêzên me... hinek hêzên deryasayî bi rik in ku êrîşî aramîyê bikin bo berjewendîyên wan ên taybet û armancên wê yên teng ku tu têkilîya xwe bi berjewendîya niştimanî tune ye", artêşê di daxuyanîyekê de ragihand.

Ji Cotmeha 2019an ve, nêzî 90 êrîşên bi mûşekan û bombeyên li rex rêyan balyozxaneyên bîyanî, hêz û dezgehên din ên li seranserî Îraqê hatin armanckirin.

Hinek komên ku angaşt dikirin wan êrîş pêk tanî ji alîyê Amerîka û berpirsine Îraqî veweke "perdeyên dûmanê" yên komên girêdayî Îranê yên li Îraqê hatin binvakirin.

Amerîka eşkere tilîyên tawanbarîyê dirêjî Ketaib Hizbullah kir ku ew li paş hinek kirinên tundîyê ye û du caran ev kom bomebaran kir.

Êrîşan hêrsa Waşingtonê bilind kir, ku fişar li serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî kir da rêkarên hişktir li dijî tawanbaran bigire.

Paşguhkirina berjewendîyên Îraqê

Îlonê, Amerîka agahdarîyeke dawî da hikumeta Kazimî , û gefa girtina navendên xwe yên diplomatîk li Bexdayê xwar eger êrîşên bi mûşekan ranewestin.

Bilindkirina asta şer hişt milîsên bi ser Îranê ve agirbesteke demkî ragihînin bi mercê ku Waşington demekê bo vekişîna hêzên xwe dîyar bike. Êrîşa Sêşemê jî êrîşa yekemîn a ji berîya zêdeyî mehekê bû.

Di heman demê de jî, Amerîka ragihand ku ew ê hêzên xwe li Efxanistan û Îraqê heta 2,500 leşkerî li her welatekî kêm bike, ku ew di asta herî jêr de ye hema ji nêzî 20 salên şer ve.

Hîna ligel Waşingtonê 3,000 leşker li seranserî Îraqê weke beşekî hevpeymanîya bi piştevanîya Amerîkayê ku alîkarîya welat di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji 2014an de dike, hene.

Şirovekarê sîyasî Elaa Neşû ji Diyaruna re ragihand ku êrîşên bi mûşekan ên nû teqez dikin ku Ketaib Hizbullah û milîsên din ên girêdayî Îranê pabendî ajendeyên Îranê ne.

Ev kom "tenê leşkerine bêyî vîn an biryareke cihê ne," wî got. "Vîna wan di destê Îranê de ye û berjewendîyên Îran tenê ji wan re girîng in".

Wî da zanîn ku ew fermanên wê bi cih tînin bêyî selametîya Îraq û xelkê wê di ber çavan re bigirin.

Neşû daxuyand ku "xelkê Îraqê berdêlekî giran di ber kirinên dijminane yên van milîsan û paşguhkirina jîyan û samanên wan de da".

Wî anî ziman ku "ew bi rijd in welat di nava pirika pevçûn û şerê bi wekalet de vegevizînin, û barê gel hîna bêhtir ligel qeyrana aborî giran bikin," da zanîn jî ku êrîşa Sêşemê beşekî xebatên Îranê yên kêmkirina aramîya Îraqê û binpêkirina serwerîya wê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500