Ewlehî

Alozîyên Îranî-Amerîkî li Îraqê kêm dibin

AFP

image

Leşkerên artêşa Amerîkî, beşek ji hevpeymanîya navdewletî li dijî DAIŞê, rawestiyane di xizmetê de li serbazgeha asmanî ya K1 li bakur û rojavayê Kerkûkê li bakurê Îraqê di 29ê Adarê de berî vekişîna hêzên Amerîkî ya palnkirî. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Ev çend heftî derbas bûn ku komên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê û hêzên Amerîkî fîşek avêtine hev, lê pispor hişyarîyê didin ku dibe ku hevrik demê bi kar tînin bo xweamadekirina ji her girjîyekê re.

"Heta eger me ti êrîşên bi mûşekan nedîtibin, Îranî careke din palnên xwe ji bo tiştekî din dikin," Phillip Smyth, yê lêkolînan derbarê komên çekdar ên Şîe dike ji Peymangeha Waşitonê bo Siyaseta Rojhilata Navîn re, got.

"Di heman demê de, hêzên Amerîkî li Îraqê têne armanckirin û ew gefê bi awayekî cedîtir dibin," Smyth got.

Ew hêzên belavbûyî weke beşekî ji şerê hevpeymanîya navdewletî li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), rastî bêtirî bîst mûşekan hatin yên ku hêdî hêdî kujertir dibûn.

Di meha borî de, Pentagonê dest bi amadekirina planan ji bû şerekî mezin li dijî komên ku Îran piştgirîya wan dike kir, bi taybetî Ketaib Hizbulah, a berpisyar ji êrîşên bi mûşekan.

"Waşitonê ji me re got ku ew dê di heman demê de li 122 armancan li Îraqê bixe eger Amerîkî ne din bimirin," berpisekî Îraqî yê payebilind got.

Dibe ku bombebarana bi vî qebareyê bibe sedema serencamên mezin, ku dibe tolhiladanê li dijî milîsên Îran piştgirîya wan dike bihewîne û dibe ku Îraqê han bide ku bi awayekî berdewam hêzên biyanî der bike, li gorî diplomatinan ji welatên hevpeymanîyê.

Bi rastî Amerîka û Îran bi awayekî xeternak nêzî şerekî yekser bûne.

Amerîka generalê Îranî Qasim Sulêmanî li Bexdayê di Kanûna Duyem de kuşt, vê yekê hişt ku Îran mûşekên palistî biavêje hêêzn Amerîkî li rojavayê Îraqê.

Di pişt re Amerîka betarîyên Patiryot ên dijî mûşekan û sîstemên berevanîya bi mûşekên C-RAM ji bo hêzên xwe biparêze li Îraqê belav kirin.

Di heman demê de, wê hebûna hevpeymanîya navdewletî kêm kir, ji nîvê serbazgehên ku berê li wan kar dikir li Îraqê vekişiya û bi sedan rahênerên xwe vekişandin heta demeke ne dîyar weke tedbîreke perêzî li dijî COVID-19.

Ketaib Hizbulah israr kir ku divê guhertin ber bi vekişîneke berdewam û tam ve bibe, ev yek dihêle mumkin be ku gelek êrîşên bi mûşekan çêbibin.

"Ev hêz dê nemirin eger ew bimînin vedikişin weke beşekî ji derketina tam ji Îraqê," milîsa hevalbenda Îranê vê mehê got.

Hêmînîyeke lawaz

Di heman demê de, sêkomên berê nenaskirî bûn bang kirin bû êrîşan, gef li balyozxaneyê Amerîkî û Birîtanî xwarin, û dîmenên ku bi dronê hatibûn kişandin ên balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê û serbazgeha Eyn Esed, ku hêzên heyvpeymanîya navdewletî tê de ne belav kirin.

Du berpirsên payebilind ên hevpeymanîya navdewletî got ew gumanê ji van koman dikin ku "heman kesên berê bin"-- Ketaib Hizbulah û alîgirên wê-- yên "hinekî bi awayekî cuda xwe bi rêxistin dikin".

Smyth got ku xuya ye Îran alîgirên xwe yên Îraqî dîsa ava dike û komine weke teşe bo mandelkirina rastîyê bi kar tîne.

Smyth anî ziman ku "aramîyek heye aniha, lê hema rewşa wan baş bû dê fitîlê dîsa gur bikin".

Di sîyasetê de jî, kişandina werîs navbera Amerîka û Îran li Îraqê di pêvajoyeke aloz de derbas dibe.

Serokwezîrê erkdarkirî Mistefa Kazimî hikumeta xwe ava dike, û tê payîn berpirsine Amerîkî serdana Bexdayê di Hezîranê de bikin bo danûstandinên sereke pêk bînin.

Diplomatekî rojavayî got ku eger Kazimî têk çû, dibe ku Amerîka bibîne Îraq hikumeteke "dijber e û alîgirê Îranê ye" û sizayên nû bibire.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500